YPS’ê têkîldarî Wan û Geverê daxuyanî da

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî çalakiyên li Wan û Geverê diyar kir ku gelek çeteyên Qesrê hatin kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî çalakiyên li Wan û Geverê daxuyaniyek nivîskî weşand. YPS’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

WAN

“Li navçeya Îpekyolû ya Wanê, êvara 24’ê Tebaxê saet 01.30’an, yekîneyên me bi çekên giran li Şaxa Leşkeriyê, Garnîzon û nuqteyên li derdora Garnîzonê dane, têkîldarî mirî û birîndaran agahî nehatin bidestxistin. Di encama çalakiyê de gelek cih hatin bêkêrkirin.

25’ê Tebaxê danê êvarî saet 22.20’an, yekîneyên me bi çekên nîv otomatîk û ferdî li Midûriyeta Emniyetê ya li navçeya Îpekyolûyê dane. Di encama çalakiyê de 2 polîs mirin, 2 polîs jî birîndar bûn.

Li giştî Wanê, ev 4 roj in çeteyên Qesrê operasyonan ku bi desteka hewayî pêk tên, li dar dixe, gelek mirovên sivîl binçav kirine.

Yekîneyên me li navçeya Îpekyolû di çarçoveya operasyona şoreşgerî de beşên ku xebatên AKP’ê dikin û çeteyên fihûşê kirine hedef û 6 kes birîndar kirin. 2 wesayîtên aîdî van jî hatine şewitandin.

GEVER

23’yê Tebaxê danê êvarî saet 21.00’an li navenda Geverê ya Colemêrgê ji 3 baskan ve çalakî hate lidarxistin. Baskê yekemîn li Taxa Gungorê wesayîtên zirxî yên Akrep û Kobra kirin hedef. Wesayîta bi tîpa Akrep li gel ên tê de, bi temamî hate rûxandin, wesayîta Kobra jî hate derbkirin. Baskê duyemîn jî li navenda sûkê li rex Parka Avaşînê wesayîtek zirxî kir hedef û lê da. Baskê sêyem jî li Taxa Cûmhûriyetê wesayîta ku digeriya kir hedef. Di çalakiyan ku gelek çete mirin û birîndar bûn, hejmar nehate zelalkirin. Ber bi danê sibehê piştî saet 02.00’an operasyon hatiye destpêkirin, qedexeya kolanan hatiye îlankirin.”