YPG: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojava dewam dikin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîşên artêşa Tirk û komên wê yên çete li dijî Rojavayê Kurdistanê bi taybetî li Efrînê dewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîşên artêşa Tirk û komên wê yên çete li dijî Rojavayê Kurdistanê bi taybetî li Efrînê dewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, roja 11'ê Nîsanê balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk bi şev li ser sînorê Kobanê geriyan.

Hat gotin, "Heman şevê çeteyên artêşa Tirk bi topên obusê êrîş birin ser gundên Maranez, Malikiyê û Elkamiyê. Piştî topbaranê çeteyan vê carê bi çekên doçka heta siharê gundê Maranez gulebaran kirin."
 
Navendê diyar kir, di 13'ê Nîsanê de çeteyên artêşa Tirk bi topên hawanê êrîş birin ser gundê Başemrê yê navçeya Şerawa ya Efrînê. Her wiha bi awayekî hemwext çeteyan êrîş birin ser Vîla Qadi ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê.
 
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Heman rojê hêzên me yên girêdayî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dema hewl didan herêma Kargeha Şiqeyf ji bermahiyên şer paqij bikin mayinek berê ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ve hatibû çandin teqiya ye. Di encam de ziyanek madî di maşîneya kar de çêbûye.

Di 14'ê Nîsanê d çeteyên ser bi artêşa Tirk bi topên hawanê êrîş birin ser gundê Basufanê yê navçeya Şerawa ya Efrînê. Çeteyan heman rojê bi navber gundê Bircikê jî gulebaran kirin. Bi awayekî hemwext çeteyan gundê Maranez jî bi çekên doçka gulebaran kirin.

Di 15'ê Nîsanê de balafira keşfê ya bê mirov a artêşa Tirk li ser xeta sînorê rojavayê Kobanê geriya.

Heman şevê çeteyên artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî gundê Maranezê kirin. Hêzên me heman rojê jî balafirek keşfê ya çeteyan xistin xwarê.

Di 16'ê Nîsanê de, danê nîvro balafira keşfê ya bê mirov a artêşa Tirk li ser xeta sînorê rojavayê Kobanê geriya. Piştî firîna balafirê artêşa Tirk bi çekên giran êrîş bir ser girê Şehîd Hogir ê nêzî gundê Ziyaretê yê li rojavayê Kobanê.

Heman rojê çeteyên girêdayî Artêşa Tirk bi topên hawanan êrîş birin ser gundê Maranezê. Bi şev jî çeteyan bi çekên doçka êrîşî gundê Maranez, Eyn Deqnê û Vîla Qadi yên girêdayî Efrînê kirin.

Di 17'ê Nîsanê de çeteyên artêşa Tirk bi topên obûs û çekên doçkayan êrîş birin ser gundê Maranez ê Efrînê.

Heman rojê, bi şev çeteyên artêşa Tirk ji milê Qestel Cindo ya girêdayî navçeya Şera ya Efrînê hewl dan êrîşek bibin ser çeperên hêzên me. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerekî dem kin qewimî û çeteyan neçar man ji qadê birevin. Bi awayekî hemwext çeteyan bi topên hawan û çekên doçkayan êrîş birin ser gundê Maranez, Eyn Deqnê û Vîla Qadî. Heman şevê çeteyên El Nûsra jî bi topên hawanê êrîş birin ser gundê Başemrê yê navçeya Şerawa ya Efrînê."