16. Kongreya Giştî ya KNK’ê didome

16. Kongreya Giştî ya KNK’ê li Brûkselê didome. Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik peyamek ji bo kongreyê şand û bal kişande ser giringiya yekîtiya netewî. Bayik rexne li PDK’ê kir û xwest ku ti Kurd ji êrîşên dewleta Tirk re nebe amûr.

16. Kongreya Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li paytexta Belçîka Brûkselê bi tevlêbûna hevserokên KNK’ê, endam û desteya rêveber pêk hate. Bi sedan delege ji Kurdistanê û Ewropayê tevlî civînê bûn ku wê 2 rojan bidome.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, hevserokên PYD’ê Salih Muslim û Asya Abdullah, Serokê Giştî yê PJAK’ê Hecî Ehmedî, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Yûsûv Muhammed, rêveberê YNK’ê Sadî Ehmet Pîre di kongreyê de axivîn.

Piştre dîwana Desteya KNK’ê hate hilbijartin û rapora xebatan hate xwendin.

Di nîqaşan de ji bo çareseriya krîzên Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn pêşniyar hatin dayin.

Desteya Giştî ya KNK’ê bi nîqaşên kûr berdewam dike..

Tê payin ku di saetên pêş de encam werin eşkerekirin.

JI KCK’Ê PEYAM

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik peyamek şand ji civînêre.

Bayik wiha got: ‘’Ew bi azweriya welatê azad ê şehîdan û jiyana azad’’ kesên ku tevlê civînê bûne silav dike.

Bayik got, ‘‘Ez hêvî dikim ku kongreya we bi biryarên xurt ku vîna dîrokî nîşan bide derbas bibe’’ û pêvajoya ku tê nirxand.

Diyar kir berzbûna jiyana azad û demokratîk a Kurdan û xurtbûna hêza siyasî-leşkerî bi pêkhatina van armancan ve pêkan e.

 ‘KU PARÇEBÛNÎ WERE ÇARESERKIRIN TI HÊZ HEQ JI KURDAN DERNAYÊ’

Bayik got, ‘’Rewşa ku Kurdan niha bi dest ve anîne, têkçûn ji serkeftinê zortir kiriye’’ û ev tespît kirin:

‘’Heke Kurd bikaribin parçebûna netewî ya statûko û qirkeriya sedsala 20’an ji ser xwe bavêjin, ti hêz wê nikaribe li pêş bisekine ku Kurd bibin gelê herî berz ê sedsala 21’an.

Kurd di vê serdemê de yekîtiya xwe pêk neyînin wê kengî pêk bînin? Di vê serdemê de tevgera berteng a li gorî berjewendiyên rêxistinî, partîyî û parçeyî û ya bi ezezî li hemberî dîrokê wê her kesî bixe rewşa sûcdariyeke giran.

Ev rasteqînî berpirsyariyên dîrokî yên KNK’ê zêdetir dike. Peywira sereke ya li pêş KNK’ê ew e ku xebatên yekîtiya netewî bike û li ser vê bingehê hewl bide ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêk bîne.’’

 ‘DIVÊ TI KURD JI ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK RE NEBE AMÛR’

Bayik bal kişande ser êrîşên giştî yên dewleta Tirk û wiha pê de çû: ‘’Li dijî vî şerê îmhayê û çaresernekirina kêşeya Kurd gerîla bi berxwedanê û gel jî bi ragihandina xwerêveberiyê bûye bersive.’’

Bayik rexne li PDK’ê kir û wiha anî ziman: ‘’Daxuyaniyên neyênî yên PDK’ê û helwestên wê nîşan dide ku têkiliyên wê yên bi AKP’ê re zêdetir bûne. Li ti deverê li dijî êrîşên ser Kurdan divê kes bêdeng nemîne.’

 ‘KNK DIVÊ BIKARIBE HEMÛ AVANIYÊN KURDISTANÊ BI HEVKARÎ TEVBIGERÎNE’

Bayik di dawiya peyama xwe de bal kişande ser mîsyona KNK’ê:

‘’Risya herî girîng a KNK’ê ew e ku li hemû parçeyên Kurdistanê refleksên netewî xurt bike. Yek ji diyardeya herî zêde pêdiviya Kurdan pê heye ew e ku refleksên xwe yên netewî xurt bikin.

Dewleta Tirk li gel dijminên din ên Kurdan wê hewl bide ku li her deverê êrîşî bîne ser têkoşîn azadiyê û destkeftiyên Kurdan têk bibe. Ji bo vê jî divê KNK’ê zêdetir rêxistiniya xwe xurt bike, divê nêzîktirî qadên germ ê têkoşînê xebatan bike, bikeve nav hewldanên wiha ku têkoşîna gelê me ya li her deverê xurt bike û çareseriyê ji kêşeyan re bibîne.’’