KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Daxuyaniya KJK'ê ya li ser 15'ê Sibatê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin
Koordînasyona KJK'ê ji ber salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û bang kir ku bi ruhê seferberiyê tevlîbûn li çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin. -
Li Kampa Mexmûrê ji bo Abdullah Ocalan greva birçîbûnê destpê kir
Xelkê Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. -
Rojnamevanên Şengalê xwestin Silêman Ehmed bê berdan
Endamên Ragihandina Azad a Şengalê diyar kirin ku PDK bi girtin, qetilkirina rojnamevnan nikare ragihandina azad bêdeng bike û xwestin, rojnamevan Silêman Ehmed bê berdan. -
Li Amedê coşa Meşa Azadiyê
'Meşa Mezin a Azadiyê' ku li Wan û Qersê destpê kir, piştî 13 rojan li Amedê gihîşt hev. Meşvan li navnda bajêr bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. -
Baskên Qers û Wanê gihîştin hev, meşa Amedê destpê kir
'Meşa Mezin a Azadiyê' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi rê ket, herdu baskên wê piştî 13 rojan li Amedê gihîştin hev. -
NPG: Komplo wê bi temamî bê têkbirin
Fermandariya Biryargeha NPG'ê diyar kir ku têkoşîna wan a ku bi ruhê fedaî yê Apoyî tê meşandin wê teqez bi ser bikeve û got, "Êdî eşkere bûye ku komplo wê bi temamî bê têkbirin." -
KCK: Bersiva herî bi wate ya ji komployê re tevlîbûna kampanyaya azadiyê ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da û got ku bersiva herî bi wate ya ji komployê re bê dayîn, tevlîbûna kampanyaya azadiyê ye. -
'Xweseriya Şengalê wê bi fikrê Rêber Apo bê qebûlkirin'
Serokeşîrên Şengalê diyar kirin ku bi fikirê Abdullah Ocalan wê ax, dîrok û gelê xwe biparêzin û gotin, Xweseriya Şengalê jî wê bi vî fikrî bê qebûlkirin. -
Canan Ûzûnay: Gel wê qeyûman ji holê rake
Namzeta Hevşaredariya Rêya Armûşê ya DEM Partiyê Canan Ûzûnay destnîşan kir ku gel wê xwedî li îrade û destketiyên xwe derkeve û di 31'ê Adarê de qeyûman ji holê rake. -
'Ti hêz nikare me ji Rêberê me dûr bixîne'
Gerîlayan diyar kirin ku komploya navneteweyî negihîştiye armanca xwe û gotin, "Em di têkoşîna xwe de bi biryar in. Ti hêz nikare me ji Rêberê me dûr bixîne." -
Kalkan: Êrîşa komploya navneteweyî dikare bê têkbirin, ji vê yekê bawer bikin
Kalkan diyar kir ku Abdullah Ocalan li dijî sîstemeke ku rojê 10 caran dikare bikuje 25 sal in li ber xwe dide û got, "Ev yek çi nîşan dide? Sîstema Îmraliyê dikare bê parçekirin, azadiya Rêber Apo dikare bê misogerkirin. Divê mirov ji vê bawer bike." -
Meşvanên Azadiyê li Bismilê bi coş hatin pêşwazîkirin
Milê Qersê yê "Meşa Azadiyê ya Mezin" gihaşt navçeya Bismilê ya Amedê. Meşvanên ku li kuçe û kolanên navçeyê meşiyan, armanca meşê vegotin. -
Nobetên Edaletê: Ji bilî azadiya Abdullah Ocalan tu alternatîfeke din nîne
Nobeta Edaletê li gelek bajaranhatine destpêkirin didomib. Meşvanên azadiyê ya li Êlihê çûn serdana nobeta edaletê û peyama “Ji bilî azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan tu alternatîfeke din nîne” hate dayîn. -
‘Em dikarin baxçeyekî ku her kesî hembêz bike ava bikin’
Bîdûr El Cerah a aktîvîsta ji Bexdayê di ‘’Komxebata ji Rêber Apo re Azadî’’ de ku li Şengalê hate lidarxistin, bal kişand ser tekoşîn û deskeftiyên jinên Êzidî û got: ‘’Em dikarin baxçeyekî ku her kesî hembêz dike ava bikin.’’ -
Encamnameya komxebata Şengalê: Fikrê Rêber Ocalan wê li tevahiya Iraqê bê belavkirin
Di komxebata jinên Êzidî û Ereb de biryar hate dayin ku înîsiyatîfeke hevbeş bê avakirin û ji bo belavkirina fikrên Rêber Ocalan li tevahiya Mûsil û Iraqê kar bê kirin. -
Meşa Mezin a Azadiyê: Serketin wê ya Kurdistaniyên berxwedêr be
Baskê Qersê yê Meşa Mezin a Azadiyê li Êlihê hat pêşwazîkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek peyama “Serketin wê ya Kurdistaniyên berxwedêr be” da. -
Êzidiyan ji bo azadiya Rêber Apo dua kirin
Alimên olî, serokeşîr û dayikên Êzidî yên li Şengalê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dua kirin. -
'Ev meş wê rêya komara demokratîk jî veke'
Meşvanên Azadiyê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û destnîşan kirin, ku ev meş wê di heman demê de rêya komara demokratîk jî veke. -
Li Şengalê komxebata ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir
Ji ber salvegera 25'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li Şengalê bi pêşengiya jinên Êzidî û Ereb ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komxebatekê destpê kir. -
Li Wanê 5 kes hatin binçavkirin
Li Wanê di serdegirtina polîsan de 5 ciwan hatin binçavkirin. -
PKK: Ji bo serketina pêngava azadiyê ya navneteweyî em seferber bibin
Komîteya Rêveber a PKK'ê ji ber salvegera 25'an a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û got, "Ji bo serketina pêngava azadiyê ya navneteweyî em seferber bibin." -
Em ê pirsgirêkên Êlihê bi hev re çareser bikin
Namzeta Hevşaredariya Êlihê Gulistan Sonuk a ji DEM Partiyê got, "Em ê hemû beşên civakê yên ji nedîtî ve hatine li hev kom bikin, bi hev re pirsgirêkan nîqaş bikin û rêbazên çareseriyê peyda bikin." -
Meşvanên Azadiyê Eşref Anyik li ser gora wî bi bîr anîn
Meşvanên Azadiyê, Eşref Anyik ê yek çaran ku li Zindana Amedê bedena xwe da ber agir, li ser gora wî bi bîr anî û got: “Ew agirê wan vêxistiye, heta ku bigihe armanca xwe wê bidome.” -
Amedsporê li sehaya xwe Uşakspor 8-0 têk bir
Di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de Amedspor îro li sehaya xwe bi Uşaksporê re lîst û bi 8 golan Uşaksporê têk bir. -
Namzetên Dersimê yên DEM Partiyê diyar bûn
Namzetên Dersimê yên DEM Partiyê bûn Bîrsen Orhan û Cevdet Konak.