YPG: Êrîşên artêşa Tirk li dijî Federasyona Bakurê Sûriyeyê dewam dike

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike.

Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da, destnîşan kir ku artêşa Tirk êrîşên li dijî xaka Rojava didomîne û got; “Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 25’ê Tebaxê bi çekên giran êrîş bir li ser gundê Til Seriyê ya dikeve rojavayê Kobanê.

Arteşa Tirk îro dane sibehê jî bi çekên giran êrîş bir li ser nuqteyên hêzên me ya gundê Eyndiwêr a giredayî Dêrikê.”

Navenda Ragihandina YPG’ê di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser êrîşên çeteyên din û wiha dewam kir:

“25’ê Tebaxê di saetên siharê de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qadriyê ya dikeve başûrrojhilatê bendava Tişrînê ya giredayî Kobanê.

Şeva 25’ê Tebaxê komên çeteyên di bin banê Koalîsyona Sûriyeyê de tevdigerin, bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin li ser gundê Maranez a giredayî Efrînê û gundê Şêx Îsa ya giredayî Marê.”