BI DÎMEN

Zelal Ceger: Em ê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê mezin bikin

Endama Koordînayona Kongreya Star Zelal Ceger da xuyakirin, ku şerê li Efrîn-Ezaz-Şehbayê diqewime, şerekî mezin ê navbera du nêrîn, felsefe û bîrdoziyan e.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Zelal Ceger, rewşa dawî ya li herêma Efrîn-Ezaz-Şehbayê nirand.

Ceger di destpêka axaftina xwe de gel û şervanên azadiyê, ku îro li Şehbayê li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî nîşan didin pîroz kir û destnîşan kir, ku bi rastî jî îro li Şehbayê berxwedaneke bêhempa tê meşandin.

Ceger diyar kir, zarokên Şehba û Efrînê îro li herêma Şehbayê mil dane hev û li dijî êrîş û dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Ceger destnîşan kir, ku şerî heyî şerê man û nemanê ye.

Ceger bal kişand ser erîşa dewleta Tirk û çeteyên wê yên koalîsyona Sûriyeyê, ku ji bo parastina çeteyên DAIŞ'ê li Qestel Cîndo, Marenaz ên Efrînê û gundê Um Hoş ê Şehbayê êrîşî Hêzên Şoreşger kirin.

Ceger êrîşên bi obus, hawan, fuzeyên grad û balafirên şer bibîr xist û got, "Lê belê tevî van hemû êrîşan, Hêzên Şoreşger bi gavekê jî ji herêmên rizgarkirî venegeriyan. Dewleta Tirk û çeteyên wê, bêyî encamekê bigirin, reviyan."

Ceger da zanîn, dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî herêmê zêde dikin û got, "Lê nikarin li pêşberî Hêzên Şoreşger bi pêş ve biçin. Herî dawî gundê Til Midîqê ji dewleta Tirk û çeteyên wê hate rizgarkirin.

ŞERÊ LI SÛRIYEYÊ ŞERÊ DEWLETÊN MÊTÎNGER E

Endama Koordînasyona YJA Starê Zelal diyar kir, şerê niha li Rojava û gelemperiya Sûriyeyê diqewime, bi ti awayî şerê navbera gelan nîne û wiha dewam kir, "Ev şer şerê dewletên mêtînger e ku ji bo hêz û desthilatdariya li Rojhilata Navîn dimeşînin.

Ji bo fêhmkirina rewşê, têrê dike ku mirov tenê li herêma Efrîn-Ezaz-Şehba û rewşa heyî ya li taxa Şêx Meqsûdê binêrin. Îro li ser herêmê plan û projeyên mêtîngerî û dagirkeriyê tên kirin.

Her kes dizane di ser rastiya şoreşa Rojava re 6 sal derbas bûn. Di nava van 6 salan de gelek gavên dîrokî û girîng hatin avêtin. Gavên hatine avêtin, encama têkoşîneke demdirêj û berhema îdeolojî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Şoreşa Rojava jî li ser nêrîn, felsefe û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo hemû gelan, mezin bû, bi pêş ve çû. Lewma hêzên navneteweyî û hêzên hevkarên wan ên herêmî dixwazin Şoreşa Rojava ya bi vê perspektîfê ava bûye, tine bikin.

Dewleta Tirk bi êrîşan dixwaze vîna gelên li Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê bişikîne, teslîm bigire. Yanî di şexsê gelê Kurd de dixwaze vîna gelên li Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê bişikîne. Dixwaze gelan qir bike, talan bike.

Ji ber vê yekê, plan û projeyên qirêj ên li ser herêmê nû dikin û dixin meriyetê. Êrîşên dewleta Tirk ên li xeta Efrîn-Ezaz-Şehbayê, parçeyekî girîng ê van plan û projeyên navneteweyî ne."

HÊZÊN MÊTÎNGER GELEKÎ JI PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK DITIRSIN

Zelal Ceger da xuyakirin, ku tifaqên qirêj ên li ser tesfiyekirina Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê hatine kirin, wê êrîşan zêde bike û got, "Ev rewş, tirsa dewletên mêtînger radixe pêş çavan. Dewletên mêtînger ji projeya neteweya demokratîk û Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê ditirsin.

Ji ber vê yekê şerê li Efrîn-Ezaz-Şehbayê diqewime, şerê navbera du nêrdîn, felsefe û îdeolojiyan e. Hêzen desthilatdar dixwazin modernîteya kapîtalîst  serdest bikin, gelên bindest jî dixwazin felsefeya neteweya demokratîk û sîstema konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdest bikin.

