Yukeskdag: Bi zilmê tu nikarî desthildariya xwe bimeşînî

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku li Dersimê başdarî mîtînga “Ji darbeyê re na, demokrasî niha” bû wiha got: “Heta ku netewên cuda li ber çavan negirî, nikarî îda bikî ku demokrasî heye, bi zilmê nikarî desthiladariya xwe bimeşînî.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekg, li Dersimê di mîtînga ku bi şîara “Ji darbeyê re na, demokrasî niha” bi gel re civiya.

Yuksekdag piştî îlankirina Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê îxlalkirina mafê mirovan zêde bûye û wiha got: “Eger ku Kurd ne di ewlehiyê de be, Elewî ne di ewlehiyê de be, wê demê ti kes ne di ewlehiyê de ye. Eger ku jin ne di ewlehiyê de bin, ti kes bila xwe di ewlehiyê de hîs neke.”

Yuksekdag da zanîn ku piştî hewldana darbeyê AKP’ê xwe mîna hewariyê “Demokrasiyê” dide nîşandan û wiha anî ziman: “Em ji bo her kesê demokrasî û azadiyê dixwazin. Ew demokrasiyê tenê ji bo xwe dixwaz in. Her demê ji xwe Misilman, xwe demokrat didan nîşandan, niha ez tû û kurê xwe tên gel hev ji bo demokrasiyê lihev tên. Li ser bingehên xirab, hûn bingehê deshildariya xwe datînin. Heta ku neteweyên cuda li ber çavna negirin, nikarin îdîa bikin ku demokrasî heye, bi zilmê nikarî desthildariya xwe bimeşînî.”

Yuksekdag wiha axivî: “Eger ku li ser vê xakê wekehevî hebe ne darbeya leşkerî û ne jî ya Qesrê pêk tên. Bi parêzvanên rast ên têkoşîna aştî, demokrasî û aramiyê li ser vê xakê dikin, wê bi me re were.Yuksekdag diyar kir ku ne îro û ne jî sibehê ti hişmendiya darbekar qebûl nakin.

Yuksekdag got: “Eger ku we guhdarî me kiriba, agahî roja dawî ji zavayê xwe nedigirt.” Yuksekdag bi bîr xist ku AKP’ê li hember darbeyê “Cejna demokrasiyê” îlan kir . Yuksekdag wiha anî ziman: “Eger ku hinek cejinê bikin û henek bilorînin, wê demê ew cejin derew e.”

Yuksekdag desnîşan kir ku AKP a ku li şûna pêşî li mirina bigire Rewşa Awarte îlan kir, wisan dihesibîne ku rêbaza hêzê wê bixîne bin garantiyê û wiha got: “Tu bi ser nakevî, panzehîra darbeyê demokrasiye, Rewşa Awarte xeteriya darbeyê ji holê ranake.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bi bîr xist ku di serdgeritin li ser malên endamên ESP û SGDF’ê de hatin êşkencekirin û binçavkirin. Yuksekdag wiha pê de çû: “Yên ku dûh digotin êşkence nîne, dest bi êşkenceyekî sîstematîk kirine.

Yuksekdag, qetlîama ku ji aliyê DAIŞ’ê ve li Qamişloyê hate kirin jî şermezar kir û kesên ku jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anî û wiha axivî: “Li Qamişloyê bi dehan kesan jiyan xwe ji dest da, we ji devê siyasetmedarekî peyamên sersaxiyê bide bihiştiye? Na! Ji ber ku sînorên mirovatiyê yên wan hene. Eger ku yên hatine qetilkirin Kurd in wan mirovayetiya xwe ji bîr kirine. Li hember van polîtîkayên cudakarî, parçeker ên desthiladariyê gelê me bibe yek, em ji vê bawer in.”

Yuksekdag bal kişand ku êdî bi şer şiyaset nayê meşandin û wiha pê de çû: “ Encama serbestberdana leşker û milîtaniyan, darbeye. Êdî bi şer siyaset nayê meşandin. Rêya vê jî hêza çareseriyê mase ye

Li ser vê siyaset meşandine. Eger ku hûn bi çekan siyasetê bimeşînin, ew çek wê li dest dane li ser hemû rêveberiyên welat. Divê êdî gel dest dane ser rêveberiyan. Têkiliyên desthiladariyekê ya bi gel re wiha nabe; Ey gel dakevin kolanan min biparêz in, Ey gel bikevin mala xwe xwe tevlî tiştekî neke.’ Divê her gel li cihê xwe xwe rêvebibe. Gel li her deverê beşdarî siyasetê bibe. Rejîma her bi bandor a li dijî darbeyan, rejîma ku di xizmeta gel de xwedî gotin be.”

Yuksekdag, bal kişand ser mîtîngên ku li Stanbol û Dersimê, Îzmîr, Edene û Wanê hatin lidarxistin, her wiha diyar kir ku li Enqere, Mêrsîn û Stenbolê wê bi jinan re were gel hev. Yuksekdag herî dawî wiha got: “Ezbi taybet bang li jinan dikin ku li dijî darbeyê dakevin kolanan. Em li dijî her cûre darbeyê bi hêza xwe ya xwezayî bi meşin. Dayika Fatimayan, Zarîfeyan, hevriyên Sakîneyan, ez di wê baweriyê de me ku wê bibin parêzvanên azadiyê.”