Yuksekdag li Dîgorê axivî: HDP’e gel e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi şîara “Li Dijî Derbeyê Hevdîtina Gel a Demokratîk” bi gelê Dîgorê re civiya.

Heyeta ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî tê de bi dirûşmeya Li Dijî Derbeyê Hevdîtina Gel a Demokratîk” li navçeya Dîgor a Qersê bi gel re civiya. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên HDP'ê Ayhan Bîlgen, Mehmet Alî Aslan, Pervîn Buldan, hevserokên HDP û DBP'ê ji aliyê bi sedan kesî li ber avahiya Rêxistina DBP’ê ya navçeyê bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Gel bi cilên xwe yên herêmî, alên kesk, sor û zer tevlî hevdîtinê bû, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Her Der Meclîs Her Der Berxwedan” berz kir, pankartên “Dest Îradeya Min Nede” rakir.

Fîgen Yuksekdag li vir xîtabî gel kir, koalîsyona AKP, CHP û MHP’ê rexne kir. Yuksekdag wiha axivî: “Yên difikirin ku wê me ji Meclîsê dûr bixin, bila bi serê çavên xwe li Dîgorê binêrin. Mirovên vê axê, rûmeta xwe li pêşiya her tiştî digire, li dijî her cure êrîşên giran jî dizane li ber xwe bide. Yên siberojê dizanin em in. Yên li hemberî me hêza xwe tenê ji çekan, ji pereyên diziyê digirin. Hêza HDP’ê jî hûn in, gel e. Em enerjiya tevahî jinên Kurd, tevahî jinên Tirkiyeyê ne. Em hevrêyên Mehmedan, Sakîneyan, Sêvêyan in.”

 Yuksekdag, hikûmeta AKP’ê ya bi destwerdana Erdogan hatiye avakirin wek hikûmetek şer a bi profîlek kêm nirxand, wiha dewam kir: “Desthilatdariyek bi profîlek ewqasî kêm e ku nikare derkeve ser vê astê. Jixwe asta wan a exlaqî kêm bû. Niha jî bi serokwezîrekî bi profîla kêm ve hikûmetek şer a bi profîla kêm li hev anîn. Ew bi wê asta xwe ya ketî ve nikarin bigihêjin asta berxwedana me.”

Yuksekdag destnîşan kir ku her sê partiyên şirîkên koalîsyonê jî heman in, wiha dewam kir: “Ew berxwedana me ya her roj xwe ji nû ve dafirîne nizanin. Em li hundir, li derve xem nake, em ê her tim wek nûnerê rastîn ê rûmetê, mirovahiyê û demokrasiyê tevbigerin. Eger xwediyên desthilatdariyê, riziyabin ,  partiyên wek HDP’ê jî wek sosina avê mizginiya paşerojê didin. Ew ê jî di nav bêhnên xwe yên genî wê biçin. Li pêşberî wan îradeya Anatolya, Mezopotamya û Kurdistanê heye. Têkoşîna wê heye.”

Heyetê piştre ji bo hevdîtinek din a gel berê xwe dan Îdirê.