ÎHD: Êşkenceya li ser astengdaran bila bi dawî bibe

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, bi boneya 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand li ser êşkenceya li ser girtiyên astengdar û xwest ku êşkence bi dawî bibe.

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi boneya 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi pêvajoya şewbê re welatiyên astengdar dibin depresyona aborî de dijîn û gelek mafên weke perwerdehî, kar, tendirustî, çûyîn û hatinê hatine astengkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ÎHD’ê bal kişande li ser rewşa girtiyên astengdar ên li girtîgehan de ne û got: “Ji ber şert û mercên girtîgehan yên xirab, girtîgeh ji bo girtiyên astengdar vediguhere îşkenceya domdar. Divê şert û mercên ku rûmeta girtiyan dişkîne, demildest ji holê bê rakirin.

Şertê bûyîna dewleta civakî û hiqûqî ew e ku di serî de pêdiviyên welatiyên astengdar ên tendirustî û perwerdehiyê bi cih bîne û welatiyên astengdar bikarin sûd jê bigrin. Her wiha divê derfetê tevlîbûna wan a di jiyana karsaziyê de ava bike, bikarin bi rêxistininên siyasî re hewl bidin ku pirsgirêkên xwe diyar bikin û çareseriyan ava bikin; Divê dewlet ji bo hawîrdora derveyî ku qadên tevgera astengdaran teng dike û wesayîtên veguheztinê re çareseriyên lezgîn biafirîne.

Bi boneya 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê em bang li raya giştî dikin ku van pirsgirêkan ji bo avakirina cîhanek bê asteng û dûrî hemû mebestên siyasî çareser bike.”