YPS: 34 çeteyên Qesrê hatin kuştin, 2 tank hatin rûxandin

Kordînasyona Giştî ya YPS'ê encamên şerê li Nisêbîn, Şirnex û Wanê eşkere kir. Di encama çalakiyan de 34 çeteyên qesrê hatin kuştin, tevî 2 tankan gelek maşînên zirxî hatin rûxandin.

Kordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser çalakî û şerê rojên dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

NISÊBÎN

"Roja 30'ê Nîsanê, çeteyên Qesrê dema hewl didan bikevin nava taxa Alîka bûn hedefa yekîneyên me yên YPS'ê. Di encama vê çalakiya sabotajê de 5 polîsên tevgera taybet hatin kuştin, 2 polîsên tevgera taybet jî birîndar bûn. Roja 1'ê Gulanê jî kepçeya zirxî 3 caran hewl da bikeve nava taxê û di encama lêdana bi çekên ferdî de kepçeya derbxwarî neçar ma vekişe.

ŞIRNEX

27'ê Nîsanê, maşîneke zirxî ya bi tîpa ejder, dema hewl da bikeve nava taxa Cûmhûriyetê bû ehdefa roketên yekîneyên me. Di encamê de ev maşîna zirxî îmha bû. Li heman cihî kepçeyeke hewl dida rê veke di encama derba yekîneyên me de hat îmhakirin û operatorê wê hat kuştin.

2 maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra, dema dixwestin bikevin nava taxa Cûmhûriyetê bûn hedefa derbên yekîneyên me yên bi çekên ferdî û giran. Her du maşînên zirxî hatin rûxandin. Dema çeteyan xwestin li avahiyekê bi cih bibin, yekîneyên me li wan dan û di şerê li vir qewimî de bi zelalî hat tespîtkirin ku 8 çete hatine kuştin. Li heman cihî çeteyan xwestin bikevin avahiyeke din û ew jî bûn hedefa yekîneyên me. Di çalakiya li vir de herî kêm 7 polîsên tevgera taybet hatin kuştin. Wekî din yekîneyên me yên YPS'ê li tîmên taybet ên hewl didan bikevin nava maleke din xistin. Tevî ku derbeke giran li wan hat xistin jî hejmara kuştî û birîndaran nehat tespîtkirin.

Roja 29'ê Nîsanê, 2 maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra dema dixwestin bikevin taxa Îsmetpaşa bûn hedefa çalakiya yekîneyên me û derb li van her du maşînan hatin xistin.

Roja 1'ê Gulanê, li hemberî tankeke li aliyê Tatar a taxa Îsmetpaşayê dixwest bikeve nava taxê, çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encamê de tank şewitî û îmha bû. Heman rojê lit axa Îsmetpaşa 3 endamên tevgera taybet ên jendermeyan ji aliyê yekîneyên me ve hatin kuştin. Li heman cihî çawişekî pispor hat kuştin. Komek ji endamên tevgera taybet ên jendermeyan û maşîneke zirxî ya bi tîpa Kîrpî dema xwestin bikevin nava taxê bûn hedefa derbên hêzên me. Di encamê de 4 endamên tevgera taybet a jendermeyan hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Her wiha polîsekî tîmên taybet jî li vir hat kuştin.

Yekîneyên me bi çeteyên dixwestin bikevin nava taxa Gazî Paşa hesiyan û li wan dan. Li vê derê 2 çete hatin kuştin. Li aliyê Ziyaretê ya taxa Îsmet Paşa, maşîneke zirxî dema xwe bi cih dikir bû hedefa çekên giran ên yekîneyên me. Di encama derba lê hat xistin de maşîna zirxî neçar ma xwe vekişîne. Di vî şerî de endamekî me yê YPS'ê şehîd ket. Nasnameya berxwedêrê me yê şehîd ket wê piştre bê eşkerekirin. Li hemberî taxa Yenî ev 3 roj in bi çekên obusê bomberdûman tê kirin. Her wiha çeteyên Qesrê ev 10 roj in av li ser taxê birî ne.

Roja 1'ê Gulanê li ser rêya Sêrtê ya li taxa Bahçelîevlerê tankek hedef girtin û îmha kirin. Di encamê de çeteyekî qesrê hat kuştin. Ev sê roj in çete bi dijwarî hewl didin bikevin nava taxê. Agahiyên berfireh ên li ser şerê dijwar, wê piştre bên eşkerekirin. 2'ê Nîsanê yekîneyên me bi roketan li komeke çete ya dixwest bikeve taxê xistin û li vir herî kêm 2 çete hatin kuştin. Yekîneyên me yên YPS'ê bi roketan li kepçeyeke xwest bikeve taxê xistin, maşîna derb xwar, ji neçarî vekişiya. Êvara heman rojê yekîneyên me bi çekên giran û ferdî li çeteyan xistin. Ji çeteyan gelek kuştî û birîndar çêbûn. Agahiyên berfireh wê piştre bên eşkerekirin.

WAN

Ev hefteyeke li ser rêya Îpekê ya navenda Wanê çeteyên qesrê dest bi operasyonê kirine. ROja 1'ê Gulanê saet di 07:00 de çeteyan malek girtin û piştre di navbera 2 endamên me yên YPS'ê û van çeteyan de şer derket. Yekîneyên me yên YPS'ê yên piştre ji derve dest li bûyerê werdan, ev çete hedef girtin. Li vê derê ji çeteyan kuştî û birîndar hene, lê agahiyên berfireh wê piştre bê eşkerekirin. Di vî şerî de endamekî me yê YPS'ê Cîger Malazgîrt şehîd ket. Agahiyên li ser nasnameya endamê me wê piştre bê eşkerekirin."