YPG: Li Şêx Meqsûdê 2 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li taxa Şêx Meqsûd a Helebê di encama destwerdana hêzên wan a li êrîşa çeteyan de, herî kêm 2 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandiyê ya YPG'ê der barê rewşa dawî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, " Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Suriyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dikin."

LI ŞÊX MEQSÛDÊ 2 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, komên çete ji herêma Muxaberat hewl dan bikevin nava taxa Şêx Meqsûd û hat gotin, "Di şerê piştî destwerdana hêzên me rû da de bi qasî hatiye zelal kirin 2 endamê çeteyan hatine kuştin."

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK DEWAM DIKIN

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin û hat gotin, "Aarteşa Tirk 24'ê Gulanê pişt nîvro bi çekên giran êrîş birin ser gundên Ziyaret û Bobanê yên li rojavayê Kobanê û li ser gundê Yapsê yê li rojhilatê Kobanê."

ÊRÎŞÊN ÇETEYAN ÊN LI HEMBERÎ KANTONA KOBANÊ

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"24'ê Gulanê saet di navbera 12.00 û 12.30'an de çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin ser gund û pira Qereqozax a li rojavayê başûr ê Kobanê.

Çeteyan bi şev jî ji heman herêmê hewl dan êrîş bikin. Hêzên me li dijî van çeteyan saet 22.00'an de operasyonek lidar xistin. Operasyonê de çeper û nuqteyên çeteyan bi awayekî bandor hat xistin lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. 

Çeteyên DAIŞ'ê 24'ê Gulanê saet di navbera 13.30 û 14.00'an de li dijî rojavayê bendava Tişrîn, 25'ê Gulanê saet 04.30'an de jî li dijî bakurê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê du êrîşên cuda lidarxistin."