YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê ku jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir

YPG’ê, nasnameya şervanê xwe yê bi navê Serdar Agirî yê ku li Bandava Tişrînê jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku di enama teqîna mayînê de ya ku li herêma derdora Bendava Tişrîn şervanê wan Serdar Agirî (Servan Findik) jiyana xwe ji dest da.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê wiha anî ziman: “Rêhevalê me Serdar Agir (Şervan Fendik) ku cihê xwe di yekîneyekî me li Kantona Kobanê de digirt roja 19’ê Îlonê di dema kû peywîrê xwe yê parastinê li herêma derdora Bendava Tişrînê pêk dianî di encama teqîna mayînekê de gihiştiye şehadetê.Hevalê Serdar ku li Rojavayê Kurdistanê beşdarê pêngavên rizgarkirina bajarên Girê Spî, Eyn Îsa û Sirînê bibû, bêy westandin û bi coşek mezin ji hevalên xwe re çavkaniya hêz û moralê bû, ew mînakek zindî ji têkoşerek azadîxwaz bû.

Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), em bi rêzdarî bejna xwe li ber mezinahiya şehîdê ditewînin, di serî de ji malbata şehîd û tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.Têkoşîn û fedakariya şehîd Serdar wê hertim di dilê me de jiyan bike û soza me wê şopdariya rêya şehîdan be.”

Nasnameya şervanê YPG’ê yê ku jiyana xwe ji dest dabû wiha ye:

Nasnav: Serdar Agir

Nav û Paşnav: Şervan Fendik

Navê Dayîkê: Sosin

Navê Bav: Yûsif

Cihê Ji Dayîkbûnê: Gever

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê – Bendava Tişrîn/19’ê îlona 2016’an

&

...