YPG: Êrîşên çeteyan ên li Heleb û Cerablûsê dewam dikin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di şerê ji ber êrîşa çeteyan li Helebê derket de çeteyek hat kuştin yek jî birîndar bû.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, der barê êrîşên çeteyan û şerê diqewime de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Sûriyeyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dike."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, komên çeteyan roja 30'ê Nîsanê ji herêma Seken Şebab li dijî Şara Muxaberat bi topên hawan û cehenemê êrîşek lidarxistin û hat gotin, di vî şerî de çeteyek hatiye kuştin çeteyek jî birîndar bûye.

Navenda Ragihandinê da zanîn, roja 30'ê Nîsanê çeteyên DAIŞ'ê ji kozikên xwe yên li başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin li ser bajarokê Şêxler ê  Kobanê û hêzên YPG/YPJ'ê bi çekên giran bersiv dan vê êrîşê. Hat gotin, "Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van êrîşan de nehat zelalkirin."