YPG: Êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Rojava didomin

YPG’ê diyar kir ku êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ya li dijî xaka Rojava lidardixin berdewam dikin.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî têkildarî êrîş û binpêkirina leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê agahî da:

Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê wiha en:

“Di dîroka 18.03.2017’an saetên şevê de, artêşa Tirk bi çekên giran êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya gundê GirêSor ê ku dikeve rojhilatê Kobanê. Hêzên me jî di heman astî de bersivê êrişê dan.

Heman şevê çeteyên girêdayî artêşa Tirk jî bi topên hewanan û çekên doçka êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya gundê Maranez ê girêdayî Efrînê.

Di 19.03.2017’an de balafira keşfê ya bê mirov a artêşa Tirk li ser xeta sînorê rojavayê Kobanê geriya.

20’ê Adara 2017 çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin ji çeperên xwe yên Cerablûsê bi topên hewanan êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a ku dikeve rojhilatê başûr ê Kobanê.

Heman şevê çeteyan bi topên hewan û çekên giran êrîş birin li ser gundê Maranez a girêdayî Efrînê jî. Hêzên me bi awayekî hemwext bersiv da êrişê çeteyan.

Di dîroka 21.03.2017’an saetên nîvro de atêşa Tirk bi tankan û çekên doçkayan êrîş birin li ser gundê Hemamê, Melê Xelîla û Derbalût ya girêdayî navçeya Cindirês ê Efrînê. Di vê êrişê de 3 endamê Erka Xwe Parastinê birîndar bûn. Dîsa pişt nîvro di saet 15.00’an de jî bi topên obus û çekên doçkayan êrîş birin li ser gundê Maranez a girêdayî Efrînê.

Çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin ji milê Kefr Hemra bi topên hewanan êrîş birin li ser çeperên hêzên me ya taxa Şêx Meqsûd a Helebê.

Artêşa Tirk di saetên şevê de jî êrişê xwe berdewam kirin û bi topên hewan û obusan gundên Maranez û Belûnê yên giredayî Efrînê topbaran kirin. Heman şevê balafirên keşfê ya bê mirov ê artêşa Tirk li ser xeta sînor a rojavayê Kobanê de geriya.

Li dijî van binpêkirinên artêşa Tirk hêzên me jî di asta pêwîst de bersivê êrişan dan.

Di dîroka 19.03.2017’an de, çeteyên DAIŞ'ê bi topên hewanan êrîş birin li ser çeperên hêzên me yên li gundê Cenba Rojhilat a nêzî sînorê Iraqê."