BI DÎMEN

15'ê Sibatê li Toronto û Sîdneyê hat şermezarkirin

Li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li bajarê Toronto yê Kanadayê û li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin.

Li dijî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li bajarê Toronto yê Kanadayê û li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin.

TORONTO

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Toronto yê Kanadayê li hev civiyan, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi meşekê şermezar kirin.

Meş ji ber Finch&Kell dest pê kir, ku Komeleya Kurdan lê ye û heta navenda bajêr dewam kir. Piştî meşa 6 saetan, li ser navê girseya gel daxuyaniyek hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda giran ne yên qebûlkirinê ne. Her wiha malbatên Kanadayiyên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, li çalakiyê axivîn.

SÎDNEY

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, di salvegera 18. de li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê, ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat şermezarkirin.

Girseya gel li Martîn Placeyê li hev civiya û belavokên li ser komployê belav kir. Li vê qadê, bi zimanên Îngilîzî û Kurdî daxuyanî hat dayîn û li ser komployê agahî hat dayîn. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de û diyar kirin, bi berxwedana Ocalan û gelê Kurd re pêşî li komployê hatiye girtin.

Qisekeran dan xuyakirin, ku ji bo azadiyê, divê her kes hê bêhtir bixebitin. Piştî axaftinan, li ser navê Komîteya Amadekar daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê nivîskarê Green Left Weekly Peter Boyle ve hat xwedin û piştre dirûşmên ji bo azadiya Ocalan hatin qîrîn.