Zextê li cerdevanan dikin ku beşdarî operasyonan bibin

Artêşa Tirk a ku li Şemzînan operasyon dan destpêkirin, ji bo ku cerdevanên Museka jî beşdarî operasyonan bibin zextê li wan dikin.

Artêşa Tirk ji bo ku cerdevanên Museka yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê beşdarî operasyon bibin zextê li wan dikin.

Hat diyarkirin ku tevî zextên leşkeran jî cerdevanên Museka naxwazin beşdarî operasyonan bibin.

Hat ragihandin ku li ser beşdarnebûna cerdevanan artêşa Tirk ji bo berşdarbûna her cerdevanekî ya operasyonan 5 hezar TL, wê bidin.

Çavkaniyên HPG’ê jî diyar kirin ku cerdevanên ku beşdarî operasyonan bibin, dikin hedef.