3 gundên Mûsilê ji destê DAIŞ'ê hatin derxistin

Li başûrê Mûsilê di operasyona hêzên Iraqê de 3 gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û ketin kontrola Hêzên Navendî yên Iraqê.

Hêzên Iraqê, bi du baskên bingehîn ji aliyên başûr û başûrrojhilatê Mûsilê ve tevdigerin. Di navbera hêzên Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Fermandarê Operasyona Nînowa Ebîdulemîr Reşîd Yarallah daxuyaniyeke weşand û diyar kir, hêzên Polîsê Federal ê Iraqê gundên Karfûr, Cimasiye û Bicwarî kontrol kirine.

Baregeha Leşkerî Eqrîb a li ser rêya Bexda-Mûsilê û gundê Bakhîra yê li nêzî vê herêmê, ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatin derxistin.

Li aliyê din, hêzên artêşê û polîsên federal, ji başûrrojhilat ve ber bi bajêr ve diçin.