'Çawa ku heta niha me dijmin sekinand, em ê ji niha û pê ve jî bi ser bikevin'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku di dema nû de bi demokrasî û azadiyê re wê têkoşîna mafên xwezayî yên gel geştir bibe û got, "Me çawa ku heta niha dijmin sekinand, em ê ji niha û pê ve jî bi ser bikevin."

Mûrat Karayilan tevlî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû, Pêngava 1'ê Hezîranê, dorpêça li ser Mexmûrê û hilbijartinên li Tirkiyeyê nirxand.

Hevpeyvîna bi Karayilan re bi vî rengî ye:

Hûn karin qala wate û girîngiya Pêngava 1'ê Hezîranê bikin?

Beriya her tiştî Pêngava 1'ê Hezîranê li Rêber Apo, gelên Kurdistanê hemûyan, dostên gelê Kurdistanê, hevrêyan, xebatkaran, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hemûyan, şervanan pîroz dikim. Şehîdên Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an ji Erdal, Adil û Nûdayan heta bi Fazil Botan, Egîd Civyan, Delal Amed, Yaşar Botan û Leyla Amedan hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim, bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînim. Soza hevrêtiyê ya ku me dane wan careke din dubare dikim û diyar dikim ku em ê heta dawiyê dilsozê vê sozê bin.
Pêngava 1'ê Hezîranê dewama Pêngava 15'ê Tebaxê ye, pêngava duyemîn a 15'ê Tebaxê ye. 15'ê Tebaxê pêşî li tunekirina gelê Kurd girt û pirsgirêka Kurd anî ser maseya çareseriyê. Lê belê li hemberî vê yekê Komploya Navneteweyî hate kirin. Pêngava 1'ê Hezîranê jî ji bo pêşîgirtina li zirar-ziyanên Komploya Navneteweyî û pêkanîna çareseriya pirsgirêka Kurd bi roleke dîrokî rabû.
Weke ku tê zanîn, demeke kurt piştî pêkhatina Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an, Rêber Apo tevî tevgerê ji bo pûçkirina Komploya Navneteweyî, danîna bingeha çareseriya siyasî, pêşîgirtina li provokasyonên nû rawestandina şer xiste rojevê û ev yek di sala 1999'an de meha Tebaxê ragihand. Ev pêvajoya ku mirov kare jê re bibêje agirbest 5 salan dewam kir, şer hate rawestandin. Di vê pêvajoyê de dewleta Tirk destpêkê kemîn danî pêşiya hevalên me yên xwe vedikişandin, gelek hevalên me şehîd xist. Tevî vê yekê jî 5 salan li aliyê me çek nehate teqandin, şer nehat kirin. Her wiha li Îmraliyê jî Rêber Apo kete nava hin hewldanan. Hevdîtin kir; deklarasyonên çareseriyê xist rojeva raya giştî; name ji rayedarên Tirk re nivîsî; şertên pêkhatina çareseriyê danî asta herî maqûl. Lê belê tevî van hemûyan jî dewleta Tirk xwe neda ber çareseriyê. Berevajî çareseriyê, rola tasfiyekirina pirsgirêka Kurd ji hikumeta AKP'ê re hate dayin ku hingî bû desthilatdar. Ji xwe AKP weke projeyekê bû desthilatdar. Ji ber vê yekê jî Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan got, 'Eger tu lê nefikire hingî pirsgirêka Kurd nîne'. Bi vê jî nema, bi rêya hin çeteyan xwest ku tevgera me ji hundir û derve tasfiye bikin. Li dijî van nêzîkatî û kiryarên dewleta Tirk, Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an bi rengekî mecbûrî kete rojeva tevgera me. Li ser vê bingehê biryar hate dayin û ev pêngav pêk hat.
Armanc ji vê pêngavê ew bû ku hişyarî ji dewleta Tirk re bê dayin û wê bikişîne dora maseyê. Yanî armanca xwe çareserî bû. Ji bo vê jî di çarçoveya parastina çalak de hin çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyên xwe jî di asta pîvanekê de bûn. Vê yekê demekê rolek bi cih anî. Sala 2005'an Tayyîp Erdogan hat Amedê û got, 'Pirsgirêka Kurd heye; di heman demê de pirsgirêka me ye; em ê çareser bikin', bi vî rengî hin soz da. Bi vî rengî ji me xwestin ku em agirbestê ragihînin. Agirbesta sala 2006'an di vê çarçoveyê de pêk hat. Bi sala 2008'an re hevdîtinên Osloyê destpê kirin; heyeta me û heyeta dewleta Tirk li Osloyê hevdîtin kirin, danûstandin kirin. Lê belê ji van hemûyan careke din hate fêhmkirin ku ew dixwazin pêvajoyên bi vî rengî bikin bingeha şerê taybet, ji çareseriyê behtir dixwazin çareseriyê li demê belav bikin, me tasfiye bikin, gelê me bêîrade bihêlin, yanî di siyaseta qirkirinê de israr bikin. Ya ku hate dîtin bi vî rengî bû.
