KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nasnameya gerîlaya şehîd hat eşkerekirin
HPG’ê nasnameya gerîlaya li Dersimê şehîd bûbû, eşkere kir û got: “Em ê bibin şopdarê xeyalên hevrêya xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.” -
Emer Saleh: Divê gelên Iraqê li dijî serdana Erdogan derkevin!
Serokê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Emer Saleh diyar kir ku Erdogan ji bo pêkanîna Mîsak-i Mîllî serdana Bexdayê dike û got: “Ti feydeya Iraqê ji serdan û hevdîtina bi Erdogan re nîne. Lazim e berteka gelên Iraqê li dijî serdana Erdogan a Bexdayê hebe.” -
Li Şirnexê gel li dijî leşkerê Tirk ê ku jinek tacîz kir, rabû
Li Şirnexê çawişekî pispor ê Tirk li kolanê jinek tacîz kir. Gel bi parastina cewherî bersiva çawişê pispor da. -
Enfal û bêhaybûn: Divê ev roj neyê jibîrkirin
Ez hêvî dikim hewl bê dayîn da ku tu dîlan û şahî nekevin nav vê rojê. Qet nebe bila di vê rojê de dilê me li ba hestiyên hezkiriyên me yên li biyabanan be. -
Şaredariya AKP’ê her tiştê şaredariya Tetwanê firotiye!
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê ku di hilbijartinên xwecihî de ji AKP’ê derbasî DEM Partiyê bû, rêveberiya AKP’ê şaredariyek deyndar hişt. -
Cismekî ronak li asimanên Rojhilatê Kurdistanê hate dîtin
Cismekî ronak li çend bajarên Îran, Iraq û Rojhilatê Kurdistanê hate dîtin û ev yek di nav xelkê de bûye sedema zêdebûna fikaran ku şer dest pê kiriye. -
Gundên Amêdiyê hatin bombebarankirin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Guherzê û Bilava yên Amêdiyê bombebaran kirin. -
Li wargeha Mexmûrê hilbijartina şaredariyê destpê kir
Şêniyên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo hilbijartina hevşaredar û endamên encûmena şaredariyê dest bi dengdanê kirin. -
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan berdewam dike
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan bi daxwaza “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratik” hatiye destpêkirin, berdewam dike. -
Uveyş Ocalan li Mexmûrê hat bibîranîn
Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uveyş Ocalan di salvegera 31’emîn a wefata xwe de li Mexmûrê hat bibîranîn. -
Înîsiyatîfa Eşîrên Welatparêz: Li ser sifreya dijminên Kurdan rûnenên
Înîsiyatîfa Eşîrên Welatparêz ên Kurdistanê got, "Li ser sifreya kesên dijminatiyê li gelê Kurd dikin rûnenên û li dora nirxên gelê me bibin yek.” -
Bakirhan, cejna gelê Sêrtê pîroz kir
Hevserokê Giştî ya DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ê ku bi gelê Sêrtê re cejn pîroz kir, diyar kir ku yên di hilbijartinan de dijminatiyê li Kurdan kirine, winda kirin. -
Ji DBP û DEM Partiyê bernameya pîrozkirina cejnê
DBP û DEM Partiyê li gelek bajaran cejn pîroz kirin. -
Ûveyş Ocalan hate bibîranîn
Dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ûveyş Ocalan di salvegera wefata xwe de hate bibîranîn. -
Herêmên Parastinê yên Medyayê 24 caran hatin bombekirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 24 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. -
Fermandarê fedaî yê berxwedana Cîloya Biçûk: Bawer Deyndar
Ji nîşaneyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê fermandarê fedaî yê berxwedana Cîloya Biçûk Bawer Deyndar ji bo hevrê û gelê Kurd bû meşaleya têkoşînê. -
Li Îranê rojnamevanekî Kurd hat binçavkirin
Hêzên dewleta Îranê, damezrînerê kanala bi navê Porîsman a li ser Telegramê weşanê dike, Mistefa Hemdî li bajarê Seqizê binçav kirin. -
Nobeda Edaletê di cejnê de jî dewam kir
Xizmên girtiyan di cejnê de jî Nobeda Edaletê dewam kirin û cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyan pîroz kirin. -
Vedat Aydin ê ku bi destê dewleta Tirk hate qetilkirin, hate bîranîn
Bi wesîleya Cejna Remezanê, Vedat Aydin ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn. -
Li Mexmûrê serdana goristanê hate kirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî serdana goristana wargehê kirin û cejna bi vî rengî pêşwazî kirin. -
Hêlîn Umît: Paşeroj û destketiyên Kurdistanê emanetî ciwanan e
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît bal kişand ser berxwedana bi pêşengiya ciwanan li Wanê hate kirin û got, "Paşeroj, hebûn û destketiyên Kurdistanê emanetî ciwanan e." -
Li Kerkûkê bi boneya Cejna Remezanê serdana gorên şehîdan hate kirin
Tevgera Azadî û Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê bi boneya hatina Cejna Remezanê li Kerkûkê serdana gorên şehîdan kirin. -
Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
Herêmên çiyayên Gabar û Cûdî careke din ji bo 15 rojan wekî "Herêma Ewlekariya Taybet" hat îlankirin û hatin qedexekirin. -
KONGRA-GEL: Ruhê berxwedanê divê bi serdanên cejnê li her qadê bê belavkirin
KONGRA-GEL xwest ku Cejna Remezanê bibe wesîle ji piştevaniyê re û got, "Ruhê berxwedanê divê bi serdanên cejnê li her qadê bê belavkirin. Gelê me ji bo xurtkirina yekîtiya civakî divê serdanên cejnê weke firsendekê bibîne." -
HPG'ê rastiya ku dewleta Tirk a dagirker vedişêre eşkere kir
HPG'ê diyar kir ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sabotajê li yekîneyeke bijarte ya artêşa Tirk hatiye xistin û got, "Rastiya ku medya şerê taybet û artêşa dagirker ji raya giştî vedişêrin, em bi wêne û dîmenan parve dikin."