18’ê Gulanê: Di tevgera azadiyê de dîroka berxwedanê

Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Halîl Çavgun û Çar Şoreşgerên ku bi agirê xwe Kurdistan ronî kirin, di qonaxên krîtîk ên şoreşa Kurdistanê de ruhê berxwedanê derxistin holê.

Yek ji pêşengê tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya di 18’ê Gulana 1973’an de di êşkenceyê de hate qetilkirin û vî tiştî rê li ber avabûna şoreşa Kurdistanê ya ku Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîmarê wê ye, vekir.  4 sal şûnde Hakî Karer û 5 sal şûnde dema ku Halîl Çavgun şehîd ketin, deriyê pêvajoyeke dîrokî vebû. Di 18’ê Gulanê de Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik li zindana Amdê bedena xwe kirine guloka agir û şehîd ketin.

Ji Kaypakkaya heta Çar Şoreşgeran, bandora 18’ê Gulanê ya li ser dîroka Tevgera Azadiya Kurdan û jînenîgariya têkoşînê ya van şoreşgeran.

18’Ê GULANA 1973’AN: ÎBRAHÎM KAYPAKKAYA

Yek ji pêşengê tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya di sala 1948’an de li bajarê Sûngûrlû yê Çorûmê ji dayik bû.  Dema ku li Zanîngeha Stenbolê di beşa Fîzîkî ya Fakulteya Fenê dixwend wî fikrên şoreşger nas kir û bi hinceta ku li hemberî fîloya 6’an a Amerîkayê belavok weşandiye, ji dibistanê hate avêtin. Demekê li buroya rojnameya Îşçî-Koylu ya li Stenbolê xebitî.

Bi pêşengiya wî di 24’ê Nîsana 1972’an de Artêşa Rizgariyê ya Karker û Gundiyan a Tirkiyeyê (TÎKKO) hate avakirin. Li çiyayên Dêrsimê dema ku têkoşîna çekdarî rêxistin dikir, di 24’ê Çileya 1973’an de di şerê li hemberî artêşa Tirk de birîndar bû û piştre dîl hate girtin. Kaypakkaya birin Zindana Amedê û di 18’ê Gulana 1973’an de ew bi êşkenceyê qetil kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek nirxandinên xwe de diyar dike têkoşîna şoreşgera a Kaypakkaya pêşengiya wê dike, ji wan re bûye îlham. Rêberê Gelê Kurd di nirxandineke sala 1996’an de têkiliya helwesta Kaypakkaya bi cewherê Elewîtiyê danîbû û ev tişt gotibû, “Di cewherê dîrokî yê Elewîtiyê de, mînakên wekî Baba Îshak û Îbrahîm Kaypakkaya heye. Baba Îshak ji Semsûrê ketê, ji Çorûm û Tokatê derket. Heman rejîmê li Amasyayê çermê wî gurandin. Kaypakkaya ji Çorûmê rabû û li Dêrsimê çalakiya xwe ya xurt kir. Li Amedê serê xwe da lê raza xwe neda, wî çalakiya xwe ya mezin li wir kir û şehîd bû. Cewher û geşedana dîrokî ya Elewîtiyê ev e  û tarza wê ya şoreşger jî wisa ye.”

Abdullah Ocalan di pirtûka pêncemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi navê ‘Doza Kurdan û çareseriya neteweya demokratîk: Di dorpêça qirkirina çandî de parastina Kurdan’ de wisa qala bandora Kaypakkaya û pêşengên şoreşger li ser wî kirine dike: “Pêşengê THKP-C’yê Mahîr Çayan berî tevî Huseyîn Cevahîr li Maltepeyê li ber xwe dan, piştre Huseyîn şehîd ket, ew jî bi birîndarî hate girtin û piştre ji girtîgehê reviya û tevî neh hevalên xwe li Kizildereyê şehîd bû. Van tiştan bandoreke mezin çêkir. Min dîtibû ku serokê THKO’yê Denîz Gezmîş tevî du hevalên xwe hatibûn darvekirin.  Pêşengê TÎKKO’yê Îbrahîm Kaypakkaya jî li Zindana Amedê li hemberî êşkenceyê li ber xwe da û şehîd ket. Ez bûbûm şahid ku her sê pêşengan rastiya gelê Kurd û neteweyê bi canê xwe dan. Bêguman tevî hinek sedemên din jî, şehadeta van pêşengan bûn hêmana bingehîn ku ez ber bi rastiya xwe ya cewherî bimeşim.”