Bi encamên erênî yên ji hilbijartinên xwecihî yên 2009'an re me agirbest ragihandibûn. Wê agirbestê heeta sala 2010'an jî dewam dikir. Wê demê Rêber Apo careke din hişyarî da hem dewletê hem jî tevgerê ku bi vî rengî nameşe û perspektîf pêşkêş kir. Li ser vê bingehê perspektîf bi vî rengî şênber bû; 'eger dewlet xwe nede ber çareseriyê em ê bi hêza xwe çareseriyê pêk bînin; lê belê tevî vê yekê jî eger dewlet bi ser me ve bê em ê bi perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî bersivê bidin, çareseriyê ji xwe re bikin esas; rêyeke cuda nîne'. Di vê çarçoveyê de 1'ê Hezîrana 2010'a bi rengê pêngavê pêvajoyeke nû destpê kir. Ya rast Pêngava 1'ê Hezîranê di nava xwe de ji du qonaxan pêk tê. Qonaxa duyemîn jî gelekî girîng e. Ji ber ku demeke welê îlan kir ku me çareseriya xwe bi xwe afirand, kes nikare îradeya gelê me tune bihesibîne, ku weke Dema Stratejîk a 4'emîn hate pênasekirin. Li ser vê bingehê rola xwe bi cih anî. Têkoşîna me li ser vê bingehê gihîşt vê astê. Vaye 19 sal temam kir. Piştî pêngavê gelek dem derbas bû. Di nava 8 salan de dewleta Tirk bi serkêşiya AKP-MHP-Ergenekonê li dijî me bi konsepteke nû şerekî berfireh îlan kir. 8 sal in şer dikin û ev şer hîn jî dewam dike. Bêguman gelê me hêzê ji Pêngava 1'ê Hezîranê werdigire û berxwedana xwe dewam dike. Eger Pêngava 1'ê Hezîranê di dema xwe de nehatibûya kirin, wê demê Komploya Navneteweyî wê encam werbigirta, wê tevgera me tasfiye bikira û gelê me qir bikira. Eger em niha dibêjin, 'Komploya Navneteweyî hate rawestandin, bêencam ma û têkoşîna azadiyê gav bi gav xurt bû', di bingeha vê de keda şehîdên me yên leheng, berxwedan Rêber Apo û têkoşîn heye ku ji 1'ê Hezîranê destpê kir û gihîşt vê astê. Em bi vî rengî gihîştin vê serdemê.

Destketiyên siyasî yên Pêngava 1'ê Hezîranê têne zanîn. Li gel vê yekê ji aliyê leşkerî ve vê pêngavê destketiyeke çawa afirand?

Weke ku min got, eger Pêngava 1'ê Hezîranê nebûya niha tiştek li holê nemabû. Ji ber ku dijmin bêmerhamet e, dixwaze me ji holê rake, nasnameya gelê me tune bike. Lewma destketiyên siyasî û civakî yên pêngavê gelekî zêde ne.
Ji aliyê leşkerî ve, beriya Pêngava 1'ê Hezîranê Konferansa Yekemîn a HPG'ê hatibû lidarxistin û biryara jinûve avabûnê hatibû dayin. Yanî 1'ê Hezîranê bi Projeya Jinûve Avabûnê hate pêşwazîkirin. Tê zanîn ku Pêngava 1'ê Hezîranê bi jinûve avabûna gerîla derbas bû. Ji ber ku piştî pêngavê, nûbûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê sê caran kete rojevê. Yanî gerîla gav bi gav xwe nû kir. Bêguman bi taybetî piştî sala 2000'î teknolojî timî bi pêş ket û vê yekê bandor li şer jî dikir. Di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de yên serdem şîrove dikirin, dikarim bibejim ku fermandariya gerîla jî dem di dema xwe de xwend, ji ber vê yekê jî nûbûn timî xist rojeva xwe.
Eger em ji 15'ê Tebaxê û vir ve binirxînin; di nava gerîla de gelek tişt hatin guhertin. Yanî ji gelek aliyan ve kûrbûn, mezinbûn çêbû. Beriya her tiştî ji aliyê îdeolojîk-felsefî ve kûrbûn çêbû; di nava gerîla de kûrbûnek pêk hat. Egîdbûyîn, Zîlanbûyîn, yanî ruhê fedaîbûnê gelekî bilind bû. Mînak, di berxwedana îsal û par de ev yek bi şênberî hate nîşandan. Di nava gerîla de ruhekî gelekî bilind ê fedaîbûnê pêk hat. Li gel vê yekê performansa şer û pisporî gelekî bi pêş ket. Her gerîlayek di heman demê de pisporeke, fedaiyeke. Li ser vê bingehê li qadê şerê tîm ê xwe dispêre pisporiyê hate afirandin. Ev yek li dijî êrîşên dijmin ên xwe dispêrin teknîkê, nûbûn û tedbîr bû.
Li gel vê yekê, ya herî girîng jî şerê binê erdê hate meşandin. Bêguman ev yek di encama lêkolîn û amadekariyekê de bû. Ji ber xwe ve nebû, yan jî ne ku ji neçarî kete rojeva me. Na. Ji ber ku amadekariya teorîk û pratîkî ya vê yekê xwe dispêre deh sal berê. Li ser vê bingehê weke ku tê zanîn ji sala 2021'ê û vir ve taktîka şerê tunelan, şerê tîm ê bi tevger ê li qadê ku xwe dispêre pisporiyê, tê meşandin.
Her wiha li gorî derfetên xwe, di teknîkên cuda de pisporî jî çêbû. Di nava gerîla de hêzên hewayî hatin avakirin û êdî bi hêzên hewayî jî şer tê kirin. Yanî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mîna gerîlayên berê-klasîk ne tenê li ser erdê şer dikin. Li ser erdê bi rengekî pisporî şer dikin, li binê erdê jî şer dikin û êdî li ezmanan jî asta leşkerî bi pêş ve dibin. Bi vî rengî ast û hêzek hatiye bidestxistin. Ev yek ji bo me ji aliyê leşkerî ve destketiyên girîng in. Hate ispatkirin ku bi van rêbazan xaka azad dikare bê parastin, dijmin dikare bê têkbirin û rawestandin. Ev yek li Zapê bi şênberî hate dîtin. Ji ber vê yekê di 2 salên dawî de dijmin nikare li Zapê bi pêş ve biçe. Ji aliyê pratîkî ve ev yek ispat bû û li ser vê bingehê baweriyek jî çêbûye.
