Îddîanameya derbarê Fîncanci hate qebûlkirin
Îddîanameya derbarê Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Giran a 24’emîn a Stenbolê hate qebûlkirin.
Îddîanameya derbarê Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ji aliyê Dadgeha Cezayê ya Giran a 24’emîn a Stenbolê hate qebûlkirin.
Îddîanameya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derheqa Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) de hatiye amadekirin, ji hêla Dadgeha Cezayê ya Giran a 24’emîn a Stenbolê ve hat qebûlkirin. Fîncanci, di 27’ê Cotmehê ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk ve hatibû girtin û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê tawanbarkirin.
Rûniştina ewil a dozê wê di 23’yê Kanûnê de bê kirin.