Îro li Rojava û Sûriyeyê dewletên weke DYA, Rûsya, Îran, Erebîstana Siûdî, Qatar û Tirkiye şer dikin. Ev hêz dixwazin mêtîngerî û desthilatdariya xwe li vê herêmê mayînde bikin.

Şoreşa Rojava û têkoşîna gelê Rojava, ev planên li ser herêmê her gavê pûç kir. Ji ber vê yekê pêkane ku planên nû li gorî roja îro bên amadekirin û meşandin."

ARMANCA DEWLETA TIRK

Ceger bi taybetî bal kişand ser planên qirêj ên dewleta Tirk li ser herêmê û got, "Dewleta Tirk naxwaze kantonên Efrînê û Kobanê bigihêjin hev. Ji ber vê yekê êrîşî xeta Efrîn-Ezaz-Şehbayê dike.

Armanceke din a dewleta Tirk ew e ku bi êrîşên li xeta Efrîn-Ezaz-Şehbayê re Hêzên Şoreşger ên Şehbayê yên li bin sîwana QSD'ê di dema kurt de qels bike û di dema pêş de jî bi temamî ji holê rake. Dixwze bi destê çeteyên koalîsyona Sûrî ku ji aliyê leşkerî û lojîstîkî ve destekê dide, xeta Efrîn-Kobanê ya hêzên QSD'ê veke.

Yanî dewleta Tirk, bi hewldanên xwe yên ji bo vekirina herêmê re dixwaze emrê çeteyên DAIŞ'ê dirêj bike."

ÇETEYÊN DAIŞ'Ê Û DEWLETA TIRK HEWL DIDIN EMRÊ HEV DIRÊJ BIKIN

Ceger bibîr xist, ku dewleta Tirk îro bajarên Sûriye û Iraqê Heleb, Kerkûk û Mûsilê dixe rojevê û wiha dewam kir: "Ev plan ji destpêka avabûna dewleta Tirk û vir ve tê bilêvkirin û her tim dixwazin vê planê nû bikin. Dewleta Tirk dixwaze Heleb, Kerkûk û Mûsilê tevlî axa xwe bike.

Dewleta Tirk dixwaze bi rêya DAIŞ'ê li herêmê bibe xwedî bandor û dewleta Osmanî zindî bike. Çeteyên DAIŞ'ê jî bi vê yekê ve girêdayî dixwazin 'Dewleta Îslamê' ava bikin. Yanî her du jî dixwazin emrê hev dirêj bikin û hev bidin jiyîn."

GIHÎŞTINA HEV A HER SÊ KANTONAN WÊ JI BO GELÊN SÛRIYEYÊ SERKETINEKE MEZIN

Zelal Ceger bal kişand ser girîngiya Efrîn û Babê û anî ziman, ev herêm Ezaz, Cerablûs, Minbic, Heleb û Îdlibê bi hev ve girê didin û cihekî stratejîk e ku van hemû herêman digihîne Tirkiyeyê.

Ceger got, "Dixwazin Efrîn û Babê bi dest bixin ku van hemû herêmên stratejîk bi hev ve girê didin û xeta Îdlib û Cerablûsê di bin navê 'Dewleta Îslamê' de bigihînin hev. Eger plana bidestxistina Efrîn û Babê bi ser bixînin, wê Helebê jî bi dest bixin. Ev hemû encama plan û projeyên demdirêj in. Lewma êrîşên li herêmê tên kirin, roj bi roj giran dibin. Ev herêm ji bo me jî gelekî girîng e.

Eger herêma Şehba ji çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûrî were paqijkirin, hingî her sê kanton wê gihîştibin hev. Bêguman gihîştina hev a her sê kantonan ji bo gelê Kurd gelekî girîng û serketineke mezin e. Ne tenê ji bo Kurdan wê ji bo hemû gelên Sûriyeyê serketineke mezin be.

Her wiha ji bo birêveçûna Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê, divê yekbûna cografîk û siyasî jî çêbibe. Ev jî tê wê wateyê, ku divê xeta Ezaz-Cerablûsê ji çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûriyeyê bê paqijkirin.

Lê ev hemû ne karekî îro yan jî sibe were kirin. Pêwîstî bi demê re heye. Bi hevsengiyên leşkerî û siyasî ve girêdayî ye."