4 gerîlayên HPG'ê li Parîsê hatin bîranîn

4 gerîlayên HPG'ê yên di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla de jiyana xwe ji dest dan, li Parîsê hatin bîranîn.

4 gerîlayên HPG'ê Vedat Yoldaş (Hakî Amed), Cahît Yuksel (Serhat Xerzan), Mûhtesîm Ozdogan (Şivan Denîz) û Adem Atiş (Qehreman Dîgor) ên di êrîşa balafirên artêşa Tirk a Kanûna 2015'an li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Fransa Parîsê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Vîllîers le Bel pêk hat û saet di 14:00 de destpê kir. Wêneyên 4 gerîlayên HPG'ê tevî find û gulan li goşeyekê hatin bicihkirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, siyasetmedar-nivîskarê Kurd Fûat Kav axivî. Kav got, "Duh li zîndana Amedê berxwedaneke bi lehengî hat nîşandan, li Kobanê beden di bin tankan de hatin teqandin û îro li Cizîr, Sûr, Silopiya û Nisêbînê li dijî çeteyên Qesrê yên faşîst berxwedaneke bêhempa tê nîşandan. Ev berxwedan wê ti carî neqede û yên bi 'plana têkbirinê' ve dixwazin me têk bibin, ew ê li pêşberî berxwedana vî gelî têk biçin."

Pismamê gerîlayê HPG'ê Cahît Yuksel Ferhat Yuksel li vir axivî û got, "Berê jî hewl da tevlî refên têkoşînê bibe, lê belê hat girtin û li girtîgehê hat ragirtin. Tevî vê yekê jî dev ji vê daxwaza xwe berneda û berê xwe da çiyê. Bila serê gelê Kurd, serê Serok Apo sax be."

Merasîma bîranînê piştî axaftinan û nîşandana sînevîzyonê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.