Di nava hevrêyên me de ruhê fedaîtiyê bi vî rengî hîn xurt bû. Şer bû şerê fedaiyan, gihîşt asta herî bilind. Asta gerîla nîşanî dost-dijmin û her kesî da ku gerîla hêzeke welê ye ku têk naçe.

Vê dema dawiyê şehadeta Leyla Sorxwîn hate ragihandin. Beriya wê jî Yaşar Botan li Dersimê şehîd bû. Em dikevin meha Hezîranê. Bi giştî ji bo şehîdên Hezîranê û van şehîdan hûn dixwazin çi bibêjin?

Meha hezîranê meha şehîdên fedaî ye. Şehîdên me yên meha Hezîranê û şehîdên me yên fedaî hemûyan di şexsê Gulan, Sema û Zîlanan de bi bîr tînim, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Soza ku me dane wan dubare dikim.
Di nava têkoşîna me de gelek mirovên bedew, hêja û bi rûmet rabûn. Gelek ji wan şehîd bûn. Yek ji van hevalan jî hevala Leyla Sorxwîn e ku em jê re Leyla Amed dibêjin.
Destpêka Gulana 1997'an bû. Ji bo wezîfeyekê hatibûm Heftanînê û careke din diviyabûm vegeriyabûma Botanê. Em komek heval bûn. Hejmara me 45 kes bû. Lê belê li herêmê gelek hesasiyet û krîz hebûn. Her wiha agahî hebûn ku dijmin di her kêliyê de dikare êrîş bike. Her kes di alarmê de bûn; rewşeke întîşarê hebû. Her wiha hin rê hatibûn girtin. Ji ber vê yekê diviyabû rêberek bi me re bihata Cûdî, bihata heta aliyê din ê Çemê Hêzilê. Wê demê fermandarê wê xetê hevrê Reşît Serdar bû. Wî agahî ji min re şand û got, 'Ez hevalekê ku rê baş nas dike ji we re dişînim; ew ê we bigihîne aliyê din ê çem û bibe Cûdî'. Em li benda hatina heval bûn. Min lê nihêrî hevaleke jin a bejn kurt ku 15-16 salî bû, hat. Got ku ew ji gel hevalê Reşît hatiye. Min jî got, 'Ka wê heval bihata, rêbertî ji me re bikira'. Ji min re got, 'Ew heval ez im'. Min jî jê pirsî 'Niha tu kare me bigihîne Cûdî?', wê jî got 'rast e'. Min dît ku welê diaxive ku ji xwe gelekî bawer e, min jî got 'Temam wê demê bide pêşiya me' û em bi rê ketin.
Min hevala Leyla bi vî rengî nas kir. Hevala Leyla rêya ku em tê re derbas bibin gav bi gav, kevir bi kevir nas dikir. Şaşitiyek nekir û bi rengekî serketî em derbasî aliyê din kir; piştre jî vegeriya cihê xwe. Dema ku min jê pirsî bê wezîfeya wê çi ye, ji min re got ku ew fermandara mangayê ye. Di nava tabûra bi tevger de fermandara mangayê bû. Demeke dirêj di nava wê tabûrê de ma û piştre jî ji xwe me hev ji nêz ve nas kir. Tabûra bi tevger tabûra şer bû. Li ku êrîşek hebûya, bar giran jî bûya diçû wê derê. Hevala Leyla jî di wê pratîka salên 1990'î de li Botanê tevlî gelek çalakiyên berfireh bû. Beşdarî gelek êrîşan bû. Weke fermandarekê bi roleke girîng rabû. Hevalekî welê bû ku ji dil bû, gelekî ji dil bû, durust bû, bi hurmet bû, exlaqa wê xurt bû, bi terbiye bû, soza xwe binpê nedikir, durustî ji xwe re diki esas, lewma jî di nava hevalan hemûyan de dihate hezkirin. Her kesî dixwest ku hevala Leyla li gel wan be. Yanî cewherek bû. Ya rast, tiştekî gelekî girîng bû ku keçeke Kurd bi vî rengî bi wêrekî, bi biryar û bêtirs pêşengî dikir. Ev yek hunereke gelekî girîng û bi rûmet e.
Hevala Leyla nêzî 31 salan gerîlatî kir. Ji bilî çend salên destpêkê yên li Cûdî ez bi hemû pratîka wê zanim. Mîna hevalê Fazil ti rexne li wê jî nehatibû kirin, neketibû ber ti lêpirsînê. Mesela, li ser jiyana wê rexneyeke pir biçûk jî nehatibû kirin. Jiyana wê gelekî bi rûmet bû, gelekî hêja û mînak bû. Mîna milyaketekê bû. Milyaket çawa be, ew jî bi wî rengî bû. Beriya niha min ji bo hevalekê bi tenê gotibû 'mîna milyaketekê bû'. Ew jî hevala Nûda Karker bû. Hevala Leyla Amed jî milyaketek bû. Bêguman hevalên me yên jin ên pêşeng hemû bi vî rengî ne, lê belê ji ber ku van hevalan ji nêz ve nas dikim, bi vî rengî pênase dikim. Naxwe gelek heval bi vî rengî ne. Yanî bi pîvan, ûslûb, çalakî, sekna xwe ya dilnizm, bi rola xwe ya di nava jiyanê de hevala Leyla mînakek bû.
