BI DÎMEN

Zagros: Azadiya Welat şopdarê Mûsa Anter û şehîdên ragihandina azad e

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros der barê kampanya '‘Her malek welatek e' ya ji aliyê rojnameya Azadiya Welat ve hatiye destpêkirin ji ajansa me re axivî.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros der barê kampanya '‘Her malek welatek e' ya ji aliyê rojnameya Azadiya Welat ve hatiye destpêkirin ji ajansa me re axivî. 

Zagros da xuyakirin, ku Azadiya Welat şopdarê ragihandina azad a Kurdan e û got, "Her civak bi çanda xwe û bi sazîbûna xwe dibe civak. Dijminê me jî ji bo ku civaka Kurd, bê hêza zanistiyê bihêle, ji bo ku ji manewiyata wê û çanda wê dûr bixîne, her wiha ji bo ku bê sazî bihêle polîtîkayek pir dijwar a qirkirinê dide meşandin. Qetlîama çandî, qetlîama ziman dide meşandin. Bi vî awayî dixwaze gelê Kurd weke gelekî lal, kor, bê hişmendî bihêle. Ji ber walatek an jî gelek, ger ku di aliyê ziman de û di aliyê hişmendiyê de bê dagirkirin ew welat an jî gel ji her alî ve ji bo dagirkirinê vekirî dimîne. Li ser vê esasê em dikarin bêjin ku di van dusid  salên dawiyê de li ser gelê Kurd dijwariyek mezin ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve bi taybet ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin. Bi taybetî dewleta Tirk ji bo gelê Kurd bê ziman bihêle hemû rêbazên faşîzmê li ser Kurdan dide meşandin. Li hemberî vê me wek tevgera azadiyê tekoşînek destpê kir û ji bo ku em careke din zimanê xwe, çanda xwe zindî bikin, vejînekî di vê der  barê pêş bixînin, me gelek berdêlên mezin dan. Her wiha ji Mûsa Anter bigire heya şehîdên herî dawiyê Hevalê Rohat, gelek şehîd hatin dayîn. Wan xwestin bidin diyarkirin ku gelek bê ziman nabe, bê çand nabe, gelek bê hêza exlaqî û hêza watedayînê nabe. Ji bo vê berdêla wê çi dide bila bibe, pêwîste gelek van taybetmendiyên xwe bi her awayî xwedî derbikeve û pêş bixîne. Li ser vê esasê mirov dikare bêje ku tekoşînek dijwar hat pêşxistin, serkêşiya vê jî ragihandina azad kir. Ji bo ku gelê me bikaribe bi hişmendiya xwe, bi zimanê xwe, bi zanista xwe dunyayê bixwîne, nas bike, bi çavê xwe ji bo van bibîne, nas bike, di vê der barê de tekoşînek mezin ji aliyê ragihandina azad ve pêş ket. Di roja me ya îro de mirov dikare bêje ku wek mîrateya vê têkoşînê, wek berdewamiya wê Azadiya Welat bi rengekî şênber vê didomîne. Azadiya Welat nûnertiya vê dike." 

Di dewama axaftina xwe de Zaxo Zagros diyar kir ku Azadiya Welat li hember qirkirina çandî û bişavtinê wek seknekê ye û got, "Azadiya Welat bi hemû aliyan ve ji bo jiyaneke serbixwe, ji bo mirovekî Kurd ê serbixwe her wiha ji bo pîvanê jiyana Kurd ji nû ve bafirîen, bi rastî rolek pir esas û girîng dilîze. Her wiha Azadiya Welat li hember vê bişavtina ku, qirkirina çandî ya îro li ser gele me tê meşandin jî mirov dikare bêje ku saziyek pir girîng e. Di roja me ya îro de, dewlet jî ji ber ku bi vê dizane, ji bo xebatên îro bêbandor bêhêle bi êrîşek mezin di ser wê de diçe. Ji ber vê jî pêwîste wek gelê Kurd, wek civaka Kurd û bi taybet jî jinên Kurd, mirov bi hişyariyek mezin her wiha bi rengek pir çalak li hember vê siyasetê bisekine. Ev jî bi çi şêwazê pêş dikeve? Mirov çiqasî vê li rojnamê xwedî derbikeve, çiqasî li van xebatên çandî xwedî derbikeve, em ê ew qas jî bikaribin vê polîtîkayên dijmin vala derbixînin. Ev kampanya 'her malek welatek e' di vê wateyê de pir girîng e. Ji ber ku bi rastî jî Azadiya Welat bikeve kîjan malê mirov dikare bêje ku li wê derê ziman bi pêş dikeve, li wê derê hişmendiya Kurdiyetê bi pêş dikeve, li wê derê heta mirov dikare bêje di her warî de li nirxên xwe, paşeroja xwe xwedî derketine. Li ser vê esasî pêwîste her kes ji bo pêşvebirina zimanê xwe, xwe berpirsyar bibîne. Di pêşxistina vî aliyê aliyê rojnamevaniyê de jî xwe berpirsiyar bibîne."

Di dawiya axaftina xwe de Zagros banga tevlîbûna kampanyayê kir: "Banga me li gelê me, bi taybetÎ li dayikan, li jinan ew e ku em li hemberî vê qirkirina çandî ji her alî ve xwedî li Azadiya Welat derkevin. Xwedî li çanda xwe derkevin û tevlî vê kampanyayê bibin. Em bikaribin vê xwedîderketina xwe bi sekna xwe, bi helwesta xwe, bi xwebûna xwe ve bisekinin. Her wiha van êrîşên li hemberî rojnamevaniya azad pûç bikin. Em jî dibêjin, pêwîste her Kurdek ji bo di welatekî azad de bijî, bi hişmendiya Azadiya Welat xwe bixemilîne. Ji bo em bikaribin bibin yê xwe, em xwebûna xwe pêş bixînin, pêwîste em bi zimanê xwe her roj şexsiyeta xwe, jiyana xwe ava bikin. Li ser vê esasê hêvî û baweriya me ew e ku her kes, hemû gelên me, hemû civaka me, bi coşeke mezin, bi rengek herî çalak, çawa ku di demên derbasbûyî de xwedî li nirxên xwe derket, wê di hundirê vê kampanyayê de jî bi aktîf, bi awayekî çalak cih bigire. Bi vî rengî em ê bi hev re, bi yek dengî, bi yek helwestê, vê polîtîkaya bişavtinê û ya qirkirinê pûç bikin û em ê bikaribin, bi rastî jî pêşeroja xwe bi zimanê xwe, bi hişmendiya xwe û bi xwebûna xwe ava bikin."