Yûsiv: Em di projeya federalîzma demokratîk de bi israr in

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsiv bal kişand ser bloka nû ya li dijî Kurdan û got, "Em di projeya xwe ya federalîzma demokratîk de bi israr in."

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsiv girîngiya pêngava Minbicê, êrîşên rejîmê yên li hemberî Hesekê, bloka nû ya Tirkiye, Îran û rejîmê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê û Sîstema Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.

XEBATÊN ME GIHAŞTINE ASTEKE GIRÎNG

Yûsiv da xuyakirin, ku yek ji xebatên bingehîn ên federasyona demokratîk, ku ev 5 meh in ew li ser disekinin, nivîsandina pêşnûmeya hevpevymaniya civakî bû û diyar kir, ji bo danasîna vê sîstemê, komîteyek ji konseya rêveber li gelek herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê civîn lidar xist, ji rewşenbîran, saziyên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û gelên herêmê re ev sîstem vegot. Yûsiv destnîşan kir, ku di heman demê de nêrînên gel ên li ser sîstema federalîzma demokratîk hat girtin û li ser vê bingehê hevpeymana civakî hat amadekirin. Yûsiv got, "Ev xebat niha gihîştiye qonaxa dawî."

Hediye Yûsiv da zanîn, weke konseya rêveber ew ê di demeke nêz de li hev bicivin û biryara kombûna meclîsê bidin û got, "Dema Meclîs li hev civiya, wê hevpeymana civakî binirxîne û erê bike. Piştî ku hevpeymana civakî hat erêkirin, ji bo bicihanîna sîstema federaliya demokratîk em ê dest bi kar bikin."

'JI BO SERMIJARTIN Û KONFERANSÊ AMADEKARÎ TÊN KIRIN'

Yûsiv da xuyakirin, ku ew ji niha ve amadekariya konferansekê dikin û anî ziman, bi vê konferansê ve dixwazin li ser sîstema federaliya demokratîk nîqaşeke xurt bimeşînin. Yûsiv got, "Ev konferans wê bibe konferansa pênasekirina sîstema federaliya demokratîk û diyalogê. Em niha amadekariyê ji bo vê konferansê dikin. Di heman demê de ji bo em karibin sîstemeke baştir ji bo siberoja gelên me, civaka me ava bikin û projeyên dibin bersiv ji hemû pêdiviyên civakî re bafirînin, me dest bi karê sermijartinê jî kir. Em ê tespît bikin, bê çiqas mirovên me dikarin deng bidin, çiqas mirovên me ji bajarên din ên Sûriyeyê hatine, çiqas koç kirine. Ev kar li kantonên me yên Kobanê û Efrînê destpê kir. Em amadekariyan dkiin ku li Kantona Cizîrê jî bidin destpêkirin." Yûsiv ragihand, karê sermijartinê ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava ve tê kirin û ew jî bi hemû hêza xwe alîkariyê didin.

NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ FEDERALÎZMA DEMOKRATÎK KÊM BÛN

Hediye Yûsiv bibîr xist, ku dema wan di 16-17'ê Adarê de Sîstema Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ragihandin, ji gelek welatên herêmê, rejîmê, mûxalîfên Sûriyeyê û hêzên navneteweyî nerazîbûn hatin nîşandan û got, "Ji ber ku sîstema me ya federal weke parçebûna Sûriyeyê didîtin. Bi taybetî, mûxalefeta Sûriyeyê ji bo vê projeyê reş bike û neyînî nîşan bide, ket nava gelek hewldanan. Vê yekê jî bandor li gelek welatan kir û nerazîbûn nîşanî sîstema me dan. Lê belê rejîm jî, her kes jî baş dizanin ku projeya me projeya parçekirina Sûriyeyê nîne. Lewma nerazîbûnên di vî warî de kêm bûn.

Yûsiv da xuyakirin, ku gelên li Sûriyeyê û gelên li derveyî Sûriyeyê piştî ku bi karaktera sîstema wan hesiyan, hîn bêhtir xwedî li projeya wan derketin.

Yûsiv got, "Lê belê, hêzên weke dewleta Tirk, rejîm û Îranê, ji ber ku demokratîkbûna Sûriyeyê li berjewendiyên xwe nabînin, êrîşî projeya me dikin."

