BI DÎMEN

Zagros: Gelê Rojava wê li ber xwe bide

Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros destnîşan kir, ku gelên Rojavayê Kurdistanê bi berxwedana xwe ya li dijî dagirkeran careke din nîşan dan, ku ti hêz nikare yekîtiya gelan têk bibe.

Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros êrîşên li dijî Kantona Efrînê û herêma Şehbayê ji ANF'ê re nirxand.

Zagros got, "Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî de ye. Qonaxa heyî, şerê sêyemîn ê cîhanê ye. Weke şerê sedsala 20'an navenda vî şerî jî Kurdistan e. Şerê sêyemîn ê cîhanê di navbear hêzên demokratîk û hêzên dijberê demokrasiyê, zîhniyeta dewleta dagirker de tê meşandin.

Ji ber vê yekê, pêkhatina Şoreşa Rojava hemû siyaset û hevsengiyên sedsala 20'an ji hev xist. Ev yek bû zemînê destpêkirina şer û şoreşa Rojhilata navîn. Gelê Kurk weke faktorekî bingehîn cihê xwe di vî şerî de girt. Li dijî wan jî hemû hêzên netewe dewlet û kapîtalîst hene. Ev hêzên global di nava tirseke mezin de ne, bê çawa karibin sîstema xwe bidomînin û emrê xwe dirêj bikin."

DEWLETA TIRK DESTKETIYÊN ROJAVA DIKE HEDEF

Zagros diyar kir, dewleta Tirk di sedsala 21'an de jî dixwaze bi zîhniyeta xwe ya dagirker, nîjadperest û neteweperest re dixwaze li Rojhilata Navîn bibe xwedî pariyekî mezin û wiha dewam kir: "Şoreşa Rojava bûye kabûs ji bo dewleta Tirk. Xwe di nava xeteriyeke mezin de dibîne. Hemû hewldanên vê dewletê, ji bo têkbirina destketiyên Şoreşa Rojava ye. Dixwaze vîna gelê Kurd bişikîne. Li dijî Kurdan nîjadperestiyê dike. Li ser vê bingehê îro êrîşî destketiyên gelê Kured dike. Bi taybetî di vê dema dawî de êrîşî Kantona Efrînê, herêma Şehbayê dike. Dewleta Tirk dixwaze desthilatdariya Împaratoriya Osmanî zindî bike. Li ser bingeha zindîkirina zîhniyeta Tûranîzmê, ku berî 500 salî dixwest hemû Rojhilata Navîn dagir bike, niha jî dixwaze xaka Kurdistanê bi temamî dagir bike. Heman zîhniyet û siyasetê îro jî dimeşîne. Dewleta Tİrk weke berê, peymanên xwe yên bi hêzên dagirker re li ser Kurdan dike, dubare dike. Em tev dizanin, di peymana 1926'an a Enqereyê de, li ser bêstatubûna Kurdan Mûsil radestî Îngilîzan hat kirin. Li gorî sînorê Misakî Mîlî tevnegeriya, ji ber ku li Kurdistanê gelê Kurd qir dikir. Ji bo dewletên mêtînger li pêşberî vê komkujî û qirkirinê bêdeng bin, tawîz da û Mûsil radestî Îngilîzan kir."

'DEWLETA TIRK DI REWŞA HERÎ LAWAZ DE YE'

Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê û işaret bi bêdengiya hêzên navneteweyî kir. Zagros da xuyakirin, ku di roja îro de hewl tê dayîn Peymana Enqereyê ji nû ve were zindîkirin û got, "Lê belê Kurd ne Kurdên berê ne. Lazim e hêzên navneteweyî û Tirk bi vê baş zanibin."

Zagros diyar kir, dewleta Tirk di rewşa xwe ya herî lawaz de ye û bal kişand ser rewşa qels a artêşê.

