YPG: Ti kes nikare bi hinceta rojavayê Feratê êrîş bike!

Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl got: “Ti kes nikare bi hinceta ku hêzên me li rojavayê Çemê Feratê ne, êrîş bike.”

Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl got: “Ti kes nikare bi hinceta ku hêzên me li rojavayê Çemê Feratê ne, êrîş bike. Ji ber ku hêzên me piştî ku destek dan Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û misyona xwe pêk anîn, hemû noqteyên leşkerî radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û rêveberiya bajar jî radestî Meclîsa Sivîl a bajar kirin.”

Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl der barê îdîayên ku dibêjin hêzên YPG’ê li rojavayê Çemê Feratê ne, daxuyaniyek li ser Malpera YPG’ê ya Facebook’ê belav kir.

Xelîl got: “Ti kes nikare bi hinceta ku hêzên YPG’ê li Minbicê li rojavayê Çemê Firatê ne, êrîşî van deveran bike. Ji ber ku ew kes baş dizanin ku hêzên YPG’ê piştî ku ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê destek dan Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û erka xwe pêk anîn, ji wan herêman vekişiya.”

Xelîl diyar kir ku çi êrîşa ku li ser Minbicê pêk were ew êrîş li dijî şêniyên Minbicê û her du meclîsên wê yên Leşkerî û sivîlan e û got: “ Şêniyên vê herêmê bi xwe xwediyên mafê rêvebirin û parastina wê ne.”

Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl di dawiya daxuyaniyê de got: “Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya hêzên me pir zelal e.”