'MECLÎSA GEL A MINBICÊ FEDERALÎZMA DEMOKRATÎK PEJIRAND'

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsiv da zanîn, ku wan di dema bihurî de ji bo bicihanîn û afirandina mekanîzmayên sîstema federal, karekî gelekî girîng meşandine û destnîşan kir, ku gelên li Bakurê Sûriyeyê ji bo bicihanîna vê projeyê amade ye.

Yûsiv diyar kir, di dema meşandina vî karî de operasyona rizgarkirina Minbicê jî hat destpêkirin û got, "Weke gava destpêkê, me bi Meclîsa Gel a Minbicê re civînek pêk anîn. Vê meclîsê sîstema federal pejirand. Dema Meclîsa Lekşerî ya Minbicê hat ragihandin, ji bo desteka leşkerî, lojîstîk û hemû pêdiviyên gel, me bi hemû hêza xwe amadekarî kirin. Bêguman vê yekê moral da gelê Minbicê."

Yûsiv bibîr xist, ku terora DAIŞ'ê di ser Minbicê re belavî Tirkiye û cîhanê dibû, lewma rizgarkirina Minbicê pêşî li vê yekê girt. Yûsiv got, "Rizgarkirina Minbicê ji aliyê siyasî û civakî ve gelekî girîng e. Wê gelek hevsengiyên siyasî yên li Sûriyeyê biguherîne. Di heman demê de pêşî li gihîştina hev a kantonên me Kobanê û Efrînê vekir. Ji vî alî ve jî stratejîk e."

DI BLOKA NÛ DE HESAB LI SER KURDAN Û MÛXALÎFÊN SÛRIYEYÊ TÊ KIRIN

Hediye Yûsiv da xuyakirin, ku dema pêngava rizgarkirina Minbicê de, çeteyên DAIŞ'ê yên derbên giran dixwarin, bi rengekî hovane li Qamişloyê komkujiyek pêk anîn û got, "Eger di teqîna li Qamişloyê de destê rejîmê nebûya, dibe ku encameke bi vî rengî derneketibûya holê."

Yûsiv bal kişand ser êrîşên rejîmê yên vê dawiyê li hemberî Hesekê pêk anî û işaret bi bloka nû ya ji Tirkiye, Îran, Sûriye û Rûsyayê kir.

Yûsiv ragihand, bi şerê li Hesekê re ew dikarin êdî qala blokeke bi vî rengî bikin û got, "Tirkiye heta niha pêşengî ji hêzên terorê yên li Sûriyeyê re kir. Mûxalefeta Sûriyeyê hembêz kir û bi her awayî destek dayê. Yê ku ji sînor heta Helebê endamên xwe li herêmê bi cih kiriye, Tirkiye ye. Tirkiye vê siyasetê dimeşîne. Lê belê dema li Bakurê Sûriyeyê teror bi ser neket, ev siyaseta Tirkiyeyê jî têk çû. Vê desteka Tirkiyeyê ya ji bo mûxalefetê û terorê, di navbera rejîma Baasê û Tirkiyeyê de rê li ber nakokiyan vekir. Her wiha piştî xistina balafira Rûsyayê, têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê jî xera bû. Tirkiye gihaşt wê astê ku êdî di siyaseta der heqê Sûriyeyê de têk çû. Hemû têkiliyên xwe yên bi cîranan û li qada navneteweyî xera bû, li qadê teşhîr bû.

'DI NAVA HEWLDANA DARBEYÊ DE DIBE KU DESTÊ AKP'Ê BI XWE HEBE'

Ji ber van hemûyan di dema dawiyê de li Tirkiyeyê hewldana darbeyê hat kirin. Di vê hewldana darbeyê de dibe ku destê AKP'ê bi xwe hebe. Ji ber ku AKP'ê bi rengekî plankirî ev darbe pêşwazî kir. Yan jî, beriya pêkhatina hewldana darbeyê haya xwe jê hebû. Ji xwe nakokiyên navxweyî yên li Tirkiyeyê gelekî zêde ne. Têkoşîna li dijî Kurdan li Bakurê Kurdistanê meşand û serneketina siyaseta li ser Sûriyeyê, bingeh ji hewldaneke bi vî rengî ya darbeyê re amade kir. Bêguman serketian şoreşa me, Tirkiye li qada navneteweyî teşhîr kir û zemîn ji hewldana darbeyê re afirî. Wekî din, AKP'ê darbe gelekî bi tedbîr pêşwazî kir. Heman piştî darbeyê dest bi pêngaveke dîplomatîk kir. Têkiliyên bi Sûriyeyê, Rûsya û hin hêzên li herêmê re ji hin aliyan ve sererast kir.

