KURDISTAN
Nûçeyên Dawî
-
KCD: Em ji bo Rojava seferber bibin!
KCD'ê bal kişand ser amadekariyên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava û hişyar kir, ku bi vê yekê re wê DAÎŞ ji nû ve zindî bibe. KCD'ê bang kir ku bi ruhê seferberiyê piştevaniya gelê Rojava bê kirin. -
Demîrtaş: Êrîşa dagirkeriyê ji bo wan ne destpêk dawî ye!
Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê Nurettîn Demîrtaş li ser êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li ser Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, êrîşa dagirker ''ji bo wan ne destpêk lê dawî ye''. -
Miradê Mirada: Xwendina Arjen Arî naskirina welatê me ye
Helbestvanê ciwan Mİradê Mirada ku îsal hêjayî xelata Pêşbirka Helbestan a 6'emîn a Arjen Arîn hate dîtin got, "Bi xwendina Arjen mirov dikarin welatê xwe û çiyayên xwe nas bikin. Arjen Arîn wê timî bibe pêşengê me." -
KCK: Hêrsa gelê me wê her şêweyên komployê têk bibe
KCK: Ji ber tirsa ji hêza guherîn, veguherîn û şoreşgerî ya Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê, komployeke ji gelek aktoran pêk hat ku di dîrokê de nehatiye dîtin. -
Ciwanên Şengalê komplo şermezar kirin
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) bi daxuyaniyeke çapemeniyê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir. Ciwanan gotin, "Serî hildin, li ber xwe bidin, faşîzmê têk bibin û bi Rêbertî re azad bijîn." -
Çalakiyên şermezarkirina komployê: 8 dagirker hatin kuştin
Ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gerîlayan li Gever û Payîzaxayê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Komalên Ciwan banga seferberiyê kir
Komalên Ciwan li hemberî gefa dagirkeriya Tirkan diyar kirin ku wan bi giyanê serhildana 6-8’ê Cotmehê seferberî dane destpêkirin. -
Nobeda li Amedê: Em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin
Li Amedê di Nobeda Demokrasiyê de gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û biryardariya ji bo berxwedanê hate destnîşankirin. -
Nobeda demokrasiyê ya li Mêrdînê bi biryardarî didome
Nobeda demokrasiyê ya li Mêrdînê ku li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î dest pê kir, bi biryardarî didome. -
HPG'ê du gerîlayên li Çelê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê du gerîlayên ku li Çelê di 1'ê Cotmehê de ji ber êrîşa hewayî ya artêşa dewleta Tirk şehîd bûn bi bîr anî. -
Li Dersimê 9 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Dersimê li dijî HDP'ê operasyonên siyasî kir. Di encama operasyonê de 9 kes hatin destgîrkirin. -
'Hişmendiya desteserkirinê wê bi berxwedana gel têk biçe'
Serokê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê Adnan Ozyalçiner diyar kir ku kesên qeyûm tayînî îradeya gelan kirin, ji xwerêvebirinê ditirsin û da zanîn ku gel wê bi berxwedan, ziman û çanda xwe vê hişmendiya desteserkirinê têk bibe. -
Girtiyê nexweş Kinyas Gulcan rehmet kir
Girtiyê nexweş Kinyas Gulcan ê 59 salî yê ku di Girtîgeha Tîpa L a Patnosê de bû û 6 roj berê ew rakiribûn Zanîngeha Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê rehmet kir. -
Li Şemzînanê wesayîta zirxî hate îmhakirin
Gerîlayan li dijî wesayîta zirxî ya Kobra û leşkerên li dora wê çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî hate îmhakirin, leşkerek hate kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê ya li navçeya Berwarî ya Sêrtê weşand. -
Li Amedê terora rehînkirinê: 3 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê bi çarçoweya terora rehînkirinê, Hevserokê Rêxistina Navçeya Kayapinarê jî di nav de 3 kes hatin destgîrkirin. -
‘Rêbertî berxwedaniyeke wiha dike ku polîtîkayên AKP pûç bike’
Endamê Komîteya Zindanê ya PKK’ê Pîro Dersim: Nêzîkatiya li Rêbertî nêzîkatiya li hemû Kurdan e. Ji ber vê jî mirov tenê mîna tecrîdekê nikare bibîne. Rêber Apo niha li Imraliyê bi helwest û berxwedaniyeke wiha ye ku hemû polîtîkayên AKP’ê pûç bike. -
Li Riha û Colemêrgê du kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Pirsûs a Rihayê û li Colemêrgê yek jê endamê meclîsa şaredariyê yê HDP'î du kes hatin destgîrkirin. -
Du gerîlayên HPG'ê li Berlînê hatin bîranîn
Gerîlayên HPG'ê Ronî Pinar (Bulent Efeogûllari) û Serhat Xwîn (Sedat Yalçinkaya) ku di meha Îlonê de li Heftanînê û Xakurkê ji ber bomberdûmana dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn. -
Dr. Erdal: Şerê me şerê azadî û rûmetê ye, em ji vî şerî nawestin
Ji fermandarên NPG'ê Dr. Bahoz Erdal diyar kir, AKP şer weke yekane rêya desthilatdariya xwe dibîne, lewma li her deverê li dijî Kurdan şer dike. Erdal got, berxwedan û şerê wan şerê rûmet û azadiyê ye, lewma ew ji vî şerî nawestin. -
Mizrakli: Ev qad qada geşkirina berxwedanê ye
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli got, "Ev qad qada geşkirina berxwedanê ye. Ji ber vê yekê êdî bloka AKP-MHP'ê rewa nîne." -
Li Amedê panêla rêveberiya xwecih
Li Amedê panêla ''Ji duh û heta niha rêveberiyên xwecih'' hate lidarxistin. -
Li Dersimê operasyon û şer
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî êrîşên qirker ên Tirk û şer daxuyaniya niviskî da. -
Li Amed û Êlihê malbat li dadê digerin
Di çalakiyan de yên li Amed û Êlihê hate xwestin ku ser dosyaya 'kiryar nediyar' a Mehmet Sîncar were were ronîkirin û çîroka malbatên Serîn û Işik hate vegotin. -
Li Mêrdînê berxwedan didome
Parlementera HDP'ê Pero Dundar li Mêrdînê di Nobeta Demokrasiyê de axivî û diyar kir ku wê berxwedana wan a li hember qeyyûman bidome.