Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Yuksekdag: Em ê bi şûn de gavê navêjin; bi destkeftiyên mezin derkevin pêşberî wan!

Li Qersê mîtînga, “Li Dijî Derbeyê Hevdîtina Gel a Demokratîk” hate lidarxistin. Yuksekdag di mîtîngê de diyar kir ku wê li hember AKP/Qesrê bi şûn de gavê navêjin, banga têkoşînê li gelan kir.

Li Qersê mîtînga, “Li Dijî Derbeyê Hevdîtina Gel a Demokratîk” hate lidarxistin. Yuksekdag di mîtîngê de diyar kir ku wê li hember AKP/Qesrê bi şûn de gavê navêjin, banga têkoşînê li gelan kir.

Li Qersê bi armanca protestokirina derbeya AKP/Qesrê ji aliyê HDP’ê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtînga bi dirûşmeya “Li Dijî Derbeyê Hevdîtina Gel a Demokratîk” de bi sedan kes amade bûn.  Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên HDP'ê Ayhan Bîlgen, Mehmet Alî Aslan, Pervîn Buldan, hevserokên HDP û DBP'ê û bi sedan kes beşdarî mîtinga li ber avahiya HDP'ê hate lidarxistin bûn. Di mîtîngê de pankartên "Dest nede îradeya min û wekîlê min" hate vekirin û qad bi alên HDP'ê ve hate xemilandin. Welatiyên ku hatin qadê jî tîşortên "Dest nede wekîlê min" "Dest nede îradeya min" li xwe kirin. Polîsan qad bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin û welatiyên ku ji Erdexan û navçeya Cilawûzê ya Qersê hatin jî ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û nehiştin bikevin bajar.

‘MECLÎS HATIYE FESIXKIRIN’

Di mîtîngê de destpêkê Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û diyar kir ku ew hêza xwe ji sekna xwe ye birêxistinkirî û ji gel digirin. Koçyîgît anî ziman ku Meclîs bi talîmata Serokomar Tayyîp Erdogan ve hatiye fesixkirin û wiha berdewam kir: "Meclîs hikûmet û serokwezîrekî ku îro bêbandor bûne li vî welatî hene. Li vî welatî serokomar di şevekî de darbe pêk anî. Serokwezîrê hatiye hilbijartin ji peywir girt. Wekî ku îradeyekî azad heye çûn kongreyê. Bêyî ku fedî bikin, wekî demokrasî nîşan didin û pêşkêş dikin. Li vî welatî qanûna esasî hatiye binpêkirin. Meclîs hatiye fesixkirin."

Koçyîgît destnîşan kir ku HDP bi riya lîncê tê xwestin ji meclîsê bê derxistin û wiha got: "Li Sûr, Cizîr, Nisêbînê tiştên ku kirine wekî ne bes e îro jî dixwazin darbe li îradeya me ya pirsgirêka kurd çareser dike dixin. Em ê destûrê nedin vê. Em li pişt her wekîlên xwe ne. Em bi hev re qîr dikin, destdayîna HDP'ê destdayîna îradeya me ye. Heta li ser piyan bin wê eniya şer belav bibe."

YUKSEKDAG, GIRTÎ SILAV KIRIN

Piştre Hevseroka HDP Yuksekdag axivî. Yuksekdag bal kişand li ser girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek û wiha axivî: "Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de rêveberên me, xebatkarên me, kê dibînin digirin. Em girtiyên siyasî yên di nava çar diwaran de silav dikin. Bila bawer bin ku em li hundir bin jî li derve bin jî bi kîjan zilmê re rû bi rû bimînin em ê ji sekna xwe venegerin, li ser piyan bin. Em natirsin. Berê jî gelek caran xwestin îradeya gel teslîm bigirin, ew di nava tarîtiya dîrokê de winda bûn. Ji ber vê yekê jî newêrin li rûyê me binêrin. Dema ku li rûyê me dinêrin sefaleta xwe dibînin. Dema ku em li rûyê wan dinêrin ji me ditirsin."

‘EM GAVÊ PAŞVE NAVÊJIN’

Yuksekdag, bal kişand ser civîn û hevdîtinên HDP'ê yên bi gel re û êrîşên li ser gel û wiha got: "Di gelek civînên bi gel re êrîşî girseyên me dikin. Lê dîsa gelê me li vîna xwe ya siyasî xwedî derdikeve. Bi çekan êrîşî me kirin, lê dîsa fêde nekir. Ew nizanin serîrakirina li hemberî zilmê çi ye. Ew ked, berxwedanê nizanin. Ew tenê ji talankirin, wêrankirin û diziyê fam dikin. Lê em wekî gel ne li vê dinyayê û ne ji li dinya din heqê xwe li wan helal nakin. HDP hem deng, bêhn û berdevkê gel e. Tenê partiya di ber xwe dide HDP ye. Me tI carî li hemberî zilmê paşve gav navêt. Me hemû destkeftiyên xwe bi ked, têkoşîn û bedelên giran bi dest xist. Ne wekî Qesrê bi talankirin û diziyê.

‘EM HER KESÎ DAWETÎ TÊKOŞÎNÊ DIKIN’

Yuksekdag, anî ziman ku AKP her roj bêtir zalim dibe û darbeyê li pêşeroja Tirkiyeyê dixe û wiha berdewam kir: "Me bi gelê xwe re l hemberî vê zilmê di ber xwe da û em bi ser ketin. Em weki vîna ge a hilbijartî ne. Niha dem dema parastina vîna gel e. Divê em bi hêz herî mezin vê vînê biparêzin û bilind bikin. Em ê bi berxwedanê vê vînê biparêzin û bi berxwedanê bi ser bikevin. Em ê têkoşîna hemû gelê TirkiyeyA mazlum berdewam bikin. Ji ber ku têkoşîna me têkoşîna azadî, demokrasî û mirovahiyê ye.

‘EM Ê BI 100 WEKÎLAN DERKEVIN PÊŞBERÎ WAN’

Yuksekdag, herî dawî anî ziman ku ew ê her dem li ser soz û gotina xwe bin û dê tu carî ji hêz û têkoşîna xwe nekevin xwar û wiha dawî li gotinê anî: "Dema deng û soza me tê qedexekirin, Dema meş û qerîna me tê astengkirin em bêtir wate didin deng û awaza xwe. Em bêtir tûj dibin û xurt dibin. Em heta bi ser nekevin em tI carî nasekinin. Em tê bêtir xwe mezin bikin û bi hêza 100- 120 wekîlan derkevin pêşberî we. HDP êdî partiya muxalif a herî mezin e. HDP partiya siyaseta demokratîk e. Lê AKP tehamulî siyaseta demokratîk nake. Me gelê Tirkiyeyê yên Elewî, Kurd, jin, zarok, ciwan, Azerî, Keldanî û Suryanî di bin sêwanekê de anî cem hev. HDP hemû kesî hembêz dike û rê li pêş vîna wan a azad vedike. Dixwazin pergala Serokdewletiyê li dijî hiqûq û zagonan têxe meriyetê. Lê êdî li Tirkiyeyê partiya ku maxalefetê bike tenê HDP heye. “

Heyet piştre derbasî navçeya Dîgorê a Qersê bû.