Yuksekdag: Wê bersivek mezin ji me bigirin!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag li navçeya Erdîş a Wanê di aktîvîteya “Li dijî derbeyê hevdîtina gel a demokratîk” de axivî, got: “Yên vê zilmê li me dikin, wê bersivek hê mezintir ji me bigirin.”

Aktîvîteyên di çarçoveya “Li dijî derbeyê hevdîtina gel a demokratîk” ji ber barana zêde li navçeya Erdîş a Wanê hate betalkirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokên KCD’ê, hevserokên bajaran û parlamenter di bin dorpêça polîsên Tirk de bi gel re li avahiya HDP’ê ya navçeyê civiyan.

 Tevî ku polîsan dest danîn ser cîhazên deng ên gel jî, rexmî hemû astengiyan gel bi coşek mezin heyeta HDP/DBP’ê pêşwazî kir.

Di bernameyê de Yuksekdag, Hevserokên KCD’ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven, Berdevka Hevserokên HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlamenterên HDP’ê Pervîn Bûldan, Lezgîn Botan, Zozan Ozgokçe, Adem Geverî, hevserokên bajarê Wanê yên HDP/DBP’ê û bi sedan kes amade bûn.

DÎCLE: EM Ê BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN

Destpêkê Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle axivî, li hember biryara walî a ‘qedexe ye’ û dorpêça polîsan a li derdora avahiya navçeyê nerazîbûn nîşan da, got: “Armanca wan bi tengkirina qada siyaseta demokratîk, bingehekî ji operasyonên qirkirina siyasî re amadekirin e. Ji destpêka em hatine Erdîsê me ev zext hîs kirin. Tenê deh deqeyên li Erdîşê her tişt diyar kir. Sal derbas bûn, lê hê jî feraseta Îttîhat û Terakkî didome. Li Cizîr, Silopiyayê zindi zindî dişewitînin. Li cihên wek Erdîşê jî bi operasyonên qirkirina siyasî ve digirin. Hewl didin em siyasetê nekin û li her qadê me tine bikin. Em ê jî berxwedanê bidomînin.”

 ‘DIVÊ EM XWE ZELAL BIKIN’

Dîcle di berdewamiya axaftina xwe de ev got: “Yek ji xeteriyên herî mezin jî rakirina destlênedanên parlamenterên me ne. Pêwîst e têkîldarî pêvajoyê em vê pirsgirêkê nîqaş bikin û di serê her kesî de zelal bikin. Divê em bi rêxistinbûyina xwe fikrên faşîzan tine bikin. Gelê me wê bi berxwedan û rêxistinbûyina xwe ve fikrên faşîzan pûç bike.”

YUKSEKDAG: DESTKEFTIYÊN ME WÊ HÊ MEZINTIR BIN

Yuksekdag jî diyar kir ku ji merheleyek girîng derbas dibin, ev nirxandin kirin: “Bi sedan salan in ev gel ji ser vê axê nehatiye dûrxistin. Ji ber ev gel bi xwêdana eniya xwe li ser vê axê bû negihiştin armancên xwe. Di şer de tiştên baş û xweşik jî çêdibin. Paşeroja gelê Kurd li Rojava bingehek girt. Nikarîbûn pêşî li pêşketinên gelê Kurd a li Rojava bigirin. Îro çiqasî dixwazin bila derfetên dewletê bi kar bînin. Kî ji desthilatdariya Qesrê ditirse? Yên xurt ew kesên ku îro di bin sêwanê vê partiyê de li hev civiyan e. Îro yên nikarin bi siyaseta xwe ji bo xwe bigirin, bi zilm, zor û çekê ve hewl didin teslîm bigirin. Ti nêzîkatiyek wan a cuda jî nîne. Bawer bikin, yên vê zilmê li me dikin wê bersivek hê mezintir ji me bigirin! Yên îro hewl didin me ji meclîsê bavêjin divê baş bizanibin, em ê bi hejmarek hê zêdetir vegerin. Em ê rojên zehmet bibînin. Bêyî berxwedan serkeftinên mezin bi dest nakevin. Gelekî zehmetiyên mezin bibîne wê xwe bigihîne destkeftiyên mezin jî.”

...