YPS: 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin

YPS'ê diyar kir, ku li Sûr û Kerboranê çalakî hatine lidarxistin û di encamê de 2 çeteyên Qesrê hatine kuştin.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser çalakiyên li Sûr û Kerboranê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Dİ daxuyaniya YPS'ê de ev agahî hatin dayîn:

"Li navçeya Sûr a Amedê, şeva 24'ê Cotmehê saet di 00:00 de, yekîneyên me li ser rêya fakulteyê li dijî otobusa polîsan çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Li vê derê 2 çeteyên qesrê hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê çeteyên qesrê bi wesayîtên zirxî hewl dan dest li cihê çalakiyê werdin.

Li Kerboranê, roja 24'ê Cotmehê saet di 15:30 de, yekîneyên YPS-Jinê li dijî avahiya Hêzên Taybet çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de li kulûbeya nobedê hat xistin, lê hejmara çeteyên mirî û birîndar nehat zelalkirin.

Êvara 25 Cotmehê seat di 04.00 de jî hêzên me li emniyetê xistin. Li vir jî, çalakiyeke sûîqestê li dijî komek ji polîsan a li hev civiya bû, hat lidarxistin. Lê kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. 

Ev çalakiyên hêzên me ji bo bîranîna endamên me yên şehîd bûne, hatin lidarxistin."