KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KJK: Em 4'ê Nîsanê li Amarayê weke 'roja azadiyê' pîroz bikin
Koordînasyona KJK'ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ji bo "mezinkirina hêvî û wêrekiyê" bang kir. KJK'ê got, "Em 4'ê Nîsanê li Amarayê weke roja azadiyê pîroz bikin." -
KCK: Divê her kes îradeya gelê Kurd berçav bigire û li gorî wê tevbigere
KCK’ê destnîşan kir ku gelê Kurd di hilbijartinan de li dijî tecrîda Îmraliyê, rejîma qeyûm, siyaseta înkar û qirkirinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê helwesteke zelal raber kiriye û got: “Divê ev helwesta gelê Kurd bê dîtin, berçav bê girtin.” -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 258’an de didome
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Panaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 258’an de bi biryardarî didome. -
Tevgera Azadî serketina DEM Partiyê pîroz kir
Desteya Rêveber a Tevgera Azadî têkildarî serketina DEM Partiyê ya di hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de peyameke pîrozbahiyê weşand û got: “Dema gel yek be û xwe rêxistin bike, bê guman serketin mîsoger e.” -
Di êrîşa Îranê de 4 kolber birîndar bûn
Li herêma Hewramanê di êrîşa hêzên Îranê de 4 kolber birîndar bûn. -
Zîlan Vejîn: 4’ê Nîsanê ji bo gelê me sembola têkoşîneke nû ye
Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku jidayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jidayikbûna têkoşîneke nû ye û got: “PJAK jî li ser bingehê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê hatiye avakirin.” -
MOP’ê 1'ê Nîsanê Cejna Akîtû pîroz kir
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) cejna 1'ê Nîsanê ya Akîtû pîroz kir. -
Jina ku berê xwe da heqîqeta çiyayan: Zîn Farqîn
Şoreşgera pêşeng Zîn Farqîn, bi dilê xwe yê mezin a ku ji agirgehê paqij kiribû, mîna roja biharê li axa Kurdistanê şîn bû. Ji bo bêhnekê bide gel heta nefesa xwe ya dawî şer kir û heta kêliya dawî li hemberî dagirkeran weke bahozekê bû. -
PDK'ê hêza leşkerî şand nêzî Çiyayê Garê
Hate ragihandin ku PDK'ê hêzeke ji 250 kesî ku ji çeteyên Roj û Zêrevanî pêk tê, di navbera Çiyayê Garê û Şêladizê de bi cih kiriye. -
HPG: Li Zapê 2 drone hatin xistin, dagirkerek hate cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 2 drone hatin xistin. Leşkerekî Tirk ê dagirker jî hate cezakirin. -
MAK'ê li Nisêbînê li nuqteya polîsan xist
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li hemberî nuqteya nobedê ya polîsan çalakî kirine. -
'Li her qadê wezîfeya xwe bi rengekî serketî bi cih anî'
Şervanê Ereb Şoreş Serhildan ku bi bandora şervanên azadiyê tevlî nava refên gerîla bû, heta ku şehîd bikeve li her qada ku lê ma, di her şert û mercî de wezîfeya xwe bi cih anî. -
Li Mexmûrê bi meşeke girseyî gerîla hat silavkirin
Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi dirûşmeya “Em ê bi ruhê operasyonên şoreşgerî şerê gel ê şoreşgerî bigihînin serkeftinê” meşek girseyî hat lidarxistin. -
Girtiyê 30 salan di girtîgehê de ma Tozun li gundê ku lê ji dayik bûye hat veşartin
Girtiyê 30 salîan di girtîgehê de ma Mutlak Tozun ê ku bi şert hat berdan û jiyana xwe ji dest da, li gundê Kizkapan ê Panosê bi dirûşma "Şehîdê namirin” hat veşartin. -
Li Nisêbînê hewldana provokasyona faşîstên AKP-MHP’ê
Konvoya AKP'ê ya ku namzetê AKP’ê yê Nisêbînê Mehmet Çelîk têde bû bi çêkirina nîşaneya gurê boz gel û esnafan tehrîk kir û çek li gel kişand. Li ser vê provokasyonê bûyer qewimîn û hîn jî didomin -
Xizmên Windayan ji bo 3 windayên qetilkirî hatin ba hev
Xizmên windayan ên li Kurdistanê, ji bo Orhan Yakar, Ahmet Bûlmûş û Munîr Saritaş ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hatin ba hev. -
Li Şengalê semînera 4’ê Nîsanê
Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li Serdeşt a Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) semînerek hat dayîn. -
KCK: Dengê xwe bidin namzetên gel!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê daxuyanî da û destnîşan kir ku divê AKP-MHP dengekî jî nestînin. KCK’ê got: “Divê ti kes nekeve nava dubendiyê û ji bilî namzetên gel dengê xwe nede kesekî din.” -
KCK’ê ji bo Mîchalîs Charalampîdîs peyama sersaxiyê weşand
Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo dostê Kurd Mîchalîs Charalampîdîs ku berî du rojan jiyana xwe ji dest da, wiha got: “Em ê bîranînên Mîchalîs Charalampîdîs di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bidin jiyîn û her tim wî bi bîr bînin.” -
KCK’ê şehîdên Mahabad û Kizildereyê bi bîr anî
KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî Qazî Mihemed û hevrêyên wî yên di 31’ê Adarê de li Mehabadê û Mahîr Çayan û hevrêyên wî yên di 30’ê Adarê de li Kizildereyê hatibûn qetilkirin bi bîr anî. -
Artêşa Tirk a dagirker Biradost bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Bolê yê herêma Biradost bombebaran kir. -
Pîrozbahiyên Newrozê li Îlamê berdewam dike
Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê dom dikin. Doh li navçeya Erkewazî ya Îlamê bi awayeke girseyî hat pîrozkirin. -
Gerîlayên YJA Starê bi meşaleyan Newroz pîroz kirin
Gerîlayên YJA Starê li çiyayên Kurdistanê bi meşaleyan Newrozê pîroz kirin. -
Hunermendê Kurd Muhammed Abbas Zade li Îlamê hat binçavkirin
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê hunermendê Kurd Muhammed Abbas Zade bi hinceta ku dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kiriye binçav kirin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyekê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê weşand ku bi çekên giran hate kirin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.