BI DÎMEN

5 gerila li Stûttgartê hatin bîranîn

Adîl Sunger (Lecvan Munzur), Rûhat Tabak (Çekdar Botan), Aysel Kurupinar (Besê Tolhildan, Tarxan Akdaş (Mahîr Tekman) û Mehmet Şiyar Ozer (Xelîl) ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn,li Stûttgartê hatin bibîranîn.

Adîl Sunger (Lecvan Munzur), Rûhat Tabak (Çekdar Botan), Aysel Kurupinar (Besê Tolhildan, Tarxan Akdaş (Mahîr Tekman) û Mehmet Şiyar Ozer (Xelîl) ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn,li Stûttgartê ya Elmanya hatin bibîranîn. Gelek kes tevlî bîranînê bûn ku li salona Çandê ya Arenayê pêk hatibû. Li ser navê malbatên şehîdan Dayika Şengê, malbatên Çekdar Botan, Besê Tolhildan û Mahîr Tekman û nûnerên ciwanên Dij faşîst ên Elman ên Stûttgartê jî li bîranînê amade bûn. Ji bo şehîdên şoreşê deqeyekê rêz hate girtin û sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hate xwendin. Li ser navê Ciwanên Azad daxuyanî hate dayin û hate gotin, ‘’Ji ber ku hevalên me şehîd bûne xemgîniya me dibe serhildêrî û serhildana me dibe ruhê têkoşînê.’’

EM Ê LI DIJÎ KOMKUJIYÊN DEWLETA TIRK BÊDENG NEMÎNIN

Di bîranînê de nûnerê ciwanên Dij-faşîst ên Elman axivî û got, ew ê li dijî komkujiyên dewleta Tirk ku li Kurdistanê pêk tîne bêdeng nemînin. Li ser navê Malbatên Şehîdan Dayika Şengê jî got, ‘’Em ê ji bo şehîdên xwe negirîn. Li şûna şîngirtinê weke soza ku me dayî Rêber Apo heta mirinê em ê di nav têkoşîna azadiyê de cihê xwe bibînin.’’

Di bîranînê de ji bo Çekdar Botan, Lecvan Munzur û Besê Tolhildan sînovîyonek hate nîşandan ku behsa jiyana wan a li Elmanya û têkoşîna wan a li qadên azadiyê dikir. Piştre ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayin kulîlk hatin dayin. Malbatan diyar kirin ew ê li pey rêça zarokên xwe biçin. Bîranîn bi dirûşmên ‘’Şehîd namirin’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’PKK gel e gel li vir e’’ bi dawî bû.