ÎHD'ê di Roja Mafê Nexweşan de ji bo girtiyên nexweş bang kir

Komîsyona Navendî ya Girtiyan a Komleya Mafê Mirovan (ÎHD), ji bo 26'ê Cotmehê Roja Mafê Girtiyan bi daxuyaniyekê bal kişande ser rewşa girtiyên nexweş.

ÎHD'ê xwest ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş were parastin û girtiyên bi nexweşiya giran bêne berdan. ÎHD'ê got, ''Pergala înfazê divê bi mafê mirovan re hev temam bikin.''

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin li gorî tespîtên wan ên Hezîrana 2020'an 604 jê giran li girtîgehên Tirkiyê 1605 girtiyên nexweş hene, li gorî daneyên di çapemeniyê de hijmar zêdetir e û Wezareta Dadê ya Tirk têkilî girtiyê nexweş agahiyan bi raya giştî re par ve nake.

ÎHD'ê diyar kir li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê gelek mafê tendiristiyê têne binpêkirin, ji serê sala 2020'an û wir ve bi qasî ku wan tespît kiriye 89 girtî mirine, ji van 23 jê ji ber Covîd-19'ê mirine, 6 jê tam dema ku hatine ber sînorê mirinê hatine berdan û di demeke kurt de jiyana xwe ji dest dane.

Komîsyona Girtîgehan diyar kir girtiyên nexweş weke polîtîkayeke dewletê bi hêviya mirinê ve têne hiştin, an jî ji ber nexweşiya xwe dema ku têne ber sînorê mirinê têne berdan û ev jî binpêkirina mafê jiyanê ye.

Komîsyona Girtîgeha a ÎHD'ê di daxuyaniyê de got, ''Em parêzvanên mafê mirovan, bêyî ku cihêtî were kirin û bêyî konjonktûreke siyasî di serî de girtiyên bi nexweşiyên giran em dixwazin hemû girtî bên berdan, girtiyên nexweş bikaribin tedwaî bikin, girtî li nexweşanên têr û tije tedawiya wan were kirin'' û bang li Wezareta Dadê ya Tirk û hemû saziyên rayedar kir ku bi berpirsyariya xwe rabin.