Mînak, sala 2011'an Îranê êrîşî Qendîlê kiribû; di navbera hevalan û Îranê de şer qewimî bû. Hevalan jê re digotin Şerê Casûsan. Îranê kir nekir nekarî ji Geliyê Casûsan derbas bibe. Di wî şerî de 3 heval hebûn ku bi rola fermandariyê rabûn. herdu heval jî ji ber ku beriya niha şehîd bûn, me ew eşkere kiribûn. Yek jê Simko, yek jî hevalê Fazil bûn. Ya sêyemîn jî ku ew temam kir, di şer de bi rol rabû hevala Leyla Amed bû. Gelek pratîkên hevala Leyla yên mîna vê hene. Pratîka dawî ya Botanê ku pênc salên xwe lê derbas kir, bi heman rengî fedakariyeke mezin e. Weke Endameke Komîteya Navendî ya PKK'ê, Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê her wiha Fermandara Qada Botanê kedeke mezin da. Di kar û pêşengiyê de hêz û îrade bû. Hevaleke ku bedena wê biçûk, temenê wê ciwan bû, lê belê cewherek bû; dilê wê mezin bû, xwedî bawerî bû, xwedî seknekê bû. Heta ku keçên Kurd ên bi vî rengî hebin, heta ku ev tevger kesayetên bi vî rengî biafirîne, ev gel keçên bi vî rengî xwedî pîvaneke bilind û bi îrade ji nava xwe rake, wê gelê Kurd têk neçe. Ev bi vî rengî ye.
Min hevalê Yaşar jî ji nêz ve nas dikir. Ji Botanê ji eşîra Zêwkî ye. Malbata wî li Mexmûrê ye; bi çanda Mexmûrê mezin bû. Li wir xwend. ya rast weke hevalekî ciwan bi nêzîkatiya xwe ya durust, pak û bi exlaq pîvaneke xwe ya bilind hebû. Berê çû Dersimê û 6 salan li wir ma. Piştre hat û 3 salan li gel min weke fermandarê ewlekariyê ma. Perwerdeya pêwîst wergirt. Gelekî hez ji Dersimê dikir; aşiqê Dersimê bû. Hevalê Yaşar ji bo biçe Dersimê tenê neket greva birçîbûnê; wekî din her tişt kir. Rapor nivîsî, timî pêşniyar kir û bi her rê û rêbazê ji bo karibe biçe Dersimê hewl da. Welhesil dawiya dawî çû. Tevî hevalê Yilmaz Dersim çû. Ji xwe herdu heval jî dilsozê hev bûn. Piştî ku hevalê Yilmaz şehîd bû, hevalê Yaşar weke Fermandarê Dersimê kete şûna wî.
Hevalê Yaşar xwedî pîvanên bilind ên fedakarî, wêrekî, durustî û ji dil bû. Weke kesekî ji Botanê rabû li Dersimê fermandarî kir ku ev yek bi tena serê xwe xwedî wateyekê ye. Hevala Leyla jî bi heman rengî; ew jî ji Bismil a Amedê rabû, lê belê li Botanê, li Zagrosan fermandarî kir; hevalê Yaşar jî ji Botanê rabû û li Dersimê fermandarî kir, ewqas sal kar kir, ked da. Bi kurtasî hevalekî bi vî rengî bû. Herî dawî ji xwe bi fedakariyeke mezin, bi wêrekî û ruhekî fedaî şer kir, têkoşiya. Ne tenê li dijî dijmin, di heman demê de li hemberî serma zivistanê jî têkoşiya. Hevalekî li gel wî ji sermayê şehîd bû. Hevalê Yaşar ew heval veşart. Hingî lingên wî jî ji sermayê şewitî. Bi wî halê xwe di nuqteya dawî de jî ku dijmin dor lê pêçandibû bersiva pêwîst da, fîşeka dawî jî ji bo xwe bi kar anî. Lehengekî bi vî rengî bû. Rûmeta wî rê neda ku teslîmî dijmin bibe. Fedaiyekî bi vî rengî bû. Ji xwe di heman demê de endamekî Hêzên Taybet bû.
Ev leheng wê ti carî neyên jibîrkirin. Navên wan bi tîpên zêrîn li dîroka gelê me hatin nivîsandin. Fedaiyên vî gelî ne. Heta ku fedaiyên bi vî rengî hebin, mîna ku me got, pişta vî gelî wê nekeve erdê. Heta ku fedaiyên wêrek û fedakar ên mîna Yaşaran hebin, ev gel û tevger ti carî têk naçin. Em zanin ku her hevrêyeke/î me yên ciwan ên li nava refên me bi ruhê Leyla û Yaşaran kûr dibin, ji bo tola wan hilînin û têkoşîna wan bi ser bixînin têdikoşin. Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin û soza ku dane wan bi cih bînin.
