YRK: Îran şertên agirbestê dixe nava xeteriyê

Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser tevgera leşkerî ya rejîma Îranê ku di demên dawî de zêde bûye û hişyarî da ku bi vê yekê re şertên agirbestê dikeve nava xeteriyê.

Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser tevgera leşkerî ya rejîma Îranê ku di demên dawî de zêde bûye û hişyarî da ku bi vê yekê re şertên agirbestê dikeve nava xeteriyê.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyeke nivîskî, der barê tevgera leşkerî ya rejîma Îranê de agahî da.

Navendê diyar kir ku pastarên Îranê bi şewitandina daristanên li qadên gerîla û danîna kemînan li pêşiya hêzên gerîla re şertên agirbestê dixin nava xeteriyê.

Navenda Çapemeniyê da zanîn ku artêşa Îranê di sibeha 28'ê Tîrmehê de li bejahiya gundên Rizgê, Mêege Pîrê û Dole Tuyê yên ser bi bajarê Serdeştê derketine operasyon û ev operasyon hînê dewam dike.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên artêşê di 2'ê Tebaxê de li heman herêmê bi ser gerîlayên wan ve çûne û di encama çalakiyeke segvanî ya gerîla de pastarek hatiye kuştin. Navendê diyar kir ku piştî vê çalakiyê hêzên gerîla yên di rewşa parastinê de ne bi çekên fermî li leşkerên bi ser wan de hatine xistine û di encamê de gelek pastar hatine kuştin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku li derdora gundên Berdesorê û Dilavan ên Serdeştê artêşa Îranê kemînan datîne pêşiya gerîla.

Navenda Çapemeniyê ya YRK'ê wekî din bal kişand ser tevgera Afganên di ser Mako re derbasî Tirkiyeyê tên kirin û ji wir jî diçin Sûriyeyê li nava refên DAIŞ'ê li dijî Şoreşa Rojava şer dikin û da zanîn ku roja 2'ê Tebaxê li çiyayê Morsî yê Mako saet di 9'ê şevê de wesayîtek ji van Afganan hatiye sekinandin, ew ji wesayîtê hatine peyakirin û wesayît hatiye şewitandin.

YRK'ê destnîşan kir ku ew ê bi xurtî li hemberî her kesên li dijî destketiyên gelê Kurd şer dikin, bisekinin.