1,6 mîlyon jinên ducanî dikarin bi vîrûsa Zîka bikevin

Vîrûsa Zîka ku ji par û vir ve bi taybetî li Latîn Amerîka û Karabîkê belav bû, rîsk heye li nava 1,6 mîlyon jinên ducanî belav bibe. Tê texmînkirin ku di nava bi deh hezaran zarokên nû ji dayik bibin de rewşa ne normal hebe.

Li gorî lêkolîn-xebatek li kovara Natûre Mîcrobîology hat weşandin, vîrûsa Zîka ya bi rêya kelmêşa Aedes aegyptî û gelek cureyên din bi mirovan û bi jinên ducanî dikeve, zerarê dide fonksiyonên mejî yên pitikan. Hat ragihandin, xeterî heye 1 mîlyon 650 hezar jin bi vîrûsa Zîka bikevin.

Li gorî lêkolîna bi pêşengiya Zanîngeha Notre Dame du Lac a li Îndîanayê hat kirin, li gorî 'senaryoya herî nebaş' rîsk heye vîrûs bi zêdeyî 90 mîlyon mirovên li Latîn Amerîka û Karabîkê bikeve, herî zêde jî wê bandorê li pitikên nû ji dayik bibin, bike. Hat ragihandin, rîsk heye vîrûs bi 1,6 mîlyon jinên ducanî bikeve û eger pê bikeve, wê pitikên ji van jinan ji dayik bibin, serê wan ji rewşa normal biçûktir be.

Di vê lêkolînê de tê gotin, gelek kesên bi vê vîrûsê ketine, haya wan jê nîne ku pê ketine.

Li gorî senaryoya nebaş a di lêkolînê de hat tespîtkirin, pêkane vîrûsa Zîka li Brezîlyayê bi zêdeyî 37 mîlyon mirovan bikeve. Rîsk heye ku li Meksîkayê 15 mîlyon, li Venezûelayê 7,4 mîlyn kes bi vê vîrûsê bikevin.

Beriya niha Zanîngeha Lancaster a li Îngilîstanê jî lêkolînek kiribû û di vê lêkolînê de hatibû ragihandin, ku di nava jinên ducanî de pitikên ji sedî 29 ê van jinan, wê ne normal bin. Eger encamên lêkolîna li Îngilîstanê piştrast bibe, rîsk heye hejmara pitikên mejiyê wan ne normal bixebite, wê bigihêje nîv mîlyonî.