Niha gelek ciwanên Kurd bi vî rengî ne. Di 10'ê Gulanê de qezayekê rû da. Min li bavê hevrêyê me Diyar Xoşnav (Çavan Mihemed) guhdarî kir, ku hevalekî me yê ciwan ê ji Hewlêrê bû. Digot 'Serê me bi wî bilind e'. Rast e, divê serê wan pê gelekî bilind be. Hevalê Diyar Xoşnav navê hevalê Diyar Xerîb li xwe kiribû. Bi rastî jî bû şopdarekî Diyar Xerîb. Ew ciwanekî leheng bû. Bi duristiya xwe, bi pakbûna xwe, bi wêrekiya xwe hevalekî mînak bû. Wî her tim dixwest li qadên herî zehmet be. Timî xwe ji herêmên bi vî rengî re amade dikir. Li ser vê bingehê xwe perwerde kir û bû xwedî formasyoneke bi vî rengî. Ciwanekî paşeroja wî hebû. Mixabin dema ku tevî hevalên xwe li mangayê rûniştibû, dema ku xwest rextê xwe girê bide, gava rahişt rextê xwe pîma bombeya wî bi fermûara bêrîka wî ve aliqî, ji ber vê jî pîm kişiya û bombe teqiya. Di qezayeke bi vî rengî de şehîd bû, çar hevalên li gel wî birîndar bûn ku yek ji wan bi giranî birîndar bû. Tedawiya wan niha dewam dike. Yanî qezayeke bi vî rengî rû da, me hevrê Diyar şehîd da; hevrêyên din jî birîndar bûn. Ji hevalên birîndar re şîfaya lezgîn dixwazim; ji malbata hevalê Diyar re jî sersaxiyê dixwazim. Ji xelkê Hewlêrê re jî sersaxiyê dixwazim. Bila bi van lehengan re serbilind bin.

Artêşa Iraqê ev demeke dor li Kampa Penaberan a Mexmûrê pêçandiye. Li hemberî vê yekê jî xelkê Mexmûrê li ber xwe dide. Di vê der barê de hûn dixwazin çi bibêjin?

Beriya her tiştî xelkê me yê Mexmûrê yê welatparêz û fedakar ji dil û can silav dikim. Sekna wan bi rêzdarî silav dikim. Xelkê me yê Mexmûrê ji bo me di nava tevahiya gelê Kurd de semboleke, rûmeteke. Bi sekna xwe ya welatparêz a bi şeref li tevahiay Kurdistanê xwedî temsîliyetekê ye.
Rast e, me ji çapemeniyê bihîst ku leşkerên Iraqê dixwazin dorpêç bikin, têlan bi cih bikin, kulûbeyan ava bikin. Em vê yekê bi baldarî dişopînin. Diyar e ku Iraq li ser daxwaza dewleta Tirk ketiye nava liv û tevgerê. Lê belê divê Iraq lîstikên dewleta Tirk bibîne. Dewleta Tirk dixwaze dora Iraqê vala bike. Dixwaze Iraqê li ber dostên wê rake, bi hev bixîne. Dewleta Tirk li ser Iraqê hesaban dike. Dixwaze hikuemta Iraqê, dewleta Iraqê bêrûmet bike, armancên xwe lê ferz bike, lawaz bike û bixe bin bandora xwe. Dixwazin bibêjin 'Hûn mîrateya Osmanî ne ji bo me'. Ew Iraqê di vê çarçoveyê de dinirxînin. Bi vî mejî nêzîk dibin.
Mînak beriya niha bi 7-8 salan Serokwezîrê Iraqê bi rengekî fermî got, 'Em dixwazin dewleta Tirk leşkerên xwe ji Başîqayê vekişîne'. Ka, Tirkiyeyê vekişand? Na, berevajî vê yekê zêdetir kir. Ji ber ku Tirkiye naxwaze Iraq bibe dewleteke bi rûmet û xwedî karakter; dixwaze bixe bin kontrola xwe. Li ser Iraq û Sûriyeyê hesabên xwe hene. Lewma divê hikumet û dewleta Iraqê mejiyê Tirk ê xwedî têgihiştina AKP-MHP'ê bibîne û nebe leşkerê li ber destê wan. Bi gotina 'Em ê avê ji bo we berdin, hûn jî Mexmûrê dorpêç bikin, Şengalê hal bikin', daxwazên xwe li ser te ferz dikin. Ji xwe bi zext û ferzên li ser hikumetên Sûriye û Iraqê dixwazin encamê bi dest bixin. Ji ber vê yekê divê dewleta Iraqê li hemberî van kiryarên Tirkiyeyê hişyar be. Mîna ku xelkê me yê Mexmûrê di çapemeniyê de jî got, pirsgirêkeke xelkê me yê Mexmûrê bi dewleta Iraqê re nîne.
Kî berê xwe bide Mexmûrê divê beriya her tiştî êrîşên DAÎŞ'ê bi bîr bînin. Wê demê kî li ber DAÎŞ'ê sekinî? Tenê vî gelî û şervanên wê li dijî DAÎŞ'ê bûn xwedî îrade û çepereke mezin. Hewlêr jî, bajarên din jî parastin. Ev ne tiştekî biçûk e. Divê kes vê ji bîr neke. Divê her kes vê bibîne. Ev bi tena serê xwe rûmeta Kampa Mexmûrê nîşan dide.
Em di wê baweriyê de ne ku diyaloga navbera dewleta Iraqê û meclîsa xelkê me yê Mexmûrê wê bi ser bikeve, pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Ew der kampeke ku penaberên siyasî lê ne. Ne rast e ku bi rengekî leşkerî bê dîtin. Belê; dema ku êrîş hate kirin me jî weke gerîla berê xwe dan gelê xwe ji bo parastinê, lê belê piştre me hêzên xwe vekişand. Niha hêzeke me ya gelekî biçûk maye; eger pêwîst be em ê wan jî vekişînin. Yanî çend kesên li wê derê, nabe weke ku rewşa penaberiya siyasî ya gelê me têk dibe, bê dîtin. Eger bê xwestin, ew jî dikarin bêne vekişandin. Ji xwe hejmareke gelekî kêm e. Mînak, eger dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî temînatê bidin ku wê gelê me biparêzin, ji bo me pirsgirêk nîne û wê kesekî bi tenê jî li wir nemîne. Tedbîr û çareya vê yekê heye. Gelê me yê li wir gelekî sivîl e. Zarok, jin, extiyar, her kes karê xwe dike. Berevajî îdîayên dewleta Tirk, cihekî welê nîne ku êrîş ji wê derê li hemberî Tirkiyeyê tê kirin. Ev îdîa rast nîne. Lewma em bawer dikin û li bendê ne ku pirsgirêkên li wê derê bi diyalogê çareser bibin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê hate kirin. Encamên hilbijartinê bi çi rengî dikarin bêne şîrovekirin? Weke tevger hûn encamên hilbijartinê çawa dinirxînin?

