Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide ku têkçûna xwe ya li Nisêbînê veşêre.
Daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê wiha ye: “Dewleta Tirk ji bo têkçûna xwe veşêre û berxwedanê di taldê de bihêle, hin sivîl, dayikên kal û zarokên ku girtine wek endamê YPS’ê ye nêz dibe û dixwaze bigire.
Ev bi temamî propagandaya şerê psîkolojîk e. Bi rastiyê re ti eleqeya xwe nîne. Hin bûyerên pêk hatî û gelek rewşên derveyî rastiyê tevlîhev dike û pêşkêşî raya giştî dike. Bi vî şêweyî jî hewl dide xwe serkeftî derxîne. Medyaya şerê taybet jî bi rojan e wek serkeftinek mezin bi dest xistine, rewşa ku bi xwe afirandine bi xwe pê bawer dikin û serwîs dikin.”