KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Milîsên MAK’ê li hember qeyûm çalaki pêk anîn
Milîsên MAK’ê ragihandin ku li hember polîtîkayên qeyûm yên dewleta Tirk a dagirker, li Amed û Geverê çalakî pêk anîn. -
4’ê Nîsanê li Silêmanî û Kerkûkê bi danîna şitlan hat pîrozkirin
Li Silêmanî û Kerkûkê bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn û 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin. -
Li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Li Zapê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek hate lidarxistin. 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çekek hate desteserkirin. -
75’emîn rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê jidayikbûye hat pîrozkirin
75'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hewşa mala ku lê jidayikbûye hat pîrozkirin. -
Meşa Amarayê bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû
Meşa ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ber bi Amarayê ve li Xelfetiyê bi civîna gel bi dawî bû. -
Ji KONGRA GEL peyama 4'ê Nîsanê
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Di vê astê de astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ti awayî êdî nayê qebûlkirin." -
'Meşa Amarayê ya ji bo azadiyê' destpê kir
'Meşa Amarayê ya ji bo azadiyê', ku bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, destpê kir. -
KCK: Em rojbûna pîroz bi coş û kêfxweşiyeke mezin pîroz bikin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li her kesî kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş û kêfxweşiyeke mezin pîroz bikin û têkoşîna azadiyê mezin bikin. -
26 jin ên ciwan tevlî nava refên gerîla bûn
Di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 26 jin ên ciwan ragihandin ku tevlî nava refên gerîla bûne. -
KCK: Berxwedana gelê Wanê şoreşek e!
KCK’ê destnîşan kir ku berxwedana gelê Wanê şoreşek e û got, “Gelê Wanê, bi şêweyê nû yê serhildanê ku bi temamî bi hişmendî, vîn û dînamîkên xwe yên siyasî pêş xistiye, di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest bi merhaleyek nû kiriye." -
Fermandara YJA Starê Eddesa Cejna hate veşartin
Fermandara YJA Starê Ece Yilmaz (Eddesa Cejna) ku li Dersimê şehîd bû, li Êlihê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd bi meşekê hate pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Êlihê bi meşekê hate pîrozkirin. -
Li Şengalê protesto: Dewleta Tirk nikare vê meşa azadiyê rawestîne!
Di çalakiya li Şengalê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê hatî lidarxistin de, peyama “Dewleta Tirk nikare vê meşa azadiyê rawestîne” hate dayîn. -
HPG: Gelê me wê xwedî li fermandara fedaî Edessa derkeve
HPG'ê diyar kir ku fermandara YJA Starê Edessa Cejna 14'ê Cotmeha 2023'an li Dersimê şehîd bû û got, "Gelê me yê welatparêz ê li Êlih û Cizîra Botan wê xwedî li fermandara fedaî hevrêya me Edessa derkeve." -
'Divê 4’ê Nîsanê bibe wesîleya mezinkirina têkoşîna ekolojîk'
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê diyar kir ku 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê bibe wesîleya mezinkirina têkoşîna ekolojîk. -
YCWK’ê banga geştirkirina agirê serhildanê kir
YCWK’ê li Wanê li dijî xespkirina îradeya gel hin çalakî pêk anîn. YCKW'ê bang li ciwanên Kurdistanê kir ku xwedî li îradeya gelê Kurd derkevin û agirê serhildanê geştir bikin. -
Xelkê Şengalê dewleta Tirk û PDK şermezar kir
Sazî û rêxistinên li Şengalê dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK li Sinûnê bi meşekê şermezar kirin. -
KCK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşînê bilind bikin
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê ji bo rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê û çalakiyan kir. -
NPG’ê ji ber serketina gerîlayan peyameke pîrozkirinê weşand
Fermandariya Biryargeha NPG’ê hemû fermandar û şervanên ku Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd Andok pêk anîn û ked dan, pîroz kir. -
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan – Şehîd Andok de şehîd bûn, eşkere kir û got: “Hevrêyên me Ekîn û Canşêr di roja Newrozê de hêza PKK’ê ya ku nikare bê têkbirin, îspat kirin.” -
Gelê Kurd wê 4'ê Nîsanê bimeşe Amarayê
Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsanê de wê Meşa Amarayê bê lidarxistin. -
Dewleta Tirk êriş bir ser Şengalê
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş bir ser wesayitekê. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke din kirin. -
KJK: Em 4'ê Nîsanê li Amarayê weke 'roja azadiyê' pîroz bikin
Koordînasyona KJK'ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ji bo "mezinkirina hêvî û wêrekiyê" bang kir. KJK'ê got, "Em 4'ê Nîsanê li Amarayê weke roja azadiyê pîroz bikin." -
KCK: Divê her kes îradeya gelê Kurd berçav bigire û li gorî wê tevbigere
KCK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd di hilbijartinan de li dijî tecrîda Îmraliyê, rejîma qeyûm, siyaseta înkar û qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê helwesteke zelal raber kiriye û got: “Divê ev helwesta gelê Kurd bê dîtin, berçav bê girtin.”