Zozan Tolan: Rejîma AKP-MHP'ê derfetên ji bo têkoşîna demokratîk-qanûnî nehişt

Gerîlaya HPG'ê Zozan Tolan ku hate îdîakirin li Mersînê çalakiya fedaî kiriye, ji ajansa me re axivî. Tolan diyar kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê derfetên ji bo têkoşîneke demokratî nehişt, lewma ew derket serê çiyê.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê îdîa kiribû ku çalakiya fedaî ya 26'ê Îlonê ya li ser Navenda Polîsan a Tece ya li navçeya Mezîtlî ya Mersînê ji aliyê gerîlaya HPG'ê Zozan Tolan ve hatiye kirin. Zozan Tolan ji ANF'ê re axivî.

Tolan çalakiya fedaî silav kir û got, "Beriya her tiştî çalakiya hevalên Şehîd Sara û Şehîd Rûken a li Mezîtlî ya Mersînê silav dikim. Di şexsê wan de şehîdên me yên fedaî hemûyan bi rêz bi bîr tînim. Em gerîlayên YJA Star û HPG'ê, em ê bibin şopdarê vî ruhê mezin ê çalakiya fedaî."

REJÎMA AKP-MHP'Ê DERFET JI BO TÊKOŞÎNA QANÛNÎ NEHIŞT

"Dema ku min karê rojnamevaniyê dikir, hatim girtin. Ev rast e. Lê belê kiryarên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê, rê û derfet nehişt ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê rastgî ji gel re bê vegotin û têkoşîneke demokratîk-qanûnî bê meşandin. Ji ber vê rastiyê, gelek ciwanên Kurdsitanî ji bo hesab ji vê rejîma faşîst bipirse berê xwe da çiyê û hîn jî derdikevin serê çiyê. Ez jî yek ji wan im."

HESABPIRSÎNA JI REJÎMA FAŞÎST, WEZÎFEYA MIN A BINGEHÎN E

"Rêxistina me ji xwe daxuyaniya pêwîst da. Ez li ser karê xwe me. Hesabpirsîna ji rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst mîna her gerîlayeke/î Kurd wezîfeya min a bingehîn e. Ez ê bi vê erkê rabim."