YPS: Li Wan û Geverê 9 çeteyên qesrê hatin kuştin
Şervanên YPS/YPS Jinê di çalakiyên xwe yên li Wan û Geverê de 9 çeteyên qesrê kuştin.
Şervanên YPS/YPS Jinê di çalakiyên xwe yên li Wan û Geverê de 9 çeteyên qesrê kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser çalakiyên xwe yên li Wan û Geverê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
WAN
"Roja 23'ê Tebaxê saet di 22:00 de, li hemberî leşkerên li ber saziya Vaskî ya li pêşiya avahiya efseran çalakî hat lidarxistin û li vir 3 leşker birîndar bûn.
23'ê Tebaxê saet di 23:00 de li stasyona bazê ya Turkcell û Vodafone ya li taxa Çelebîbagê hat xistin û hat rûxandin.
Yekîneyên me yên YPS Jinê, roja 24'ê Tebaxê li taxa Cevdet Paşa ya navçeya Îpekolû ya Wanê 2 wesayîtên AKP'yiyan şewitandin.
Di çalakiya roja 25'ê Tebaxê de 2 polîsên li ber emniyetê hatin kuştin, 2 polîs û Midûrê Emniyetê jî birîndar bûn.
Roja 26'ê Tebaxê li navenda Wanê saet di 22:30 de, yekîneyên me yên YPS/Jinê bi çekên giran li kolordiya Wanê xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyên qesrê yên li vir nehat zelalkirin. Xisareke madî li kolordiyê bû.
GEVER
Roja 23'ê Tebaxê, yekîneyên me yên YPS/YPS Jinê ji 3 baskan ve li Geverê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de herî kêm 7 çeteyên qesrê (Polîsên tîmên taybet) hatin kuştin. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê wê piştre bên eşkerekirin."