Belê, me hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şopand. Beriya her tiştî vê bibêjim hilbijartineke adîl nebû. Di navbera aliyand e wekhevî tune bû. Aliyekî derfetên dewletê hemû, ji aliyê çapemenî û madî ve bi pirrengî bi kar anî. Her wiha pêleke ji girtin û zextê pêk anî. Li gelek deveran jî lîstikên hîle-dizîna dengan eşkere bû û ev yek bi şêweyên cuda hate kirin. Lewma mirov nikare bibêje ku hilbijartineke demokratîk û wekhev e. Ji ber vê yekê encamên vê hilbijartinê rewa nîne. Mirov nikare bibêje ku ev hilbijartin rewa û rast e. Desthilatdariya 21 salan hêza dewletê bi temamî bi kar tîne, vê yekê jî bi rengekî bêhesab dike, bi vî rengî dixwaze encamekê bi dest bixe. Ji ber vê jî ev yek encameke rewa nîne.
Ya duyemîn, ji aliyê gelê me ve encamên girîng ên vê hilbijartinê çêbûn. Gelê me mîna 14'ê Gulanê di 28'ê Gulanê de jî helwesta xwe nîşan da. Gelê me alîgirê demokrasî û guhertinê ye. Di vê mijarê de bi biryar e, yek e. Rast e, dibe ku li gorî berê deng kêm bûye, lê belê li gel ewqas êrîşan, girtinan û gefan jî helwesteke girîng hate nîşandan. Em niha lê dinihêrin, hinek radibin li ser vê yekê gelekî diaxivin, lê belê ka bila xwe bixin şûna gelê me, yan jî di nava atmosfereke welê de bixebitin ku ewqas ket hatine zindanîkirin û gef tê xwarin! li gel ewqas êrîşan, nîşandane îradeya xwe karekî hêsan nîne. Divê mirov vê yekê bibînin. Dema ku ev hemû were dîtin, hingî helwesta gelê me cihê pîrozkirinê ye, bi wate ye.
Xusûsa sêyemîn jî ew e ku Erdogan tevî ku Tirkiye xera kir, kir ku birçî bimîne û ji her alî ve kir welatekî krîz lê heye, careke din hate hilbijartin? Çima? Bi dîtina min divê êdî rastî bi şênberî bêne gotin. Li gorî min, dema hatiye ku êdî bê gotin 'Qral tazî ye'. Hevrikê Erdogan Kurdek bû û Elewiyek bû. Ji ber vê deng nehate dayin. Eşkere ye ku sosyolojiya ji aliyê sîstema Komara Tirkiyeyê ve hatiye avakirin, rê nade ku Kurdekî Elewî bibe serokkomar. Rast e, dibe ku di nava dewletê de hinekan xwestibin guhertin bê kirin, lê belê di vir de bikaranîna ewqas hêza dewletê encama plan û projeyekê ye. Sîstema vê komarê bi serkêşiya AKP-MHP-Ergenekonê sosyolojiyek afirandiye. Ev sosyolojî Sûnî û nijadperest e. Bi meylên olperest-nijadperest ên ji senteza Tirk-Îslamê hatiye avakirin. Nuqteya esasî ya girîng ev e. Eger ne bi vî rengî bûya, Erdogan beriya 21 salan soz dabû, digot 'Ez ê edaletê pêk bînim, qedexeyan bi dawî bikim, xizaniyê tune bikim'. Ka, ev kir? Berevajî, birçîbûn anî. Tevî vê yekê jî hate tercîhkirin. Çima?
Ji ber ku bi propagandayeke xwe dispêre derewan xebitîn. Erdogan ji aliyekî ve bi rengekî fermî propaganda kir, lê belê bi giranî weke ku li hemberî me dikeve hilbijartinê em xist rojevê; xwest hestên nijadperestî-neteweperestiyê geş bike. Li ser vê bingehê propaganda kir. Û her tim bi rengekî neyekser got, 'ez di wê baweriyê de me ku gelê me wê yekî ne li gorî nirxên gelê me ye neke serokkomar'. Ji aliyekî ve jî bi vî rengî xebitî. Karekî welê bi rêxistin kir ku ji aliyekî cuda ve derba esasî lê bixe. Bi rêya tarîqat û cemaetan karê herî berfireh meşand. Wan çi kirin? Li her devera Tirkiyeyê gotin, 'dewlet û ol ji dest diçe; ez ê birçîb bimînim lê belê bila ola me ji dest neçe'. Bi vî rengî berê dengê girseyan dan Erdogan û deng nedan Kiliçdaroglû.
Bi qasî ku tê dîtin, Kiliçdaroglû mirovekî durust e. Yekî ku bi salan ji dewletê re xizmet kiriye. Emrê xwe da vê yekê. Qet bertîl wernegirtiye, yanî tiştê heram nexwariye. Karek meşand. Ya rast bi diyaloga xwe gelek derdor gihand hev. Di vê mijarê de tiştek nîne ku li ser kesayetiya wî bê gotin. Lê belê nasnameya wî hatiye redkirin. Ev rastiyeke.