'DESTÊ TIRKIYEYÊ CAREKE DIN DI SIYASETA ŞAMÊ DE YE'

Hediye Yûsiv ragihand, Tirkiyeyê, di berdêla firotina mûxalîfan de ji bo rejîma Baasê li hemberî Kurdan bikeve nava tevgerê, gaveke nû avêt û ev tespît kir: "Ez çima vê dibêjim? Di şerê dawî yê li Hesekê de, rêbaz, daxuyanî û zimanê rejîma Sûriyeyê bi kar anî, zimanê dewleta Tirk e. Di dema vî şerî de artêşa rejîmê daxuyaniyek da û heman zimanê Tirkiyeyê bi kar anî. Di şerê navbera me û rejîmê yên heta niha de, yekemcar artêşa rejîmê daxuyaniyek da. Di vê daxuaniya fermî de me weke PKK'ê pênase dike. Dibêje 'Asayîşa PKK'ê. Ev zimanê Tirkiye û Enqereyê ye. Gefa bi balafiran a li gel tê xwarin, rêbaza dewleta Tirk e. Wekî din, di hin rojnameyan de hat ragihandin ku Alîkarê Musteşarê MÎT'ê çend roj berê li Şamê li ser Bakurê Sûriyeyê bi îstîxbarata Sûriyeyê re hevdîtin kiriye. Ji van hemûyan fêhm dibe, di hin mijaran de li hev kirine. Careke din destê Tirkiyeyê tevlî siyaseta Şamê dibe.

'LI HESEKÊ, HÊZÊN SER BI ÎRANÊ ŞER KIRIN'

Li aliyê din, Îran ji xwe naxwaze li Sûriyeyê pirsgirêka Kurd çareser bibe û aramî bê. Îran naxwaze Kurd bibe xwedî statu. Ji ber ku ji pirsgirêka Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê ditirse. Her wiha Îran naxwaze destê xwe ji Sûriyeyê bikişîne. Ji ber vê yekê yê li Sûriyeyê şer dike, ji xwe Îran e. Di nava esîrên ketine destê me de niha gelek endamên Hîzbûlllahê yên Îranî hene. 

Ev hemû nîşan dide, ku li hemberî Kurdan blokeke nû ava bûye. Lê cihê nîqaşê ye, ku ev blok wê çiqasî bandora xwe hebe, çiqasî karibe dewam bike.

Pêwîste rewşa li Hesekê derket holê neyê qebûlkirin. Ji ber ku ev blok di heman demê de li hemberî koalîsyona navneteweyî ye. Têkoşîna li dijî terorê tê meşandin bi pêşengiya Kurdan tê kirin. Mirovahî niha bi hêvî ne ku bi pêşengiya Kurdan dikare terorê ji holê rake. Di demeke ku teror li bajarekî gelekî girîng hat qedandin de, rejîm êrîşî vê hêzê dike. Ji xwe dewleta Tirk jî, ji ber ku em li dijî terorê têdikoşin, êrîşî me dike. Lê niha rejîm jî êrîşî me dike. Serketina Minbicê ew jî aciz kir. Lewma em dibêjin, ev siyaset temsîliyeta blokeke nû ya li hemberî Kurdan e.

'BÊYÎ AGAHIYA RÛSYAYÊ, REJÎM NIKARE ÊRÎŞA HEWAYÎ BIKE'

Rûsyayê daxuyaniyek weşand û got, haya xwe ji vê meseleyê û diyaloga navbera hin aliyan nîne. Lê em di vî warî de xwe naxapînin, ev ne rast e. Bêyî agahî û destûar Rûsyayê, nepêkan e balafirên Sûriyeyê rabin û li gel bidin. Ji ber ku balafir bêyî agahiya navenda rejîmê nikare rabe û li gel bide. Rejîm jî bêyî ku bi Rûsya û Îranê bişêwire, nikare balafiran rake. Ji ber ku yê niha destekê dide wê bi tenê Îran û Rûsya ne. Ev yek jî nîşan dide, ku blokeke bi vî rengî ava bûye.

Ev hêz û derdora, ji bo bloka wan a nû bi rê ve biçe, di heman demê de hewl didin Tirkiyeyê rehet bikin. Dewleta Tirk jî dixwaze pêşî li projeya federalîzma demokratî bigire, ku Îran û rejîm ji vê projeyê ditirsin."

