YPG: Em li benda daxuyaniya Tirkiyeyê ne

Fermandariya Kobanê ya YPG’ê diyar kir ku balafirên dewleta Tirk li ser Kobanê û bajarokê Sirînê geriyane. Fermandariya YPG`ê ji dewleta Tirk xwest ku armanca gera balafiran li ser herêma Kobanê aşkera bike.

Fermandariya Kobanê ya YPG’ê diyar kir ku balafirên dewleta Tirk li ser Kobanê û bajarokê Sirînê geriyane. Fermandariya YPG`ê ji dewleta Tirk xwest ku armanca gera balafiran li ser herêma Kobanê aşkera bike.

Fermandariya Kobanê ya YPG’ê bi daxuyaniya weşand diyar kir ku balafirên dewleta Tirk îro seat di navbera 09.00 – 11.00`an li ser Kobanê û bajarokê Sirînê ku beriya niha ji aliyê hêzên wan ve ji çeteyan hatibûn rizgarkirin geriyane.

Daxuyaniya Fermandariya YPG`ê wiha ye: “Balafirên şer ên dewleta Tirk îro seat di navbera 09.00 – 11.00′ an de li ser ezmanê Kantona Kobanê geriyan. Di heman dema gerîna balafiran şer de çeteyên DAIŞ’ ê êrîş anîn ser bajarokê Sirînê yê ku hêzên me bi hevkariya hêzên din ên di nava Burkan El-Firat de di 27’ê Tîrmehê de rizgar kiribûn. Ew êrîşên çeteyan li ser bajarokê Sirînê ji aliyê hêzên me ve hatin şikandin û hemû êrîşkarên çete hatin kuştin.  Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li ser bajaroka Sirînê de 7 şervanên me bi qehremanî şer kirin û şehîd ketin.  Beriya niha jî 24’ê Tîrmehê dewleta Tirk gundê Zormexar ê li Rojavayê  Kobanê û li sînorê Rojava bi Bakurê Kurdistanê re û gundê Til Findirê yê bi ser bajaroka Girê Spî ve bi topên tangan topbaran kiribû û di encamê de 4 şervanên Artêşa Azad tevî welatiyên wan gundan birîndar bûn.

Li ser vê yekê divê dewleta Tirk sedem û armancên xwe ji gera balafiran li ser herêmên me diyar bike û liv û tevgera xwe ya hewayî li ser azmanê Kobanê rawestîne.”