Biniherin, dibe ku ciwan pê nizanibin, lê mezin zanin; berê li nava Partiya Edaletê yekî bi navê Kamran Înan hebû. Timî bi Demîrel re bû, yek ji kesayetên sereke yên Partiya Edaletê bû. Yekî ji Bedlîsê, ji malbateke naskirî bû. Derdora wî bi dewletê re bû. Kurd bûn, lê belê nedigotin 'Em Kurd in'. Ya rast Kiliçdaroglû got 'Ez Elewî me', lê belê negot ku ew Kurd e. Lê belê her kesî zanîbû ew Kurdekî ji Dersimê ye. Kamran Înan bi 7-8 zimanan zanî bû. Li ser dîplomasiyê xwendibû. Her cara ku hikumetên Demîrel ava dibû, ew jî di nava desteya wezîran de bû. Bendewariya wî Wezareta Karên Derve bû, lê belê li şûna wê timî wezareta enerjiyê, wezaretên din didan wî. Bi kurtasî di dema Suleyman Demîrel de çiqas hikumet hatin avakirin ew timî wezîrekî wan hikumetan bû, lê belê ti carî nebû Wezîrê Karên Derve. Bendewariya wî jî ew bû ku bibe Wezîrê Karên Derve. Ji ber ku pisporiya wî li ser wê qadê bû. Bi kurtasî Kamran Înan beriya bimire got, 'Qanûnek heye ku di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de nehatiye nivîsandin. Ew qanûn jî bi vî rengî ye; Kurdek nikare bibe Wezîrê Karên Derve; û hew."
Eger Kurdek nikaribe bibe Wezîrê Karên Hundir, hingî Kurdek nikare bibe Serokkomar jî. Ev bi vî rengî ye. Belê, dibe ku li DYE'yê yekî mîna Obama yê reş-melez bû serok û ev pêşketinek bû. Eger li Tirkiyeyê Kiliçdaroglû hatibûya hilbijartin, ev yek wê ji bo Tirkiyeyê di asta şoreşê de girîng bûya. Lê belê ji ber ku sosyolojiya li Tirkiyeyê weke projeyekê hate afirandin rê neda, winda kir. Sedema esasî ya têkçûnê bi vî rengî ye.
Niha gelek kes nîqaş dike, li dora meseleyê diçin û tên lê belê kes rastiyê nabêje. Rast e, dibe ku di bin navê 'terorê' de dijberiya li Kurdan dan pêş û mîna ku propagandaya Erdogan a li ser vê bingehê encamek bi xwe re anî, yan jî bi vî rengî tê nîşandan, lê belê li pişt perdeyê rastî bi vî rengî nîne. Ya ku encam bi dst xist pirsgirêka mezhebû nasnameyê bû. Yên din ew tiştên fermî têne dîtin bûn, lê belê tişta esasî ya ku bi rêya tarîqa û cemaetan li kolanan, li gundan, li her derê hate sorkirin ev mijar bû. Li ser vê bingehê li hemberî muxalefetê bi ser ketin.
Li aliyê din kêmasiyên cuda jî hebûn. Bêguman ne pêwîste ku van hemûyan binirxînim. Mînak, di tûra duyemîn de muxalefetê li gorî propagandaya AKP'ê gotinên xwe guhert. Lê nihêrîn mîna ku AKP li ser neteweperestî û nijadperestê wê encamê bi dest bixe, wan jî dest bi bikaranîna zimanê AKP'ê kirin. Yanî ew jî li dijî me, li dijî Kurdan axivîn, bi vî rengî ketin xefika AKP'ê, yanî ketin bin bandora propagandaya wan. Eger di gotinên xwe de hîn bi biryar û bawer bûya, dibe ku encam ne bi vî rengî bûya. AKP'ê di gotina xwe de timî israr kir. Derewan dike; eşkere dibe ku derewan dike, lê belê dîsa jî di heman gotinê de israr dike. Mînak; ew dîmenê montajkirî hebû ku dîmenê min bi xwe bi kar anîn. Dîmenê ku li wir hate bikaranîn, dîmenê merasîmeke beriya du salan bû. Tevî ku eşkere bû ku bi sextekarî ew dîmen bi kar anîne, tevî Erdogan bi şêweyekî li xwe mikur hat jî, heta dawiyê xwedî li wan dîmen û gotinan derket. Lê belê CHP'ê bi heman rengî nekir, gotina xwe guhert. Halbûkî li şûna ku wê bike eger di polîtîkaya xwe ya li ser çareserî, demokrasî, aştî û aboriyê de israr kiribûya, di tûra duyemîn de dikarîbû hîn bêhtir deng werbigirta. Bi kurtasî şaşitiyên bi vî rengî jî kirin. Mîna ku min got, hin kêmasiyên cuda jî hebûn, lê belê yên esasî ew nebûn. Yên esasî sosyolojiya bi nasname û sîstemê hatiye avakirin; deng neda wan, ew red kirin. Lewma kesekî ku diviyabû êdî wezîfe nekiribûya hate hilbijartin û derbasî pêşiya Kiliçdaroglû hate kirin. Encama herî girîng û esasî ya hilbijartinê yek jê bi vî rengî ye.