'DIKARE REWŞEKE NÛ YA GELEKÎ XETERE DERXÎNE HOLÊ'

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsiv destnîşan kir, ku eger rejîm di vê helwesta xwe ya nû de israr bike, ev yek wê rewşeke nû derxîne holê û got, "Em û rejîm, em ê şerê hev bikin. Ji ber ku em ê herêma xwe biparêzin. Ev yek jî, bixwaze nexwaze wê rewşeke nû bi xwe re bîne."

Ji bo vê rewşa nû jî Yûsiv got, "Ev yek wê bibe serxwebûn. Em heta niha dibêjin projeya federalîzmê. Me dan xuyakirin, ku projeya me ne ji bo parçekirina Sûriyeyê ye. Lê belê eger rejîm bi vî rengî bi ser Kurdan ve bê, ev yek jî wê rewşeke nû bi xwe re bîne. Ev rewşa nû jî serxwebûn e. Wê di siyaseta me de jî rewşeke nû bafirîne. Ev civak wê li ber xwe bide û ji aliyê siyasî ve jî wê serxwebûn derkeve pêş.

Projeya me ya niha projeya federalîzmê ye û em naxwazin Sûriye parçe bibe. Lê belê eger bi vî rengî bi dijminane bi ser Kurdên li Sûriyeyê were, wê Kurd helwesteke cuda li hemberî rejîmê nîşan bidin. Em ê li hemberî vê rewşê têkoşîneke mezin bimeşînin û hemû hêzên rejîmê ji Rojava derxînin. Eger ev bibe, wê pêşî li serxwebûnê vebe. Em ê li hemberî her şêwe êrîşên rejîmê li ber xwe bidin.

'DIKARE RÊ LI BER ŞEREKÎ NAVNETEWEYÎ VEKE'

Ev blokbûyîn wê li qada navneteweyî jî rewşeke nû derxîne holê. Ji ber ku divê koalîsyona navneteweyî jî tiştekî bi vî rengî qebûl neke. Ji ber ku êrîş li hemberî Kurdan tê kirin, ku Kurd pêşengiyê ji têkoşîna li dijî terora DAIŞ'ê dikin. Ev yek di heman demê de êrîşek li hemberî têkoşîna li dijî terorê ye. Pêwîste ew jî li hemberî vê helwestê nîşan bidin.

Li aliyê din, em hemû dizanin têkoşîna li vê herêmê tê meşandin têkoşînek ji bo berjewendiyan e. Hêzên navneteweyî nikare projeyên xwe ji êrîşeke vê rejîmê re bihêlin. Lewma ev rewşa siyasî wê girantir bibe û pêvajoyeke nû ya siyasî derkeve holê. Pêkane rê li ber şerekî mezin ê li qada navneteweyî veke. Blokeke bi vî rengî helwestek li dijî koalîsyona navneteweyî ye. Di hin daxuyaniyan de ev yek bi rengekî vekirî neyê bilêvkirin jî, ev êrîşa li hemberî Kurdên li dijî terorê şer dikin, wê rê li ber nerazîbûna navneteweyî veke.

Yanî dewamkirin û berfirehbûna vî şerê li Hesekê wê bi xwe re tabloyeke nû ya siyasî bîne. Ev rewş bi kêrî berjewendiyên rejîmê jî nayê, bi kêrî berjewendiyên gelên Sûriyeyê jî nayê. Ji ber vê yekê, divê rejîm ji van êrîşên xwe vegere. Eger jê venegere, wê tabloya siyasî bi giştî biguhere, planên nû yên siyasî derkevin holê. Dema mirov rewşa heyî dinirxînin, ev encam derdikeve holê.

'EM Ê DI FEDERALÎZMA DEMOKRATÎK DE ISRAR BIKIN'

Girîng e em êrîşên heyî rast binirxînin û li gorî wê helwestê nîşan bidin. Ev êrîş hemû ji bo pêşîgirtina li ji nû ve vejîna projeya federalîzma demokratîk e. Ji ber ku qonaxa amadekariyê ya projeya me, di asta dawî de ye. Niha amadekarî ji bo serjimartinê tê kirin."

Yûsiv diyar kir, ew di projeya xwe ya federalîzma demokratîk de bi israr in û got, "Ji ber ku yekane projeya xizmetê ji gelên Sûriyeyê re dike, ev proje ye. Ji bo parastina vê projeya xwe, em bi israr in gavê bavêjin. Lewma bi van êrîşên rejîmê re em ê ji projeya xwe venegerin. Li her cihê êrîş werin kirin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."