35 çeteyên El Nusra li Helebê hatin kuştin

Li Helebê di navbera komên çete yên Cebhet El-Nusra û hêzên rejîmê de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Di encamê de 35 endamên El-Nusra hatin kuştin.

Li Helebê di navbera komên çete yên Cebhet El-Nusra û hêzên rejîmê de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Di encamê de 35 endamên El-Nusra hatin kuştin.

Komên çete yên El Nusra û hin komên din ên girêdayî wê Odeya Çalakiyan a rizgarkirina Helebê ava kirin. Komên El Nusra zêdeyî 400 topên hawanê avêtin taxên ku di bin destê hêzên rejîmê de ne, li aliyê din hêzên rejîmê jî herêmên di bin kontrola wan de bombebaran kir. Di encamê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 70 kes birîndar bûne.

Li aliyê din jî di taxên Cemiyet El Zehra ya li rojavayê Helebê, Lêremûn, Raşidîn, Şîhan û derdora kela herêma Sebi Behrat şer û pevçûnên dijwar rû dan. Li gorî agahiyên ku rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê dane di pevçûnan de 35 çeteyên El Nusra hatin kuştin ku piraniya wan biyanî ne.