Partiya me partiyeke hilbijartinê nîne. Ji bo me ewqas pirsgirêkeke bingehîn nîne, lê belê bêguman divê îro jî sosyolojiya li Tirkiyeyê hatiye afirandin rast bê fêhmkirin. Ji xwe yek ji pirsgirêkên CHP'iyan û hin Kurdan jî ev bû. Di vê mijarê de hin nêzîkatiyên şaş ên Kurdan hene. Mînak, eger CHP'iyekî cuda bibûya namzet, dikarîbû bi ser biketa. Di mijara diyarkirina namzet de kêmasî hebûn; eger sosyolojiya hatiye afirandin bihata dîtin û rast bihata xwendin, hingî wê li hemberî faşîzmê serketin pêk bihata.
Bêguman demaku em ji aliyê xwe ve dinirxînin dibînin ku gelê me bi soza xwe re ye, li pey azadiya xwe ye, alîgirê demokrasiyê ye û li pişt tevgera xwe ye. Ev yek hêzê dide me. Li ser vê bingehê em hêzê werdigirin û ji niha û pê ve em ê di asteke hîn bilindtir û xurtir de têkoşîna xwe dewam bikin. Divê alîgirên me hemû, gelê me, welatparêz û şoreşgerên Tirkiyeyî yên dost li ser vê bingehê tevbigerin. Ji vê encamê divê em xwe hîn xurtir bikin. Ji ber ku hîmê bihêzbûnê hatiye danîn û divê em encama vê yekê teqez bikin hêz.

Herî dawî hûn dixwazin tiştekî bibêjin?

Di dema nû de bi demokrasî û azadiyê têkoşîna ji bo mafên xwezayî yên gelê me wê hîn bêhtir geş bibe. Bêguman divê em ji her cûre êrîşan re amade bin, ku ji xwe me xwe amade kirine. Lê belê vê jî bibêjim: ji bo me pirsgirêka esasî pirsgirêka çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê jî demokrasî divê. Muxatabê pirsgirêka Kurd partî nîne, dewlet bi xwe ye. Yanî muxatabê me dewleta Tirk e. Lewma ti pirsgirêka me nîne ku em bi partiyên li nava sîstemê re dijminatiyê yan jî dostaniyê bikin. Ji ber ku muxatabê me diyar e. Mînak, eger niha desthilatdarî hatibûya guhertin, li ber me wê dîsa heman tişt hebû. Ji ber ku ev siyaseteke dewletê ye.
Lewma em cudahiyeke gelekî mezin nabînin û têkoşîna me wê hîn bi xurtî dewam bike.
Beriya her tiştî em ji êrîşan re amade ne. Yanî em ji şer re amade ne. Divê vê yekê bi kurtasî bibêjim. Xwestin ku sed salan bi kuştin, qirkirin û tunehesibandinê pirsgirêka Kurd ji holê rakin. AKP-MHP-Ergenekon bi taybetî 8 salên dawî bi konsepteke nû û bi êrîşên topyekûn ev yek dewam kirin. Lê belê nekarîn bikin. Vaye em li her derê hene, çeperên me parastî ne.
Tevî vê yekê jî eger bixwazin ku bi kuştin û qirkirinê encamê bi dest bixin, hingî em jî ji şer re amade ne. Divê gelê me jî amade be. Helwesta gelê me nîşan dide ku ji bo nasname û doza xwe ji her tiştî re amade ye. Gelê me gelekî fedakar e û di vê mijarê de wê ya pêwîst bike, fedakariya pêwîst wê pêk bîne. Em temsîliyeta vê rastiyê dikin. Kurdistan li Tirkiyeyê rastiyeke. Gelê Kurd jî rastiyeke. Hebûna PKK û gerîla rastiyeke. Nikarin ji nedîtî ve bên, nikarin ji holê rakin. Ew nikarin rastiya Rêber Apo, gerîla û Kurd-Kurdistanê ji nedîtî ve bên. Bi vî rengî ye. 40 sal in dixwazin me tune bikin; her sal dibêjin 'em ê îsal tune bikin, em ê bi ser bikevin', lê belê tiştek naguhere. Eger nêzîkatiyek bi aqilane bê nîşandan û guhertin bê kirin, hingî Rêber Apo li Îmraliyê ye. Beriya niha bi 27 salan hevdîtin pê re hate kirin, di hevdîtineke beriya niha de gotibû, ew dikare vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bike. Yanî eger daxwaz çareserî be hingî Rêber Apo li wir e. Lê belê eger dixwazin bi kuştina ciwanên Kurd encamê bi dest bixin, em ê rê nedin vê û em ê wan têk bibin. Kûrahiya taktîkî û rêbaza hate afirandin, nîşan dide ku em ê bi ser bikevin. Heta dawiyê baweriya me bi vê heye û divê gelê me û dostên me jî ji vê bawer bike. Çawa ku me heta niha dijmin rawestand, ji niha û pê ve jî em ê bi ser bikevin.
Di vê çarçoveyê de beriya her tiştî bang li jin û ciwanên Kurd dikim ku karên rêxistinî xurt bikin. Bang li mêr ên ciwan û jin ên ciwan dikim ku hem pêşengiyê ji civakê re bikin, hem jî kar xurt bikin, berê xwe bidin qadên gerîla. Em li benda wan in. Divê ew jî di vê dema girîng de di asta herî bilind de bi rola xwe rabin. Em di wê baweriyê de ne ku ciwanên Kurd hêjayî vê ne. Vaye dijmin ji wan ditirse; binihêrin li Geverê, li Pirsûsê li her derê êrîşî wan dike, digire. Ji ber ku ji wan ditirse. Lê belê kes nikare van ciwanan rawestîne. Ev jî rastiyeke, ku heta dawiyê em pê bawerin. Serketin wê ya me be; serketin wê ya hêzên demokrasiyê be, serketin wê ya gelên Kurdistanê be.