YPG: Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Rojava de dewam dikin

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ êrîşên xwe yên bi ser Rojava de didomînin.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, 25’ê Îlonê dewleta Tirk êrîş biriye ser çeperên wan ên li gundê Til Şeriyeyê yê ku dikeve rojavayê Kobanê.

Di daxuyaniyê de agahî tê dayin ku çeteyên DAIŞ’ê jî êrîşên xwe didomînin.

Daxuyanî bi vî rengî ye: 

"Êrîşên artêşa Tirk ên li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûrî dewam dikin. Artêşa Tirk 25’ê Îlonê bi çekên giran êrîş bir ser çeperên hêzên me yên li gundê Til Şeriyiyê ku li rojavayê Kobanê ye. 

Çeteyên DAIŞ’ê 25’ê Îlonê pişt nîvro bi çekên giran êrîş birin ser gundê Şemseddîn ê li rojhilatê başûrê bendava Tişrînê ye.

Çeteyên DAIŞ'ê heman rojê danê êvarê bi çekên giran êrîş birin ser çeperên hêzên me yên gundê Malha yê Şedadê."