18’Ê GULANA 1977’AN: HAKÎ KARER

Hakî Karer ê ku di nav kadroya destpêkê ya şoreşa Kurdistanê de bû di sala 1950’an de li navçeya Ulubey a Ordûyê ji dayik bû. Di lîseyê de wî fikrên çepgirî û sosyalîstiyê nas kir. Dema ku li Enqereyê di fakulteya Fenê de dixwend wî li Komeleya Çandê ya Xwendina Bilind Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir. Karer di nîqaşên bi endamên komê re ev tişt digot “Neteweya Kurd bi têkoşîna serxwebûnê dikare serfiraz bibe û proleteryaya Tirkiyeyê jî dema ku ev pirsgirêk were çareserkirin wê karibe şoreşê bike. Azadbûna Tirkiyeyê bi azadbûna Kurdan wê pêk were.”

Hakî Karer di Newroza 1973’an de tevlî civîna li Dîkmena Enqereyê jî bû û bi ruhekî enternasyonalîst di nav refên têkoşîna azadiya Kurdistanê de cih girt. Di sala dawîn a zanîngehê de dev ji zanîngehê berda û ji bo vegera Kurdistanê pêşengtî kir. Di salên 1975 û 1977’an de ji bo ku tevger li gelek bajarên Kurdistanê belav bibe ew têkoşiya. Karer li Êlih, Agirî, Edene û herî dawîn jî li Dîlokê di nav xwendekar, karker û ciwanan de xebatên rêxisinkirina kome kir.

Karer di 27 saliya xwe de di 18’ê Gulana 1977’an de li qehwexaneyeke Dîlokê ji aliyê endamên avadaniya sîxur a bi navê Stêrka Sor hate qetilkirin. Qetilkirina Hakî Karer wekî êrişa li dijî gava ber bi Kurdistanê ya komê hate nirxandin. Piştre tola Hakî Karer ji kujeran hate stendin û çanda ‘Wê xwîna hevalên me qet li erdê nemîne, wê teqez tola wan were stendin’ ava bû.

Rêberê Gelê Kurd ji bo xwedîlêderketina bîranîna Hakî Karer li Dîlokê bernameya partiyê amde kir û bi navê ‘Şoreşgerên Kurdistanê’ wekî pirtûkeke biçûk weşand. Vê pirtûka bi navê ‘Ji bo bîranîna şoreşgerê proletere û enternasyonalîst Hakî Karer’ a ku wekî teksta çapkirî ya herî kevn a tevgerê tê zanîn. Di vê pirtûka biçûk de ev tişt hatibû gotin ‘Hakî Karer wekî Che Gûevera li derveyî cihê ku lê mezin bûye, tevlî têkoşîna bindestan bû û ew enternasyonalîstekî rastîn bû.”

18’Ê GULANA 1978’AN: HALÎL ÇAVGUN

Halîl Çavgun di sala 1954’an de li Hîlwanê ji dayik bû. Dema li Rihayê Enstîtiya Perwerdehiyê dixwend, tevgera azadiya Kurdistanê ya bi pêşengiya Abdullah Ocalan di nav ciwanan de geş dibû. Çavgun di sala 1977’an de tevlî vê tevgerê bû. Di wê salê de ev tevger gav bi gav û di nav gel de xwe rêxistin dikir. Ev tevger êdî bûbû hedefa dewletê û hêzên ku dewletê piştgirî dida wan.

Di sala 1978’an de tevgerê xeta rêxistinbûnê ya ji Dîlokê ber bi Rihayê mezintir kir û xeteke nû ya ji Amed, Êlihê, Dêrsim, Xarpêtê digihişt heta Serhedê ava kir. Vê koma biçûk vediguherî tevgereke rêxistinkirî û girseyên gel ên berfireh piştgirî dida wan.

Di salvegera 1’emîn a şehadeta Hakî Karer de kadro û sempatîzanan 18’ê Gulanê wekî roja çalakiyê diyar kiribûn, li hemû bajarên ku lê rêxistinkirî bûn afîş belav kirin û ji bo bîranînê civiyan. Heman xebat li Hîlwanê jî hate kirin û Halîl Çavgun jî tevlî bûbû. Piştî civîna bîranîna Karer eşîra Suleyman a MHP’yî ku bi dewletê re dixebitîn bi du wesayîtan êrişî dibistana ku ciwan lê bû kirin. Di vê êrişê de Halîl Çavgun hate qetilkirin, sê hevalên wî jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk û nokeran xwestin çavê Apoyiyan bitirsînin. Lê dema ku hê cenazeyê Çavgun li erdê bû tevgerê li hêzên eşîrê dan û pêvajoya bi navê ‘Berxwedana Hîlwanê’ ya di dîroka PKK’ê de hate destpêkirin. Di nava sê mehan de gelê Hîlwanê vî dîwarê tirsê hilweşandin û têkiliya xwe ya neteweya Kurd xurt kirin. Eşîra Suleyman a ku alîgirên dewletê bûn li hemberî berxwedanê derbeke giran xwarin û neçar man şaredariya di destê xwe de berdin. Di 6’ê Gulana 1979’an de di hilbijartinan de Nadir Temel dengekî zêde stend û bû şaredarê Hîlwanê.