Zagros da zanîn, dewleta Tirk bi propagandayê, bi şerekî mezin ê psîkolojîok hewl dide bandorê li dewletên li Rojhilata Navîn bike, gefê li qada navneteweyî bixwe û got, "Li dijî Kurdan, Ereban û hemû gelên li herêmê bi rengekî hovane siyaseta tolhildanê dimeşîne. dewleta Tirk xwedî zîhniyeteke dagirker û qirêj e. Dixwaze tevahiya raya giştî bixapîne. Îdîayên wê yên 'parastina sînor, şerê li dijî terorê' hemû çîrok in. Nikare kesekî jî bixapîne. Ew niha xaka Kurdistanê dagir dike. Divê dewletên li derdorê vê baş bibînin. Dewletên Iraq û Sûriyeyê lazim e vê bibînin. Her wiha gelê me jî divê bi vê siyaseta dagirkeriyê baş zanibe. Ji ber ku gelê li Rojava îro çarenûsa xwe bi destê xwe diyar dike. Li ser bingeha modela neteweya demokratîk, hemû pêkhateyên cara yekem rêveberiya xwe dafirîne. Hêzên xwe yên leşkerî û sîstema xwe ava dikin. Ev êdî dibe bingeha Sûriyeya demokratîk. Dewleta Tirk a zîhniyeta wê tekparêz e, ji bilî xwe nasnameyeke din qebûl nake. Lewma êrîşên xwe yên hovane dijwartir dike. Rojava bomberdûman dike, tankên xwe derbas dike. Li cihê êrîş dike DAIŞ nîne, ti hêzeke terorê nîne. Li wir gelê herêmê bi xwe heye. Hêzên leşkerî yên Ceyş El Siwar û QSD hene. Ji bo parastina hebûn û yekîtiya xwe, hêzên xwe yên leşkerî bi rêxistin dikin û axa xwe diparêzin."

TI CUDAHÎ DI NAVBERA DAIŞ Û TIRKIYEYÊ DE NÎNE, HER DU YEK IN

Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros destnîşan kir, ku divê gelên li herêmê vê siyaseta dagirkeriyerê ya Tirkiyeyê bibînin û heta dawiyê li ber xwe bidin.

Zagros bang geşkirina berxwedanê kir û got, "Têkoşîna xwe, yekîtiya xwe pêk bînin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ev çar sal in bi her awayî êrîşî Şoreşa Rojava dike û siyaseteke qirêj dimeşîne. Yê DAIŞ şanda nava Rojava Tirkiye bi xwe ye. Ti cudahî di navbera DAIŞ'ê û Tirkiyeyê de nîne. Her du yek in. Şoreşa Rojava gihîştiye wê qonaxê ku Kantonên Efrîn û Kobanê bigihêjin hev. Ji ber vê yekê Tirk bi taybetî êrîşî Efrînê dike. Di vir de bi tenê armancek xwe heye: Dixwaze kantonên Efrîn û Kobanê negihêjin hev. Gelê Efrînê sîstema xwe ava kiriye, modela xwe ya herî pêşketî ava kiriye. Tevî ku çar sal in di nava dorpêçiya siyasî, leşkerî û aborî de ye. Gelê Efrînê bi berxwedêrî, helwesta pêwîst nîşan daye. Gelê Efrînê mînaka Kobanê, Şengalê dibîne. Dewleta Tirk bajarên Bakurê Kurdistanê xera dike, komkujiyan pêk tîne. Îro dixwaze li Efrînê heman tiştî bike.

'JI BO SERKETINA MEZIN, ŞERÊ DAWÎ TÊ DAYÎN'

Dema DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kir, wê demê Erdogan got, 'Kobanê li ber ketinê ye, wê dor were Efrînê, Hesekê'. Lê ji ber ku li Kobanê bi ser neket, li Şengalê bi ser neket, bi awayekî hovane bombeyan li Rojavayê Kurdistanê dibarîne, sivîlan qetil dike. Divê gelê Efrînê vê baş zanibe; ji bo serketina mezin şerê dawiyê tê dayîn. Di vî şerî de lazim e hûn dersê bidin faşîstên Tirk. Ez ji bo hemû jin, ciwan û tevahiya gelê Efrînê dibêjim; xaka xwe li dijî dagirkerên Tirk biparêzin. Bi ruhê Arîn Mîrkanan, bi ruhê Silava, divê îro berxwedan bê nîşandan. Ji ber ku em di rojên dîrokî de ne.

Bi ruhê hevalê Azîz, ku ji gelê Ereb bû, em yekîtî û biratiya gelan pêk bînin. Ji ber ku Efrîn cihekî ewle ye. Gelên hatine Efrînê divê bi hev re yekîtiya biparêzin. Lazim e careke din nîşan bidin ku li dijî hêza gelan, ti hêz nikare bi ser bikeve. Li cihê yekîtî hebe, serketina gelan jî pêk tê."