Yuksekdag: Emê hemû astengiya tûne bikin!

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, “Êdî îro demên dawî yên di tekperestiyê de israr dikin e.” Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî got ku ‘wê AKP tek biçe’.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li navçeya Bazîdê di hevdîtana gel de axivî û xwest welatiyên li navçeya Nisêbînê li taxa Alîkayê asê mane derxînin herêmêke ewle û wiha got: "Ji bo ku Cizîrekî din neyê jiyîn ez bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dikim. Heke hûn îmzeyê bavêjin qatlîamekî din a wekî Cizîrê hûn ê nikarin ji riya ku ketine vegerin."

Mîtîngên bi slogana "Li dijî darbeyê hevdîtana gel a demokratîk" ên li dijî rakina destnedayînên parlamenterên HDP'ê berdewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Leyla Guven, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên HDP'ê Pervîn Buldan, Dengîr Mîr Mehmet Firat, Berdan Ozturk û Dirayet Taşdemîr beşdarî mîtîna li navçeya Bazîdê ya Agiriyê bûn û ji aliyê hezaran kesan ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Qada Ozturk a ku mîtîng hate lidarxistin bi alên HDP, DBP û KJA'yê ve hatin xemilandin û bi govendan bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo" "PKK gel e, gel li vir e" "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" "Qatil Erdogan" hatin berzkirin. "Mîtîngê bi sirûda "çerxa şoreşê" û rêzgritinê dest pê kir.

OCALAN BI FEDAKARÊ TÊKOŞIYA

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle ewil axivî û diyar kir ku Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku ev pêvajoya bi xwîn a Rojhilata Navîn li Tirkiye û Kurdistanê neyê jiyîn bi fedakarî û bi sebr têkoşiyaye. Dîcle wiha got: "Yekem car di navbea dewletê û kurdan de hevdîtinên fermî hatin kirin. Nexşeriya ku birêz Ocalan amade kir ji aliyê dewlet û hikûmetê ve hatibû qebûlkirin. Ji bo ku Tirkiye bibe komerekî demokratîk fersendekî mezin bû. Lê ev fersend baş bikarneanîn." Dîcle anî ziman ku Kurdistan bi qatlîamên ku nexeribê ve rû bi rû ye. û wiha berdewam kir:"40 salên dawî ye tenê ne kesekî ku têdikoşe li dijî Komara Tirkiyeyê hem şahidê kirinên wan in men jî bersuc im. Êdî îro demên dawî yên di tekperestiyê de israr dikin e. Ev feraseta faşîzan wê bi dawî bibe."

'EM SED BÛN BÛN HEZAR’

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî bal kişand ser girtina wekilên DEP'ê yên di 1994'an de û wiha got: "Disa li dijî berxwedana gel a bi rûmet astengî û bendên din derxistin. Heta niha çiqas astengî û bend derketin pêş me, me hemû tar û mar kir. Me bi têkoşînê rê li pêş xwe vekir û em ketin meclîsê. Destnedayîna wekîlên DEP'ê rakirin û girtin. Le dîsa vî gelî wekîlên xwe derxistin û şandin meclîsê. Siyasetmedarên ku duh destnedayina wan hatin rakirin û avêtin girtîgehê niha li kune? Li vir li hemberi we ne. Wan em yek bi yek deh bi deh girtin. lê em sed bi sed hezar bi hezar zêde bûn. Em bûn mîlyon û belav bûn. Em sed bûn, em niha bûne bi hezar û milyon."

TENÊ PARTIYA ME LI DIJÎ QESRÊ MUXALIFIYÊ DIKE

Yuksekdag, helwesta partiyên din ya li hemberî wekîlên HDPê jî rexne kir û da zanîn ku hemû partî li hemberî wan bûne yek perçe û wiha got: "Hemû li hemberî Qesrê ketine rêzê û serê xwe ditewînin. Lê tenê partiya me li dijî Qesrê muxalifiyê  dike. Hemu bûne qûlê Qesrê, lê HDP seri radike. Ji ber ku HDP gel e daristane û tu carî serî danîne."

BANGA JI BO NISEBÎNÊ: GELÊ NISEBÎNÊ BİBİN HERÊMÊN EWLE

Yuksekdag, bal kişand ser daxuyaniya YPS'ê û rewşa gelê Nisebînê û wiha got: "Divê her kes ji bo gelê Nisebînê yê li hurdir rabin serhildanê. Niha li taxa Aliaka ya Nisebînê dayikên me yên pîr hene. Zarokên biçûk hene. Hemû di bin êrîşên hêzen dewletê de asê mane. Divê demek berî demekê welatiyên sivîl ên asê mane bibin cihên ewle. Divê wekî komkujiya Cizîrê pêk neyê." Yuksekdag, bang li hemû gelên Tirkiyeyê kir ku destûr nedin komkujiyê.

 

Heyetê piştî daxuyaniyê derbasî navçeya Giyadînê ya Agiriyê bûn.