YPG'ê nasnameyên 15 cangoriyên xwe eşkere kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 15 şervanên azadiyê yên ku di demên cuda de, jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 15 şervanên azadiyê yên ku di demên cuda de, jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û nasnameyan cangoriyan eşker kir. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hemû gelên berxwedêr ji bo gihiştina azadiyê bedelên mezin dane û didin. Ji berxwedana destpêkê a li dijî dagirkerî heta roja me îro gelek lehengên giran biha ji bo pêşerojekî azad, wekhev û bi biratî were jiyîn bê ku yek kêkî jî bifikirin xwe kirin mertal. Cih hat bûn şûrê tûj a gelê xwe. Werekî, fedaîtî û lehengiya van kesayetan meşa dîrokê guhartin. Hêzên tarî û dagirker ku di xwastin li ser ked û xuhdana gelan rûnin û hemû dewlemendiyên wan ji wan bi dizini, bi saya vê sekna birûmet tim mehkumî binkeftinê bûn.

Lehengên şoreşa Rojava jî bi heman berpirsiyariyê ve tim bi vê erkê xwe rabûn û bê ku temaşe bikin ka derfetek baş heye an na, bê ku du diliyê jiyan bikin ji bo parastina axê xwe, xwe kirin gorî. Hîn di destpêka şoreşê de, di nava bê derfetiyên mezin de tenê bawerkirina pêşerojekî azad ve rabûna ser piyan nebûya, bêguman ev rojên azad jî ne pekan bû.

Wekî tê zanîn di sala 2013’ê de; hêzên dagirker ji bo têkbirina vîna şoreşê bişkîni êrîşî gelê me kirin. Ji Serêkaniyê heta Til Koçer, ji Çil Axa heta Rîmelan Paşa bi sedan êrîşên çeteyên hov pêkhat. Di van êrîşan de destanên lehengiyê hat nivîsandin. Şoreşa Rojava bi hêza ku ji van berxwedanan girt ve li xeta xwe ya azad xwedî derket. Ji havîna 2013’an, heta zivistanê bê navber li çar hawirdora kantona Cizîr şerên pir dijwar rû dan. Ala berxwedanê her roj hat bilindkirin. Ciwanên ji çar aliyên Kurdîstanê hatibûn ji bo azadiya Rojavayê Kurdîstanê bi lehengiyek mezin şer kirin û serkeftin bi neynukên xwe kolan.

Îro em gelek serbilindin ku li ser şopa van cangoriyan dimeşin. Her roj çeperên wan lehengan de nobedên azadiyê digir in. Di her kêliyê xwe de bi bîr anînê wan dijîn û hewl didin xeyelên wan bidin jiyîn.

Îro jî nav û nasnameya 15’ê hevalên xwe yên di sala 2013’an de şehîd ketin parvedikin. Ji ber xebatên lekolînê ya zelalkirina nasnameya, di eşkere kirina nasnameyan de em direng ketin. Ji ber vê ji serî de ji hevriyên xwe yên şehîd û ji malbatên şehîdan û dawî jî ji gelê Kurd lêborînê di xwazin.

Em wekî şervanên YPG û YPJ dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe re dubare dikin û dibejin heta em hebin wê ti kes nikaribe vê axa ku bi xwîna şehîdan hatiya avdan bin pê bike..”

Nasnameye şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav:Adil Botan
Nav û Paşnav: Mihemed Sîno
Navê Dayikê:Buşre
Navê Bav: Batal
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih Û Dîroka Şehadetê: Til Hamîs 28/12/2013

Nasnav: Adil Konya
Nav û Paşnav: Orhan Aticî
Navê Dayikê: Songul
Navê Bav: Mûstefa
Cihê Ji Dayikbûnê: Konya
Cih Û Dîroka Şehadetê: Girkê Legê/ Rimêla Başa 11/09/2013

Nasnav: Afat Argeş
Nav û Paşnav: Sezayê Çakir
Navê Dayikê: Helîme
Navê Bav: Osman
Cihê Ji Dayikbûnê: Wan
Cih Û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê 28/10/2013

Nasnav: Aram Menal
Nav û Paşnav: Tuncay Ûygûn
Navê Dayikê: Bedûaa
Navê Bav: Mihemed Salih
Cihê Ji Dayikbûnê: Amed
Cih Û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê/ Mişêrfa 02/11/2013

Nasnav: Ararat Agirî
Nav û Paşnav: Evrîm Kaya
Navê Dayikê: Zenûre
Navê Bav: Yûsûf
Cihê Ji Dayikbûnê: Agirî
Cih Û Dîroka Şehadetê: Çilaxa 16/08/2013

Nasnav: Arjîn Zîlan
Nav û Paşnav: Raziya Şubayî
Navê Dayikê: Rîhan
Navê Bav: Mehmûd
Cihê Ji Dayikbûnê: Mako
Cih Û Dîroka Şehadetê: Til Koçer 26/10/2013

Nasnav: Asmîn Amed
Nav û Paşnav: Bêrîvan Încî
Navê Dayikê: Sûna
Navê Bav: Îrfan
Cihê Ji Dayikbûnê: Amed
Cih Û Dîroka Şehadetê: Girkê Legê/ Rimêla Başa 11/09/2013

Nasnav: Bahoz Roj
Nav û Paşnav: Alî Gûneş
Navê Dayikê: Fîkriya
Navê Bav: Musa
Cihê Ji Dayikbûnê: Mêrdîn
Cih Û Dîroka Şehadetê: Til Hamîs 28/12/2013

Nasnav: Çekdar Amed
Nav û Paşnav: Ramazan Ay Yildiz
Navê Dayikê: Mubarek
Navê Bav: Sebrî
Cihê Ji Dayikbûnê: Mersîn
Cih Û Dîroka Şehadetê: Serê Kaniyê / Meşto 03/09/2013

Nasnav: Demhat Efrîn
Nav û Paşnav: Sefqan Qasim
Navê Dayikê: Nezîre
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih Û Dîroka Şehadetê: Çil Axa/ Yusifiyê 07/08/2013

Nasnav: Dilbirîn Xeyrî
Nav û Paşnav: Nûredîn Rozceng
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Reşîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Meriwan
Cih Û Dîroka Şehadetê: Til Koçer 23/10/2013

Nasnav: Erdal Bexdad
Nav û Paşnav: Sêrwan Fetah
Navê Dayikê: Zûbeyde
Navê Bav: Raed
Cihê Ji Dayikbûnê: Bexdad
Cih Û Dîroka Şehadetê: Til Hamîs 28/12/2013

Nasnav: Harun Yaman
Nav û Paşnav: Abuzer Gulmez
Navê Dayikê: Safiya
Navê Bav: Gulu
Cihê Ji Dayikbûnê: Adiyaman
Cih Û Dîroka Şehadetê: Serê Kaniyê / Eyn Hisan 06/09/2013

Nasnav: Întîqam Azadî
Nav û Paşnav: Behram Namî
Navê Dayikê: Îran
Navê Bav: Qasim
Cihê Ji Dayikbûnê: Ûrmiye
Cih Û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê 21/09/2013

Nasnav: Mezlûm Roj
Nav û Paşnav: Mihemed Pûrelî
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Fexrî
Cihê Ji Dayikbûnê: Xoy
Cih Û Dîroka Şehadetê: Çilaxa/ Sikeriyê 20/08/2013