Rêberê Gelê Kurd wisa qala wan deman dikir “Çawa ku qetilkirina heval Hakî ji bo têketina Kurdistanê êrişeke astengkirinê bû, qetilkirina heval Halîl jî li dijî xurtbûna kokberdana li herêmê bû. Bi qetilkirina heval Hakî re dijmin digot qey ew ê karibe têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdistanê bide sekinandin lê şoreşgeran zend û bendê xwe badan û tevgera xwe mezintir kirin. Mêtingeran ji bo astengkirina tevgera şoreşger vê carê jî çeteyên eşîrên feodal û hêzên xayîn ên herêmî xistin dewrê. Di êrişa çeteyên sîxur û polîsên fermî de heval Halîl Çavgun hate qetilkirin.”

 18'Ê GULANA 1982: ŞEVA ÇARAN

Di 18'ê Gulana 1982'an de li koxûşa 33'an a li Girtîgeha Amedê Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik li dijî polîtîkayên xiyanetê ku li girtîgehan dihate ferzkirin û li hemberî zilma ku li gelê Kurd dihate kirin, bedena we kirin agir û şehîd bûn. Vê çalakiya dîrokî weke 'Şeva Çaran' cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de girt.

Çaran bi gotina 'Agir geş bikin, kî avê lê bike ew xayîn e' bang li hevalên xwe kirin û bi vê nota li pey xwe hiştin, navê xwe li dîroka nêz a Kurdistanê nivîsandin: "Ev çalakî divê teqez bigihêje gel. Çalakî dewama çalakiya hevalê Mazlûm e. Em şopdarên Mazlûm in, divê çalakî rast bê fêhmkirin. Çalakiyek li dijî xiyanet, teslîmiyet û zextê ye."

Çîroka jiyan û têkoşîna Çaran wiha ye:

Ferhat Kûrtay: Li gundê Xursê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê di sala 1949'an de ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Qoserê û Mêrdînê xwend. Li Trabzonê dema ku li Fakulteya Endezyariyê beşa Endezyariya Elektrîkê dixwend, fikrên şoreşgerî nas kir. Piştre jî li Mêrdînê ji bo demekê endezyarî kir. Hingî kadroyên PKK'ê yên dihatin Mêrdînê nas kir û di demeke kurt de tevlî karên tevgerê bû. Cihê xwe di nava avakirina komîteyên amadekar ên rêxistiniya PKK'ê ya li herêma Mêrdînê de girt û karê belavkirina organên weşanê yên navendî bi cih anî. Di 23'ê Mijdara 1979'an de di encama îxbarekê de tevî M. Hayrî Dûrmûş li malekê hate girtin.

Necmî Oner: Li Çermûk a Amedê ji dayik bû. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li vir qedand. Tevî ku berê nêzî DDKD'ê bû, piştî ku kadroyên PKK'ê li navçeyê nas kir, bi bandora van kadroyan tevlî kar bû. Li navçeyê cihê xwe di nava karên ciwanan de girt û ji bo girseyîbûna tevgerê bi roleke girîng rabû. Demeke kurt beriya ku bê girtin ji bo berpirsyariya ciwanan a komîteya amadekar a xwecihî hate wezîfedarkirin. Ji ber bûyereke li dibistanê di sala 1979'an de hate girtin.

Eşref Anyik: Li gundekî Wêranşarê di sala 1960'î de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî xizan bû, tenê karîbû dibistana seretayî bixwîne. Ji ber rewşa malbata xwe ji zarokatî ve dest bi kar kir û tevî malbata xwe li Edeneyê weke karkerekî demsalî xebitî. Her wiha li metropolên Tirkiyeyê di karên cuda de kar kir. Anyik bi bandora têkoşînê ya li Hîlwanê tevlî nava refên PKK'ê bû. Di têkoşîna çekdarî ya dijî Suleymaniyan de di şerekî de hate girtin.

Mahmût Zengîn: Bi eslê xwe ji Sêweregê bû, lê ji ber ku kalkê wî li Hîlwanê dima piraniya jiyana xwe li Hîlwanê derbas kir. Dibistanên seretayî û navîn li vê derê xwend. Li Hîlwanê di sala 1978'an de bi bandora têkoşîna çekdarî ya li dijî Suleymaniyan de cihê xwe li nava refên Apoyiyan girt. Destpêkê tevlî nava karên ciwanan bû. Karên girseyî û propagandayê kir. Li bejahiya Hîlwan û Sêweregê di têkoşîna çekdarî ya dijî Suleymaniyan û Bûcakan de cih girt. Di vî şerî de 7'ê Tîrmeha 1979'an hate girtin û ew birin Girtîgeha Amedê.