YPS: Li Mahsertê kontrola rê, li Wanê şer

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, ev du roj in rêyên navçeya Mêrdîn Mahsertê di bin kontrola yekîneyên YPS/YPS Jinê de ne. Her wiha ragihand, li taxên Xaçort, Surmelî, Şehîd Firat û Artemêtan ên Wanê şer diqewime.

Daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bi vî rengî ye:

MÊRDÎN

"Li Mahsertê, ev du roj in yekîneyên me yên YPS/YPS Jinê rêyên Mahsertê kontrol dikin.

Yekîneyên me li derdora Qereqola Harpê herêmeke berfireh kontrol kirine û çûn û hatinê kontrol dikin.

WAN

Li taxên Xaçort, Surmelî, Şehît Firat û Artemêtanê, ku yekîneyên me yên YPS/YPS Jinê di 24'ê Tîrmehê de xistin bin kontrola xwe, şer diqewime.

Li taxa Surmelî, ku şer lê diqewime, çeteyên qesrê xwestin dest li gelek cihan werin û li ser vê şerekî giran rû da. Di vî şerî de derb li maşîneke zirxî hat xistin û çete neçar man xwe vekişînin.

Di şerê li taxa Şehîd Firat de derb li maşîneke zirxî hat xistin. Di şerê li vir de kontrayek hat kuştin.

Çeteyên qesrê guleyan li sivîlan direşînin. Ji ber vê gulereşandinê 2 welatî birîndar bûn."