YPS: 7 çeteyên Qesrê hatin kuştin

Di çalakiyên YPS û YPS-JIN’ê yên li Şirnex û Nisêbînê de 7 çeteyên Qesrê hatine kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku di çarçoveya berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê de têkoşîna li hember êrîşên faşîst ên çeteyên Qesrê bi biryardarî berdewam dike.

Daxuyaniya YPS’ê ev agahî parve kirin:

ŞIRNEX

“28’ê Nîsanê li nezî avahiya emniyetê a kevin di saet 03:00’an de dema ku wesayîtek zirxî ya Kîrpî dixwest derbas bibe, ji aliye hêzên me yên têkoşer ve têne hedefgirtin û wesayît tê rûxandin. Wesayîtek Akrep jî ku dema dixwest êrîş bike ji aliyê hêzên me ve tê derpkirin. Bi zelalî hat dîtin ku 1 hêzên taybet yên jendermeyan hate kuştin. Di heman wextê de wesayîtek zirxî ya Kobra jî ji aliyê hezen me ve hate hedefgiritin û tevî kesên di hundirê wesayîtê ve hatin îmhakirin. Kuştî û birîndarên li vê derê nehatin zelalkirin.

29’ê Nîsanê li Taxa Omerkoyê yekîneyên me, tîmekî taybet bi çeka sekvaniyê hedef girtin û kuştin.

30’ê Nîsanê di navbera hêzên me û yên çeteyên Qesrê ku xwestin bikevin Taxa Bahçelîevlerê de şer qewimîn. Di vî şerî de çeteyekî Qesrê hate kuştin. Dîsa tanka li derdora avahiya emniyetê ku xwest mudaxele bike jî ji aliyê yekîneyên me ve bi çekên giran hate hedefgirtin û derbkirin. Di vî şerî de 1 wesayîta Kobra û Kirpî di dema mudaxeleyan de bi awayekî bandor hatine hedefgirtin û hatine derbkirin. Li vir bi zelalî 2 tîmên taybet hatine kuştin.

3 roj in çeteyên Qesrê Taxa Yeniyê bi çekên giran bombe dike. Her wiha şer li Taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Bahçelîevler bi awayekî dijwar berdewam dikin û bomberdûman hê jî didomin.

NISÊBÎN:

30’ê Nîsanê li Nisêbînê saet 01:00’an balafira keşfê ya Drone, ku ji aliyê Weysîka ve difiriya, ji aliyê yekîneyên me ve hate hedefgirtin û hate xistin. Dîsa di saetên şevê de di çalakiya YPS-JIN’ê de çeteyekî Qesrê hate kuştin.

Şehit Gelhat Mahallesi’nde birimlerimizin imha ettikleri zırhlı araçlarda Saray çeteleri 1 ölüsünü vermektedir. Bu yalandır olup gerçek kayıplar gizlenmektedir.”

Li tevahî taxan şer bi awayekî dijwar didomin. Çeteyên Qesrê îdîa dikin ku di wesayîtên zirxî yên ku yekîneyên me li Taxa Şehîd Gelhatê îmha kirine de çeteyek hatiye kuştin. Lê, ev hemû derewên dewleta Tirk in û hewl dide windahiyên xwe veşêre.”