Zagros: Em bi rûhê Beritanan têkoşînê mezin bikin

Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros, bi boneya bîranîna pêşenga PKK’ê û fermandar Beritan (Gulnaz Karataş), ji ajansa me ANF’re axivî. Zagros diyar kir, eger tekoşîna azadiya Kurdistanê heta roja îro bi awayeke xurt hatibe, bi tekoşina Bêrîtanan e.

Zagros   diyar kir, ew ê her tim şopdarê şehîdên xwe bin û  di hemû jiyana xwe de bîranînên wan bidin jiyîn. Zagros axaftina xwe wiha domand: “Şehîdên me bi jiyan û çalakiyên xwe, ji bo me mînak in.  Şehîd Bêrîtan, ji bo me navnîşana azadiya jinê ye. Ew neviya xwedavendan e. Xwedavendan, çanda Mezopotamya dijîyan. Di çanda Mezopotamyayê de tu carî teslîmiyet, serî tewandin, koletî nîne.  Berîtan jî ev rê şopand û bû sembola jina azad.”

Her wiha Zagros di axaftinên xwe de balkişand ser kesayeta Bêrîtan û wiha domand: “Heval Bêrîtan fikir, hest, çand û exlaq bi birdoziya Rêber Apo  xemilandîbû. Di wê de rihê welatparêziyê, di asta herî jor de bû.  Heval Bêrîtan, dÎwarên xiyanet û koletiya di Kurdistanê de hatibû avakirin şikand. Careke din bi sekna xwe ve ew jiyana ji azadiyê dûr ku li gelê Kurd hatibû ferzkirin binpê kir. Ew ê cewhera jina Kurd,  berxwedan û tekoşîn di xwe de parastibû.”

‘ALAYA  BESÊYAN DEWIR GIRT’

Zagros diyar kir,  Bêrîtan (Gulnaz Karataş), alaya Besêyan ser milê xwe girt û bû şopdarê riya wê.  Zagros: “Şehîd Bêrîtan, ji destana berxwedana Besê ku li Dersîmê dijî zihniyeta koletiyê radest nebû û xwe di zinaran de avêt, di çalakiya xwe de careke din zindî kir.  Besê jî li dijî ixanetê têkoşî, heman sekn di Berîtan de jî digihije asta herî jor. Her wiha di dîrokê de jinên Kurd bi hezaran caran berxwedanên bi vî awayî nîşan dane. Di Mitaniyan de jî  li hemberê Farsan,  xwe difetisandin. Van rihên berxwedayinê hişt ku Berîtan bê dudilî bibe li dijî  xeta ixanetê şer bike û berxwedanê bilind bike.”

Zagros di berdewamiya axaftina xwe de nîşan da ku Bêrîtan ji mirovatiyê re jî bûye mînakek mezin.  Zagros: “jina Kurd,  bi wêrek, bi biryar û zanebûyinek pir mezin tevgeriya û li ser xwe tu carî binkeftin qebûl nekir.   Ev tekoşîn careke din ispat kir ku li hemberî sekna jina azad tu tişt nikare bisekine. Bêrîtan rihê qehremaniyê di dilê jina Kurd de ji nûve avakir.  Bi çalakiya xwe girêdanbûyina xwe a bi Rêber APO re jî nîşan da. Bi vê çalakiyê xwe da nîşan ku li hemberî zihniyeta desthilatdar ew ê her tim bi rihê tolhildanê tevbigerin û  derbeyên mezin li mejiyê metingeriyê bidin.”

Zagros got ku ev çalakî di heman demê de li ser gel jî bandoreke mezin kir û axaftina xwe wiha berdewam kir; “Teybet di gelê Başûrê Kurdistanê de, çalakiya heval Bêrîtan pir bandor kir. Ji ber ku  tiştek wiha nedihat texminkirin. Ev bandor jî erênî bû.  Wê demê pir pêşmergeyan erka xwe berdan û çeka xwe avêtin.   Heta niha jî navê Bêrîtan li zarokên xwe dikin. Şehîd Bêrîtan di nava gerilla de, pir kevin nîn bû. Lê di  demeke kin de xwe pir xurt kiribû.  Tu carî li hember desthilatan serî netewand.  Li hember pirsgirekan, zor û zehmetiyan bi hêz û vîna xwe ve dibû çareserî.”

 ‘JI BO ARTÊŞBÛYINA JINÊ BÛ BINGEH’

Zagros di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir, Bêrîtan ji bo ku tevlî çalakiyan bibe, bi  iradeyek mezin tevgeriyaye û di vê hêlê de ji jinê re bûye çavkaniya hêzê.  Zagros, axaftineke Beritan (Gulnaz Karataş) jî wiha tine ziman: “Şehîd Bêrîtan carekê diçe çalakiyekê. Çalakî jî mezin e.  Di wê çalakiyê de, rûyê wê birîndar dibe.  Wê demê şehîd Bêrîtan di eynikê de li xwe mêze dike û dibêje; ‘ez nû xweşik bûme’.  Yanî  ew ê dizanî ku xweşikbûn bi şerkirinê re tê afirandin. Heval Bêrîtan gotina Serokatî ya; ‘jin çiqas şer bike, dê ewqas azad bibe’ bi jiyana xwe re pêk dianî.  Şehîd Berîtan, ji bo artêşbûyina jinê jî bingehek bi zexm ava kir. Îro bi destê çeteyên DAIŞ’ê şerekî dijwar li tevahiya Kurdistanê dimeşe. Jina Kurd a ku artêşbûna xwe mezin kirî li hemberî çeteyan seknekî weki Ş. Bêrîtan  nîşan didin. Ev sekna tolhildêr û berxwedêr îro li tevahiya cihanê  bandoreke mezin nîşan daye.”  

‘’XEYALÊN WÊ PÊK HATIN’’

Her wiha Zagros di nava axaftinên xwe de got  xeyala Bêrîtan ew bû KU yekineyeke jin ya xweser ava bibe û ew bibîne.  Zagros da diyarkirin ku îro bi hezaran yekineyên jin di her çar parçeyên Kurdistanê de hatine avakirin. Zagros got ku tekoşîna jina azad ya îro,  li çiya, qada civakî û siyasetê de, tê kirin bi saya berxwedana jinên Kurd e. Zagros, diyar kir bi saya şoreşgerên wekî Bêrîtan, Şîlan, Sara, Nûda, Arin û bi sedhezaran jinên berxwedêr tekoşîn mezin dibe. Berxwedana ku li ser hîma şehîd Beritan pêk hatibû îro li Bakur, Kobanê, Rojava û Şengalê destanan dinivîsîne.’

Zagros di dawiya axaftinên xwe de bang li hemû jinên cihanê kir ku xwedî li têkoşîna Bêrîtanan derkevin. Zagros: “ji bo neteweyek demokratik,  hevjiyanek azad û jiyanek bi feraset û rengê jinê bê honandin pêwîst e jin di her cihê pêş ên têkoşînê de cih bigrin û zilma dagirkeriyê bişkînin. Ev jî tenê bi riyekê çêdibe ew jî  ev e ku xwedî li têkoşîna Bêrîtanan derbikevin û berxwedanê mezin bikin.’’