Yuksekdag: Em ê pêşî li planên tinekirinê bigirin

Yuksekdag got, "Wê pêşî li van neheqî û planên tinekirina HDP'ê bê girtin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi rêya sîstema deng û dîmen SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Kandirayê beşdarî rûniştina doza li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bû.

Yuksekdag got, "Desthilatdariya ku nikare di nava sînorên siyasê de li hemberî me têbikoşe, bi çoyê dadgeriyê hewl dide me berteref bike û li gorî xwe, bêdeng bike. Ti hukmê betalkirina parlamenteriya me nîne. Biryareke siyasî ye ku li derveyî hiqûqê ye û li dijî teamulên siyasî ye. Armanca rastî ya hikûmetê ji vê biryarê tê fêhmkirin. Dixwaze HDP'ê li Meclîsê tesfiye bike. Ji ber ku ev biryar beriya referandûma 16'ê Nîsanê hat dayîn, ev rastî derdikeve holê. Vê yekê jî bi destê dadgeriyê dike. Lewma baweriya bi dadgeriyê jî ji holê radike. Wê pêşî li van neheqî û planên tinekirina HDP'ê bê girtin.

Mazbataya ku vegerandin, tenê kaxizek e. Yên ku wekîlî da me mirovên xizan in, mirovên ji nedîtî ve tên e. Em deng û vîna wan in, heta ku ew bixwazin wê parlamenteriya me jî dewam bike. Me heta roja îro tenê gotin demokrasî û aştî. Em ê her tim vê yekê bêjin.

Li aliyê din, ev yek êrîşeke vekiriye li dijî vîna rêxistinbûyî ya jinan. Zîhniyeta ku di jiyana rojane de jinan li malê, dibistanê, kargehan derdixîne derveyî jiyanê, hewl dide li Meclîsê jî yekane Hevseroka partiyekê derxîne derveyî siyasetê. Lê belê weke min got, yên em hilbijart; jin in, gel e. Yên ku wekîliya me ji destê me bigire jî ew in."

Yuksekdag destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û her tim bibin dengê gelên xwe.

Rûniştina dozê ji bo 18'ê Nîsanê hat taloqkirin.