YPS: Li Sûr û Geverê 7 çete hatin kuştin

YPS'ê destnîşan kir, ku berxwedana ev du meh in tê nîşandan wê bidome û bi têkbirina dewleta Tirk re wê biqede.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê bîlançoya berxwedana di rojên dawî yên li bajarên Kurdistanê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li navçeya Amed Sûr û li navçeya Colemêrg Geverê 7 çete hatine kuştin. YPS'ê nasnameya 5 şervanên xwe yên di çalakiyeke li Şirnexê ya roja 5'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

YPS'ê destnîşan kir, ku berxwedana ev du meh in tê nîşandan wê bidome û bi têkbirina dewleta Tirk re wê biqede.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) de hat ragihandin, ku konsepta şerê topyekûn ê rejîma qesrê ya faşîst li Kurdistanê daye destpêkirin, li Sûr, Cizîr û gelek herêmên Kurdistanê dewam dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li hemberî van êrîşên faşîst, berxwedana gelê me ya bi pêşengiya YSP'ê bi bîr û biryardarî didome."

YPS: LI SÛRÊ 6 ÇETE HATIN KUŞTIN

YPS'ê li ser şerên li Sûr û Geverê qewimîn ev agahî da:

"7'ê Sibatê li derdora Minareya Çarling a li Sûrê hêzên me çalakiyek pêk anîn û di vê çalakiyê de herî kêm 3 çete hatin kuştin.

8'ê Sibatê li kolana Sabûncû ya Sûrê, di çalakiya sûîqestê ya hêzên me de çeteyek hat kuştin.

Piştî nîvro saet di 11:00 de li dora firina emniyetê ya Sûrê, hêzên me li çeteyan xistin û li vir jî çeteyek hat kuştin.

Saet di 3'an de, dîsa li dora firina emniyetê, çeteyan hewl dan xwe berdin nava qadên hêzên me. Hêzên me yên bi vê hesiyan li van çeteyan dan û li vir çeteyek hat kuştin, 2 jî birîndar bûn.

LI GEVERÊ POLÎSEK HAT KUŞTIN

Roja 8'ê Sibatê, li Geverê li kolana hunerê, polîsekî sivîl ji aliyê hêzên me ve hat kuştin."

YPS'ê nasnameyên 5 şervanên xwe yên di 5'ê Sibatê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan eşkere kir.

NASNAMEYÊN 5 ŞERVANÊN LI ŞIRNEXÊ JIYANA XWE JI DEST DAN

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"5'ê Sibatê, di çalakiya li hemberî qereqola polîsan a li Bahçelîevlerê de 11 polîs hatin kuştin, 24 polîs jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de 5 şervanên me birîndar bûn. Nasnameyên şervanên me yên şehîd ketine bi vî rengî ne:

Nasnav: Yilmaz Teyî
Nav paşnav: Halîl Atak
Navên dê-bav: Hazal-Ramazan
Ji dayikbûn: 1994 - Cizîr

Nasnav: Agir Azad
Nav paşnav: Mazlûm Yeşîl
Navên dê û bav: Zelîha-Ahmet
Ji dayikbûn: 1994 - Pirsûs

Nasnav: Xwînrij Cûdî
Nav paşnav: Alî Sevîlgen
Navên dê û bav: Fatma-
Ji dayikbûn: 1994 - Cizîr

Nasnav: Koçer Besta
Nav paşnav: Mahmût Saltan
Navên dê û bav: Gulê-Îbrahîm
Ji dayikbûn: 1993 - Şirnex

Nasnav: Rojbîn Rêber
Nav paşnav: Hîdayet Toptamûr
Navên dê û bav: Cemîl-Abdullarîm
Ji dayikbûn: 1985 - Sêrt"

'EV BERXWEDAN WÊ BI TÊKBIRINA REJÎMA QESRÊ BI ENCAM BIBE'

Di dawiya daxuyaniya YPS'ê de ev peyam hat dayîn:

"Berxwedana me ya bi pêşengiya YPS'ê li hemberî hêzên mêtînger tê meşandin, roj bi roj xurttir dibe. Çalakî û berxwedana me yên li hemberî rejîma faşîst û mêtînger wê bidomin. Divê her kes zanibe, komkujiya bi destê çeteyên DAIŞ'ê li Cizîrê hatiye kirin wê bêhesab nemîne û em ê tola welatiyên xwe yên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane qat bi qat bistînin. Berxwedana me ya li Sûr û Cizîrê ya du meh û nîv in dewam dike, wê bi serketina berxwedêran û têkçûna qesrê bi encam bibe.

Em careke din bang li gelê xwe yê welatparêz û hemû hêzên şoreşger-demokratîk dikin. Em her derê veguherînin keleha berxwedanê û rejîma qesrê di nava xwîna rijandiye de bifetisînin."