1'ê Gulanê li Stenbolê destpê kir

Li ser banga DÎSK, KESK, TMMOB û TTB, kedkar û karker ji bo "1'ê Gulanê ya yekbûyî û girseyî" li Bazara Gel a Bakirkoyê li hev civiyan.

Tevî rêxistinên pîşeyî û konfederasyonan, endamên partiyên ji pêkhateyên HDP/HDK'ê, ESP, EMEP, Halkevlerî, Partîzan û Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî ji bo mîtîngê li Încîrlî E-5 û Marmara Forûmê li hev civiyan.

Rêxistinên HDP'ê yên navçeyan, bi qîrîna dirûşmên ji bo silavkirina xwerêveberiyên li Kurdistanê hatin ber AVM Forûm.

Endamên SGDF jî bi pankarta bi nivîsa "Ciwan wê li ber xwe bidin, şoreş wê bi ser keve" cihê xwe li baskê meşê yê li Marmara Forûmê girtin. Endamên ESP'ê jî pankarta bi nivîsa "Rêya yekane şoreş e" vekirin. Her wiha pankartên bi nivîsa "Bijî Yekê Gulanê" yên bi zimanên Ermenî, Kurdî, Tirkî, Erebî û Lazî vekirin.

Di nava korteja DÎSK'ê ya li Încîrlî de endamên sendîkayên LÎMTER-Îş, Karkerên Tekstîlê, Gida-Îş, Cam Keramîş-Îş û Genç-Sen cih girtin. Sendîkaya LÎMTER-Îş'ê pankarta bi nivîsa "Bi ruhê 1'ê Gulanê em ê zincîrên koledariyê biqetînin" û wêneyên Suleyman Yeter ê di binê çavan de hat qetilkirin û rêveberê Înşaat-Îş'ê Tekîn Arslan ê li Enqereyê hat qetilkirin, vekirin.

Komeleya Pîrt Sûltan Abdal jî bi pankarta bi nivîsa "Em ê şerîatê û faşîzmê têk bibin. Şopdarên Pîr Sûltan bi erka xwe rabin" xwe gihand Încîrliyê.

BEKSAV a pankarta bi nivîsa "Bijî 1'ê Gulanê" ket qadê.

Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê ji bo bêje "Rojnamevanî ne sûc e" cihê xwe li nava baskê meşê yê li Marmara Forûmê girt.

Li Încîrliyê endamên Halkevlerî, Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, Kaldiraç, TKH, Kolektîfa Xwendkaran, EHP, Genel-Îş, Komunîst Partî, TMMOB, FKF li hev civiyan. Bi hinceta lêgerîna bombeyê, demeke dirêj neketin qadê.

TOMA PÊ LI KESEKÎ KIR Û EW QETIL KIR

Li aliyê din, komên li Okmeydani, Şîşlî, Mecîdiyekoy û Tarlabaşi li hev civiyan, bûn hedefa êrîşa polîsên Tirk a bi bombeyên gazê. Li Tarlbaşi, welatiyekî derbasî aliyê din ê rê dibû di binê TOMA'yê de eciqî.

BINÇAVKIRIN

Polîsan li kolana Îstîklalê avêtin ser kafeyan. Polîsan Hevseroka ESP'ê ya Navçeya Sûltangazî Nûrhayat Guneş, Can Kizilirmak, Firat Gok, Maksût Toprak, Enver Alpşar binçav kirin.

Endamên Halevî li aliyê Talîmhane li hev civiyan û ber bi Taksîmê ve dest bi meşê kirin. Lê belê polîsan bi ava şid a ji TOMA'yan êrîşî xwepêşandêran kirin. Endamên Halkevî xwe ber bi aliyê Şîşlî ve vekişandin. Endamên Sendîkaay Karkerên Înşaetê yên li kolana Mete li hev civiyan hewl dan xwe bigihînin meydana Taksîmê. 3 kes li vir hatin binçavkirin.